Bi navê ‘pêvajoya aştiyê’ hîleyek din

Pêncşem 14 Mijdar 2024 - 02:05

Rojnamevan û mamostayên zanîngehê yên Silêmaniyê bal kişandin ser siyaseta dewleta tirk a li hemberî kurdan û gotina "pêvajoya aştiyê" û gotin:"Piştî sed salan pirsgirêka Kurd hertim xirabtir dibe, niha jî dewleta tirk dixwaze di bin navê ‘pêvajoya aştiyê’ de hîleyek din li Kurdan bike. Ev jî didemek de ye ku dewleta tirk doza Kurdan înkar dike, dibêjin tiştek bi navê ziman û netewa Kurdî nîne. Propagandaya ku dewleta Tirk dike, tenê hîleyek e.”

Her çiqas di meha borî de rejîma AKP-MHP’ê li parlementoya Tirkiyeyê ‘pêvajoya aştiyê’ xistin rojevê, lê ji wê demê ve ji bilî êriş û bombebarana li ser gelê Kurd a li Rojava û tayinkirina qeyûman a li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê, ti gavek wan a erênî ji bo aştiyê nehatiye avêtin. Di derbarê vê mijarê de rojnamevan û mamostayên zanîngehê yên li Silêmaniyê axivîn.

Bi navê ‘pêvajoya aştiyê’ hîleyek din

Rojnamevan Kameran Nesrullah di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dijminên Kurdan ti demê ji bilî qirkirina Kurdan, nexwestine ew pêşkevin û got: “Piştî sed salan pirsgirêka Kurd hertim xirabtir dibe, niha jî dewleta tirk dixwaze di bin navê ‘pêvajoya aştiyê’ de hîleyek din li Kurdan bike. Ev jî didemek de ye ku dewleta tirk doza Kurdan înkar dike, dibêjin tiştek bi navê ziman û netewa Kurdî nîne. Propagandaya ku dewleta Tirk dike, tenê hîleyek e.”

Dersînorkirina nûnerên HDP’ê

Têkildarî dersinorkirina endam û nûnerên HDP’ê ji Hewlêrê jî Rojnamevan Kameran Nesrullah got: “PDK çeka di destê dewleta tirk de ye. Dewleta tirk çi ji wan bixwaze ew bi cih tîne, ger bi cih neyînin wê deriyên sinorî û xeta bazirganiyê li ser wan de bigre. Ji bona wê dewleta tirk fermana dersînorkirina nûnerên HDP’ê ji Hewlêrê bi PDK’ê daye.”

Yekgirtina kurdan 

Di dewamê de Kameran Nesrullah da zanîn ku heta Kurd yekgirtina xwe çênekin û hevdû qebûl nekin, wê nikaribin bi ser kevin û got: “Pirsgirêka me ew e ku em naxwazin kes serkirdeyê me be, serkirdeyên me jî naxwazin xizmeta gel bikin. Serkirdeyên me tenê ji bo navxwe zîrek in, lê nikarin li beramberî pasdarekî Îranî yan jî droneke Tirkiye rabin û helwest nîşan bidin.”

Erdogan ew bawerî ava nekiriye

Têkildarî mijarê Mamostayê Zanîngehê Edalet Ebdullah jî axivî û got: “Erdogan propagandaya wê dike ku ew ê pirsgirêka Kurdan çareser bike. Lê ne di dema borî de ne jî niha wî ew bawerî ava nekiriye ku pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd bi pêş keve.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.