Hilbijartina parêzgehan û hesabên PDK’ê

Merwan ZERDEŞT nivîsand —

În 8 Îlon 2023 - 00:05

Ev 2 hefteyên dawî ye li Îraq û Başûrê Kurdistanê, li Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê bûyerên girîng rû didin. Bi taybet li 2 bajarên girîng ên herêmê, li Dêrazor û Kerkûkê bi carekî re pêla bûyeran bi ser hev ve hatin. Di nav demeke kurt de rewşa şer, alozî û pevçûnên leşkeri, siyasî û civakî pêş ketin. Kesên ji dîroka Kurdistanê û Rojhilata Navîn ne dûr, baş dizanin ku ev her du bajar ji dîrokê heya roja me ya îro navendên girîng ên herêmê ne. Her wiha, bûyerên ku li van bajaran biqewimin bandor li ser hemû herêmê dikin. Wisa jî lê hat, ji dewleta tirk a dagirker heya Îran, Sûrî, Amerîka û hêzên navneteweyî ketin nav liv û tevgerê.

Beriya her tiştî lazim e em destnîşan bikin ku ev bûyerên dawî bi carekî re û jixweber pêş neketin. Plansaziyeke nû li herêmê dikeve meriyetê ku bi taybetî PDK, Malbata Barzanî û dewleta tirk a dagirker bi hevkarên xwe re dixwazin destwerdaneke cidî li rewşa siyasî û civakî ya li herêmê bikin. Em bînin bîra xwe, beriya van bûyeran di 22’ê Tebaxê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ku beriya niha serokê MÎT’a tirk bû, serdana Bexda û Hewlêrê kir. Çavdêrên siyasî destnîşan kirin ku dewleta tirk hemû daxwazên xwe nekariye li Îraqê ferz bike, lê nayê zanîn ka di kîjan mijaran de li hev kirine. Lê dema Hakan Fîdan derbasî Hewlêrê bû dîmenên hevdîtinan reng guhert. Yên li dîmenên hevdîtina Hakan Fîdan a bi Malbata Barzanî re temaşe dikirin, pê dernedixistin ku ka ev hevdîtin li Enqerê çêbûye an li Hewlêrê. Ji ber ku Hakan Fîdan ne weke mêvanê Hewlêrê, weke xwediyê malê tevdigeriya. 

Piştî hevdîtina Hakan Fîdan a bi malbata Barzanî re, pevçûn û tevliheviya li Kerkûkê destpêkir. Hefteya borî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman dabû ku tevayî baregehên PDK’ê yên li Kerkûkê werin radestkirin daku PDK car din vegere nava baregehên xwe yên li bajêr. Yek ji van baregehan jî baregeha Xurfeya Operasyonan a Kerkûkê ye ku beriya PDK ji Kerkûkê bireve, ev baregeh Polîtbûroya PDK’ê ya li bajêr bû. Tê zanîn, PDK’ê piştî ‘’referandûma serxwebûnê’’ ya sala 2017’an weke gelek bajaran ji Kerkûkê jî reviyabû.

Ruxmê ku ji jê reviyaye, PDK’ê ev 6 sal in ku mijara Kerkûkê dixwaze ji bo siyaseta xwe ya ku bi pîlana Mîsak-î Mîllî ya dewleta tirk ve girêdayî ye, li herêmê pêş bixe. Ji Kerkûkê heya Mûsil û Şengalê, derdê PDK’ê ne gelê Kurd, ne civaka Êzidî, ne jî gelên herêmê ye. PDK’ê biryara Serokwezîr Sûdanî ya vegera baregehên li Kerkûkê jî di çarçoveya vê planê de fikirî û xwest vê biryarê ji bo nakokî û aloziyan derxe bikar bîne. 

Weke tê zanîn, Desteya Wezîran a Iraqê biryar daye roja 18’ê Kanûna 2023’yan hilbijartina encûmenên parêzgeha Îraqê were lidarxistin. Dihat payîn ku Kurd li parêzgeha Kerkûkê bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinê bibin. Lê PDK’ê bi çêkirina hevpeymaniya li gel Erebên Sune û Eniya Tirkmen ku girêdayî MÎT’a tirk in, lîsteya Kurdan parçe kir. Ev biryara PDK’ê ne di xizmeta gelên herêmê lê di xizmeta dewleta tirk a dagirker de bû. Ev fermana dewleta tirk a dagirker bû û bi destê PDK’ê lîsteya hevpar a Kurdên Kerkûkê hate parçekirin.

PDK ji bo vê rastiyê veşêre û hilbijartina parêzgeha Kerkûkê betal bike li Kerkûkê alozî derxistin. Di encama siyaseta PDK’ê de di 2’ê Îlonê de li Kerkûkê 4 ciwan hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. PDK’ê vê siyaseta xwe dixwaze bi navê ‘Kurd’ û ‘Kurdistanê’ veşêre lê di bûyerên Kerkûkê de jî xuya bû ku yê herî zêde zirarê dide gele Kurd û gelên herêmê siyaseta PDK’ê ye ku li gor pîlana dewleta tirk a dagirker dimeşe. Balkêş e, ji bo aramkirina rewşa Kerkûkê gelek hêz û alî kom bûn û hewl dan dawî li aloziyê bînin lê PDK tevlî van hevdîtinan jî nebû. Wate, PDK dixwaze nakokî û alozî berdewam bike û kûr bibe. 

PDK ne tenê li Kerkûkê her wiha li Mûsilê jî dixwaze destwerdanê li encamên hilbijartina parêzgehan bike. Weke tê zanîn, li hemû parêzgehên Îraqê, hilbijêr tenê li parêzgehên xwe dikarin dengê xwe bidin. Ji bo parêzgeha Mûsilê ev benda yasaya hilbijartinê di demên dawî de hatiye guhertin ku ew kesên koçber jî dikarin dengê xwe ji bo Parêzgeha Mûsilê bikar bînin. Ev biryara Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Îraqê, di berjewendiya PDK’ê de hatiye guhertin daku PDK karibe encamên hilbijartinê biguherîne. Bi guherîna benda yasaya hilbijartinê re, rê li ber hate vekirin ku koçberên Êzidî yên li Başûrê Kurdistanê bi taybet jî yên li kampên Duhokê ne, karibin dengê xwe ji bo hilbijartina parêzgeha Mûsilê bidin. Li gor vê biryarê 52.000 hilbijêr ên ku ne li Şengalê an jî li sînorên parêzgeha Mûsilê ne, wê di bin zextê PDK’ê de dengê xwe li ser hesabê Mûsilê (Şengalê) bidin. Ji ber vê ye ku PDK hewl dide rê li ber vegera xelkê bigire. Lazim e herkes li hemberî siyaseta PDK’ê hişyar be û ya herî girîng bi vegera li Şengalê vê siyasete pûç bike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.