Şengal ne Şengala berê ye!

Merwan ZERDEŞT nivîsand —

În 14 Tîrmeh 2023 - 00:05

Civaka Êzidî di nav 9 salan de bi berdêlên giran û hêviyên mezin ji ferman û qirkirinê ber bi Şengala xweser û azad ve meşiya. Dema jin û ciwanên Êzidî dibêjin ‘’Şengal ne Şengala bere ye’’, vê şoreşa mezin a civakî destnîşan dikin. 

Di fermana 3.8.2014’an de hemû hêzên cîhanê û herêmê li bendê bûn ku Şengal teslîmî DAIŞ’ê bibe û qirkirina Êzidiyan a bi sedan salan êdî temam bibe. Hêzên navneteweyî xwe jê re amade kiribûn ku ji bo jenosîda Êzidiyan çend daxuyaniyên şermezarkirinê biweşînin. Dewleta tirk û PDK şîrikên vê fermanê bûn û li benda ‘’mizginiya DAIŞ’ê’’ bûn. Iraqê, weke ji belayek bireve destê xwe ji Şengalê kişandibû. Di fermana 2014’an de rewşa giştî bi vî awayî bû û bi qasî serî derziyekê hêvî bi kesî re nemabû. Lê yê ku vê rewşê serûbin kirin û rojên reş ber bi rojên geş ve birin, şagirtên Rêber Abdullah Ocalan bûn. Herkes ji Şengalê direviya lê ew ber bi Şengalê ve dibeziyan…

Di dîrokê de mînaka wê nîne, civakek ku stûyê wê di bin şûrê fermanê de be û rû bi rûyê fermaneke evçend giran bibe, di nav demeke evçend kurt de karibe hem hebûna xwe biparêze hem jî di vê astê de fikir, sazî û çalaki pêş bixe. Civaka Êzidî di nav 9 salan de ji ferman û qirkirinê ber bi Şengala xweser û azad ve meşiya, bi berdêlên giran û hêviyên mezin… Di serî de keç û xortên Êzidî, bi giştî civaka Êzidî fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji nêz ve nas kirin. Êzidî, çawa ku ji bo parastinê xwe dispartin Çiyayê Şengalê, ji bo jiyana azad jî xwe spartin fikrê azadiyê ya Rêber Ocalan.  

Lê êrîşên li ser Şengalê piştî rizgarkirinê jî kêm nebûn, girantir û berfirehtir bûn. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê dest bi êrîşên li ser pêşengên civaka Êzidî kiribû da ku xebatên avakirina Şengala xweser bişkîne. Ruxmê van hemû êrîşên berfireh jî Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hemû sazî dezgehên xwe ve, gavên girîng ên rêxistinkirina civaka demokratîk pêş xistin.  

Li gel asta sazîbûna Rêveberiya Xweser a Şengalê ku şoreşa fikrî bi civaka Êzidî re pêşket, çend encamên siyasî yên di asta Iraqê de jî derketin holê. Têkoşîna Rêveberiya Xweser a Şengalê û fikre neteweya demokratik a ku xwe dispêre, êdî bala gelek aliyên siyasî û civakî dibe ser xwe.  Çend komxebatên di çarçoveya Netewa Demokratik de, tesîra fikrî ya Şengalê ya li ser Iraqê raxist ber çavan. Yanî, Şengal bi hêza fikrî ya Rêber Abdullah Ocalan xwe anî wê astê ku êdî tesir li ser siyaset û qada fikrî ya Iraqê bike. Êdî jinên Êzidî ji Bexdayê heya Silêmanî û Şengalê pêşengiya komxebat û konferansan dikin.

Yek ji xalên girîng ku divê di 9’emîn salvegera fermanê de were nirxandin, vegera gel a Şengalê ye. Di dîroka Êzidiyan de cara yekem e ku piştî fermaneke giran Êzidî di vê astê de vegeriyane ser cih û warê xwe, hem jî di bin êrîşên leşkeri û şerê taybet a dewleta Tirk û PDK’ê de. Dema di sala 2015’an de Meclîsa Avaker a Şengalê xwe îlan kir, derdora 15 hezar Êzidî li Şengalê mabûn ku hemû jî xwe spartibûn çiyê. Lê niha li deşt û çiyayên Şengalê derdora 250 hezar kes hene. Çawa dibe ku ruxmê evçend êrîşên giran û rêgiriyên PDK’ê di vê astê de veger hene? Bersiva vê pirsê hebûna Rêveberiya Xweser û hêzên parastinê ne. Yek ji serketinên herî mezin a Rêveberiya Xweser, vegera gel a Şengalê ye.  

Rêveberiya Xweser a Şengalê niha di nav wê hewldanê de ye ku pêşwazî li vê vegerê bike, sazî û dezgehên xwe li gor pêdiviyên civakî berfirehtir û kûrtir bike. Êdî bi sedhezaran kes li Şengalê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de dijî. Ev jî tê wê wateyê ku, bar û berpirsyarî girantir bûye. Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hêz, îrade û tecrubeya xwe dikare bi her awayî vê civakê biparêze û rêvebibe. Ev merheleyek nû ye ji bo Şengalê ku divê êdî statuya Şengalê (rewşa îdarî û siyasî) bi Iraqê re were çareserkirin. Beguman ev jî têkoşîneke xurt a siyasî û civakî dixwaze. Ji bo vê, hêz û aliyên siyasî û civakî bûn yek û tifaqa xwe ragihandin. Bi vê salvegera fermanê re wê têkoşîna statuya Şengalê, yanî mîsogerkirina Şengala xweser û azad bikeve merheleyeke nû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.