Newroz û hevdîtina Erdogan-Sûdanî

Merwan ZERDEŞT nivîsand —

În 24 Adar 2023 - 00:54

Ev hefteyek e li Kurdistan, Rojhilata Navîn, Ewrûpa û li çar aliye cîhanê Newroz rojeva esasî ya gelan, ya jin û ciwanan, ya bindest û azadîxwazan e. Bi rastî jî Newroza 2023’yan ji bo têkoşîna azadiyê ya gelan deriyê serketinê vekir. Beriya her tiştî, Newroza 2023’yan bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate mohrkirin, dîsa bi mîlyonan ciwan û nûciwan weke lehiyekê xwe li bendên koletiyê dan. Piştî erdhej û lehiya ku bi ser gelan ve hat, Newroza 2023’yan weke erdhêj û lehiyekê bi ser desthilatdariya AKP-MHP’ê û hêzên koledar ve hat. Xuya ye li ser encamên Newrozê wê gelek nirxandin jî werin kirin.

Rojeva gelê Kurd û gelên bindest Newroz bû, lê hêzên desthilatdar jî destvala neman û ew jî li pey rojevên xwe çûn. Jixwe, di demên dawî de gelek hevdîtinên siyasî, leşkerî û istîxbarî hene, heger mirov ji hev dernexe, pê gêj dibe. Yek ji van hevdîtinan jî serdana Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sûdanî ya Enqerê bû. Balkêş e, serokwezîrê Iraqê di 21’ê Adarê de ango roja Newrozê, bi Dehakê hemdem Erdogan re civiya. Piştî hevdîtinên berfireh ên bi du rojan, Erdogan û Sûdanî daxuyaniyeke hevpar dan ragihandinê û encamên hevdîtinên xwe eşkere kirin. 

Di daxuyaniya hevpar de her çiqas rêya enerjî û bazirganiyê ya nû ya ji Besrayê heta Tirkiyê û pirsgirêka avê derkeve pêş jî, rojevên esasî yên vê hevdîtinê mijarên ewlehî, leşkerî û istîxbarî bûn. Serokkomarê Tirk Erdogan, di daxuyaniya hevpar de bi awayekî zelal bang li hikûmeta Sûdanî kir da ku PKK weke ‘rêxistina terorê’ îlan bike. Erdogan weke bertîla vê daxwazê jî got, ew ê ava Çemê Dîcleyê ji bo mehekê hinekî bilind bikin. Her wiha ew ê ji Besrayê heta Tirkiyê rêyeke nû ya enerjî û bazirganiyê çêkin. Kurt û Kurmancî, heger PKK ji aliyê hikûmeta Sûdanî ve weke ‘rêxistina terorê’ were naskirin, ew ê dewleta Tirk a dagirker hinek av, hinek jî pere bide Iraqê. Pîlana dewleta Tirk a dagirker zelal e, di çarçoveya Mîsak-i Mîllî de hewl dide hukmê xwe yê li ser Iraqê xurt bike. Esas, Erdogan bi Sûdanî re weke ku Iraq parçeyek ji axa Osmanî ye, axivî. 

Sûdanî, li ber kamerayan bersiveke zelal neda daxwazên Erdogan, lê wî jî got, ew bi Tirkiyê re xwedî sînorekî dirêj in, ji ber vê rastiyê, ew girîngiyê didin ewlehiya dewleta Tirk û got, ew bawer dikin ku bi rêbaza ‘parvekirina agahî û istîxbaratê’ ew ê karibin pirsgirêkên ewlehiyê çareser bikin. Sûdanî her wiha destnîşan kir ku Iraq û dewleta Tirk xwedî îrade û çalakiya hevpar in, hikûmeta Iraqê di vê mijarê de cidî ye û ew ê di pratîkê de vê yekê nîşan bidin.

Hevdîtina Erdogan û Sûdanî, daxuyaniyên ku hatine dayîn îşaret bi pêvajoyeke nû dikin. Her çiqas di axaftina wan de behsa Şengalê nehate kirin jî tê zanîn li ser Peymana 9’ê Cotmehê jî nîqaş hatiye kirin. Jixwe, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên derbarê serdana Serokwezîrê Iraqê ya bo Tirkiyê de ragihandibû ku Sûdanî dê ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan mijara Şengalê gotûbêj bikin. Xuya ye di bin navê PKK’ê de, hebûna gerîlayên azadiyê li Başûrê Kurdistanê, Mexmûr û Şengal bûne mijarên esasî yên vê hevdîtinê û bazarî li ser hatine kirin.

Hikûmeta Sûdanî li Iraqê li dijî hêzên azadiyê siyaseteke çawa bimeşîne, tam ne zelal e. Ev demek e, li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê bi hezaran pasevanên sînor bi cih kirine. Ev hêzên sînor gelo wê rê li ber dagirkeriya dewleta Tirk bigirin yan jî li dijî gerîlayên azadiyê bikevin nav liv û tevgerê, tam ne zelal e. Gelo wê hikûmeta Sûdanî beriya hilbijartina li Tirkiyê rê li ber operasyoneke nû ya dagirkeriyê veke yan na? Her wiha gelo hikûmeta Sûdanî wê bi dewleta Tirk re derbarê çi de istîxbaratê parve bike? Ev pirsên girîng in, jixwe dewleta Tirk a dagirker ji Silêmanî heta Mexmûr û Şengalê ji erdê û hewayê pêşengên tevgera azadiyê, pêşengên civaka Êzîdî dike hedef. Gelo mumkin e evçend êrişên girîng û berfireh bêyî agahiya istîxbarata Iraqê werin kirin? 

Xuya ye hikûmeta Sûdanî jî li ber bayê dewleta Tirk a dagirker dikeve. Lazim e em bi bîr bixin ku hikûmeta Kazimî bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker bû desthilatdar, di serdema wî de êrişên giran ên li ser Şengalê rû dan, lê dawiya dawî, ji desthilatdariyê ket. Peymana 9’ê Cotmehê û siyaseta Kazimî ya li dijî tevgera azadiyê, heger em bi zimanê gel bibêjin, ‘serê wî xwar.’ Lazim e hikûmeta Sûdanî û dewleta Iraqê baş zanibe, hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re ‘wê serê Iraqê û hikûmeta nû bixwe.’ Û pêwîst e aliyên siyasî yên Iraqê bînin bîra xwe ka çawa li dijî DAIŞ’ê, gerîlayên PKK’ê yekbûna Iraqê parastin û xurt kirin. Lazim e Sûdanî dîroka Osmanî jî bîne bîra xwe û tercîheke rast bike. Rejîma Erdogan li ber hilweşînê ye, hevkariya bi Erdogan re wê rêya hilweşîna Sûdanî jî veke!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.