Ev siyaseta dewleta Tirk e!

Sêşem 12 Mijdar 2024 - 00:35

Asayîşa PDK’ê di 8’ê mijdarê de berdevk û endamên nûnertiya HDP’ê ya li Herêma Kurdistanê ji Hewlêrê dersînorkirin. 

Li dijî dersînorkirina 4 endamên Nûnertiya HDP’ê ya ji aliyê asayîşa PDK’ê ve, 107 rojnamevan, nivîskar, çalakvan, rewşenbîr û siyasetmedaran daxuyaniyeke hevpar weşandin û li ser medyaya dijîtal dest bi kampanyayekê kirin. Di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya Kurdistanê û Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin. Daxuyanî wiha ye:“Roja 4’ê Mijdara 2024’ê ku hevdemê tayînkirina qeyûman li ser Şaredariya Mezin ya Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya navçeya Xelfetî ya Rihayê, asayîşa PDK’ê ya Hewlêrê 4 endamên Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê vedixwînin Rêveberiya Nivîsgeha Asayîşa Hewlêrê. Piştî ku îfadeyên wan li asayîşê hatin wergirtin, wêneyên wan digirin. Piştre du ji endamên Nûnertiya HDP’ê li taksiyekê siwar dikin û di bin çavdêriya hêzek ya ewlekariyê ve ber bi Simaqûliyê ve û her du endamên din jî bi heman awayî dibin Dêgele û bi vî awayî wan ji Hewlêrê derdixin. Wan bi hişyar dikin ku ‘êdî hûn nikarin vegerin Hewlêrê’. Lê tişta balkêş ewe ku HDP partiyeke ku li Tirkiyeyê fermî ye, ofîsên wê hene, xebat, têkoşîn û çalakiyên xwe dike. Ofîsa wê ya li Hewlêr jî yasayî ye û destûra wê heye. Endamên wê jî weke penaberên siyasî di bin çavdêriya NY’ê de ne, tu sûc û şaşitiyek wan tune ye. Ev kiryara asayîşa PDK’ê cîbicîkirina polîtîkayên dewleta tirk e. Ji aliyek din ve jî ji hev qutkirina bajarên Herêma Kurdistanê ye û bi taybet jî bajarê Silêmaniyê ji dewleta tirk re hedef nîşan dayîne ku dibêje ‘navenda çalakiyên Partiya Karkerên Kurdistanê ye.’ Ji ber ku di medyaya tirk de ev bûyer bi awayê ‘kesên ji Hewlêrê hatine derxistin têkiliya wan bi PKK’ê re hebû ji ber wê yekê ji Hewlêrê hatin derxistin û ofîsa wan hate girtin. Lê belê ev kesane hemû kesên sivîl, bi salane xebat û têkoşîna mirovî, siyasî û sivîl dikin.

Li ku dera Herêma Kurdistanê dibe bila bibe, em ê li dijî van kiryar, reftaran û yên weke van bi tundî rawestin. Her wiha em bang li NY û rêkxistinên mafên mirovan dikin ku erkê xwe bînin cih, zextê li desthilatdarên Herêma Kurdistan bikin ku destûrê bidin çalakiyên demokratîk û sivîl yên azadîxwazên Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ku li Hewlêr û Silêmaniyê li dar bixin, her wisa jiyan, tenduristiya wan parastî be, li dijî wan komplo neyên kirin û planên qirêj li dijî wan neyên çêkirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.