Iraq cidî nêzî doza Êzîdiyan nabe

Sêşem 29 Tîrmeh 2025 - 03:23

Piştî 11 salên fermanê; êdî civaka Êzidî û gelê Şengalê dixwazin têkiliya xwe ya bi Iraqê re ji nû ve binirxînin. Di vê çarçoveyê de hem siyaseta Iraqê ya ji salên 1920’an heya roja me ya îro, hem jî ya piştî fermanê ya li ser Şengalê dibe mijara tehlîl û nirxandinên nû. Bi cewherî, civaka Êzidî li ser esasê nirxandina dîrokê, hewl dide siberoja xwe ya azad û sîstema xwe ya demokratîk ava bike. Endamê Heya Tensîqî û siyasetmedar Hisên Hecî, jî guherînên siyasî û îdarî yên di nav Iraqê de yên piştî hilweşîna Împaratoriya Osmanî û avabûna dewleta Iraqê, nirxand û got, Êzidî ev 100 sal in ji mafên demokratîk ên civakî bêpar hatine hiştin. Weke tê zanîn, di 1975’an de Sedam Hisên bi darê zorê Êzidiyan ji Çiyayê Şengalê dûrxist, ew li deştê bicih kirin. Hisên Hecî, vê siyasetê jî weke nîv fermanek nirxand û got:’’Wê demê Êzidî bê îrade kirin. Ji wê demê şûn ve jî her carê xwestin Êzidiyan ji herêma wan dûr bixin. Şerê Îran û Iraqê çêbû, bi hezaran Êzidiyan şehîd dan. Êzidî bi egîdî û mêrxasiya xwe di eniyên şer de cihê xwe girtin. Lê heya niha jî Êzidî bi taybetmendiyên xwe ve nehatine qebûlkirin, ne weke qewmekî ne jî weke baweriyekî.’’ Hisên Hecî, serdema ji sala 2003’yan şûn ve ku Şengal ket ber hikmê PDK’ê jî nirxand û got:’’PDK hat û xwe bi ser xêratên Şengalê de, butçeya Şengalê de, hilbijartinên Şengalê de girt. Her kê li Iraqê bûye desthilatdar, Êzidî ji bo xwe bikaranîn. Êzidî bi hebûna xwe Êzidî ne. Em rêzê li hemû qewm û baweriyan digirin û em dixwazin ew jî rêzê li hebûna me bigirin. Di dîrokê de bi ferman, talan û koçberiyan herdem tehde li Êzidiyan hate kirin. Dema derfeta xwe dîtin wê koçberî an jî fermanek bînin ser vî miletî.’’

Hisên Hecî, diyar kir ku civaka Êzidî bi hêz û îradeya xwe bersiva fermana 2014’an da û got:’’Ev 11 sal in di ser fermanê re derbas bûn, ti carî hikumeta Iraqê cidî nêzîkê doz, maf û hiqûqa Êzidiyan nebûye. Eger ne ji berxwedana YBŞ’ê bûya wê Çiyayê Şengalê biketa bin kontrola DAÎŞ’ê. Ihtimal bû Êzidî 100 sal venegeriyan ser cihê xwe. Lê van şervanan civaka Êzidî careke din vegerandin ser cih û warê xwe. Lê ev 6 hikumet derbas bûn, yek ji wan jî ji bo Êzidiyan tiştekî cidî negotiye. Hemû xapandin e û li ser doza Êzidiyan hesaban dikin. Parlemena Iraqê heya niha ew cesaret bi xwe re nedîtîye ku îtîrafê bi jenosîdê bike.’’

ANF/ARGEŞ ŞENGALÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.