Qeymeqamê Şengalê ji her kesî re bûye derd!

Merwan ZERDEŞT nivîsand —

În 25 Tebax 2023 - 00:05

Li Iraqê û Şengalê yek ji rojevên esasî ya siyasî, hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê ye ku biryar e di 18’ê Kanûna 2023’an de were lidarxistin. Ji bo hilbijartinê, proseya amadekariyê dewam dike û heya niha di asta Iraqê de bi dehan lîste û hevpeyman navê xwe tomar kirine. Her çiqas hin alî û çavdêrên siyasî bi guman in ku ji ber rewşa Iraqê ev hilbijartin pêk bê lê hikumeta Sûdanî dixwaze ev hilbijartin pêk were û hêzê dide proseya hilbijartinê.

Li Şengalê jî ev demek e ku amadekariya hilbijartinê hatiye destpêkirin. Civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê ji bo temsila xwe ya siyasî xurt bikin û îradeya xwe ya yekgirtî nîşan bidin, wê bi lîsteyeke hevpar beşdarî hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê bibin. Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê ku di nav de PADÊ, Teqedûm û YNK weke partiyên siyasî cih digirin, bi beşdariya pêkhateyên Şengalê lîsteya xwe ya hevpar amade kirin û pêşkeşî komîsyona hilbijartinê kirin. Hejmara kursiyan ji bo her encûmenek parêzgehê 12 ye, her wiha ji bo encûmena Mûsilê (Nînowayê) kursiyek ji bo Êzidiyan kursiyek ji bo Şebekan hatiye veqetandin.

Ji ber ku encûmenê parêzgehê tê hilbijartin, ji bo pergala îdareya herêmî ev hilbijartin ji hilbijartina parlamenê girîngtir e. Weke tê zanîn, Iraq dewleteke federal e û gelek payeyên girîng dide îdareya herêmî. Şengal weke navçeyek Mûsilê beşdarî hilbijartinê dibe û encûmena ku wê bê hilbijartin, wê temsîla Şengalê jî bike. Ji ber vê, civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê ji bo îradeya wan di encûmena Mûsilê de temsîl bibe, wate û girîngî didin vê hilbijartinê. Piştî hilbijartina encûmenê, wê qeymeqamên navçeyan û midûr nahiye jî werin hilbijartin ku ev pêvajo ji bo Şengalê pir girîng e.

Ev demek e dirêj e mijara qeymeqamê Şengalê di rojevê de ye, weke tê zanîn xala yekemin a Peymana 9’ê Cotmehê hilbijartina qeymeqamekî nû û pê ve girêdayî avakirina îdareya Şengalê bû. Bêguman pêwîst e qeymeqamê Şengalê were hilbijartin, lê hedefa Peymana 9’ê Cotmehê ew e ku careke din qeymeqamek girêdayî PDK’ê li ser Şengalê were ferzkirin. PDK dixwaze rewşa Şengalê vegerîne beriya fermana 2014’an, ji bo vê hedefe pêk bîne gava yekemîn tayînkirina qeymeqamek girêdayî PDK’ê ye.

Eger em pîvanên demokrasiye esas bigirin, mijara qeymeqamê Şengalê tenê gelên Şengalê eleqeder dike. Lê em bala xwe bidinê, weke ku wê serokwezîrê Iraqê were hilbijartin, hemû hêzên herêmî û navneteweyî destkarî li vê mijarê dikin. Berdevk û nûnerên hêzên navneteweyî, di daxuyaniyên xwe yên rojane de mijara qeymeqamê Şengalê dixin rojev. Herî dawî, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed û Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî li Hewlêrê ji bo mijara qeymeqamê Şengalê civiyan.

PDK û malbata Barzanî ev çend sal in ku hilbijartina parlamena herêma Kurdistanê li ser hev taloq dikin, bi parlemeneke ne rewa û ne yasayî Herêma Kurdistanê rêvedibin lê qasî ku behsa Qeymeqamê Şengalê dikin behsa rewşa xwe ya siyasî nakin. Lazim e em bibîrxin ku dema fermana 3.8.2014’an bi ser Êzidiyan ve hat, qeymeqamê Şengalê Meyser Hecî Saleh ê PDK’yî bû. Yanî di dema fermanê de berpirsê îdarî ya Şengalê yekî PDK’yî bû. Ji bo vê rastiyê bi gel bidin ji bîr kirin û hesab jê neyê xwestin, PDK’ê di rojên giran ên fermanê de Miheme Xelîl kir qeymeqamê Şengalê. Bi hezaran kes ketibûn deste DAIŞ’ê, bi dehezaran kes berê xwe dabûn Çiyayê Şengalê û li riya xilasiyê digeriyan, bi hezaran jin li bazaran weke kole dihatin firotin lê PDK’ê ketibû derdê qeymeqamê Şengalê. 

PDK ji bo Şengalê vegerîne beriya fermana 2014’an dixwaze car din qeymeqamê Şengalê girêdayî wê be. Ger ev pêk were, wê li hemberî sazî û dezgehên rêveberiya Xweser, li hemberî demokrasiya gel dest bi êrîşên berfireh bike. Ger ev pêk were, wê hewl bidin xalên din ên Peymana 9’ê Cotmehê yek bi yek pêk bînin. Hêzên li pişt vê peymanê, di demen dawî de di nav liv û tevgereke berfireh de ne ku vê peymana mirî car din zindî bikin. Ji bo vê zexteke mezin li hikumeta Sûdanî dikin. 

Lê gelê Şengalê helwesta xwe bi dehan caran diyar kiriye ku ewê qeymeqamek girêdayî PDK’ê qebûl nekin. Daxwaza gelên Şengalê ew e ku qeymeqamek ji nav civakê were hilbijartin ku di xizmeta Şengalê de be, ne di xizmeta PDK’ê de. Pêvajoya hilbijartina encûmenên parêzgehan dikare bibe derfeteke baş ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê. Ger hikumeta Sûdanî serê xwe li ber zext û gefên PDK’ê netewîne û guh bide deng û îradeya gelê Şengalê, dibe ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên îdarî yên Şengalê gavên erênî jî pêş bikevin. Qeymeqamê PDK’ê wê rê li ber fermanên nû veke, qeymeqamê Şengalê ku îradeya gel temsil bike wê rê li ber xweserî û demokrasiya Şengalê veke.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.