Ji ‘Xakfiroşan’ Nêçîrvan çû Tirkiyê!

Pêncşem 17 Cotmeh 2024 - 02:00

Di demeke wiha de ku çend roj ji hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê re mane, Nêçîrvan Barzanî ku bi şêla ‘Waliyê Mêtinger’ ê Tirk tevdigere, çû Enqerê ber linge Serokê AKP’yê Recep Tayyîp, ê ku bi fermana wî qadeke berfireh a Başûr hatiye dagirkirin û rojane êrîşên dagirker tîne ser.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ji malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê re ragihand ku Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî diçe Enqereyê û wê li gel Serokkomarê AKP’yî û dijminê gelê Kurd Erdogan re bicive.

Her çendî ku wisa didin nîşandan ku qaşo ev hevdîtine ji bo pêşxistina têkiliyên her du aliyan û gotûbêjkirina alozî û şerê li Rojhilata Navîne, lê li gor tê dîtin armanca vê hevdîtinê yek jê ew e ku PDK bi rêya Nêçîrvan Barzanî hewara xwe ya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê digîhîne xwediyê xwe dewleta Tirk a dagirker û şefê wê yê faşîst Erdogan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serokê YNK’ê Bafil Talebanî duh di mîtinga partiya xwe ya Duhokê de gotibû “Ji ber xiyaneta mala Barzan û PDK’ê zêdetirî 400 gundên herêma Behdînan ya Başûrê Kurdistanê di encama dagirkeriya dewleta Tirk de hatine valakirin, xaka Kurdistanê ji aliyê PDK’ê û Barzaniyan ve hatiye firotin û di dema şerê DAIŞ’ê de jî civaka Êzidî ji aliyê PDK’ê hate firotin.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.