Jineolojiyê ji xwe re dikin bingeh
Çarşem 23 Tîrmeh 2025 - 02:55
Civaka Êzidî bi taybetî jinên Êzidî li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêber APO, di navbera 17-18’ê Tîrmehê de 1’emîn Konferansa Ronakbîrî ya Şengalê bi dirûşma ‘Banga Civaka Demokratîk bersiva 74 Fermanan e’ li dar xistin. Konferans ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê ve hat lidarxistin. Ji Şengalê û derveyî Şengalê 150 delege tevlî konferansê bûn. Di konferansê de mijara ku herî zêde li ser hat sekinandin û nîqaşkirin, Jineolojî bû. Têkildarî konferansê jinên ku tevlî bûbûn bi kurtasî nêrînên xwe anîn ziman. Jinan diyar kirin ku konferans ji bo çareseriya pirsgirêkan, ji bo aştî û aramiyê û ji bo fermanan bersiva herî xurt e. Endama Meclîsa Jinan a Borikê Tewrê Hisên destpêkê konferansê li Rêber APO pîroz kir û got:’’Divê em piştî vê konferansê rêxistinbûna xwe xurttir bikin. Bang li jin û xortên Êzidxanê dikim ku tevlî rêxistinê bibin û xwe mezin bikin. Çi bikeve ser milên me em ê bikin û bi Rêber Apo re bimeşin. Kes nikare êdî pêşiya jinên ku xwe bi fikir û ramanên Rêber Apo birêxistin kirine û perwerde dîtine bigre.”
Endama Meclîsa Jinan a Borikê Welat Cano destnîşan kir ku konferans ji bo civaka Êzidî û hemû civakên bindest e û got:“Ev konferans ji bo çareseriyan, ji bo aştî û aramiyê û ji bo fermanan bersiv e. Ev konferans bersiv e ji dijmin re û em ê weke jin bi hev re bi hêztir bibin, pêşengî ji pêvajoyê re bikin. Heta dawiyê em ê xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo birêxistin bikin û xwe ji nû ve ava bikin. Bi taybetî jin weke jinên Êzidî, Ereb û kijan ol û neteweyan dibe bila bibe, em ê xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xurttir bikin.”
Hevşaredara Xanesorê Maya Şingalî jî got:“Ez vê konferansê di serî de li Rêber Apo, şehîdên 74 fermanan, civaka Êzidî û jinan pîroz dikim. Hedefa me bi vê konferansê ew e ku em ronesansa xwe pêk bînin û xwe ji nû ve ava bikin. Em weke jinên Êzidî Jineolojiyê ji xwe re dikin bingeh. Jineolojî heqîqeta jin û civakan derdixe holê. Jineolojî rastiya jinan û dîroka wan berbiçav dike. Lazim e hemû jinên cîhanê li ser bingeha Jineolojiyê xwe nas bikin û rastiya xwe derxin holê.”
NÛJINHA/STÊRA CAN