Dorpêça îstîxbarat û leşkerî ya Iraqê

Çarşem 6 Tebax 2025 - 03:55

  • Ambargoya Iraq-PDK’ê ya li ser Wargeha Mexmûrê êdî ketiye qonaxek metirsîdar. Tê gotin xelkê wargehê nikarin bêyî îstîxbarat û leşkeran torbeyek çimento jî bikirin. Nexweşek bêyî leşkeran nikare biçe nexweşxaneyê, dema vegere jî divê agahî bide!

Ji 10’ê Nîsana îsal ve Iraq rê nade kel û pel bikevin nava wargehê, lê ev ambargo îro ketiye qonaxek nû de.

Iraq êdî rê nade ti malbat yan jî welatiyek kel û pelên mîna çimento, xîz, bilok û pêdawistiyên din yên ji bo xanî yan jî gov çêkirinê bikevin nava wargehê. Berê qet ne dihêla, lê di rojên dawî de bûyerên balkêş çêdibin. Li gorî tê gotin her kesê bixwaze xaniyek çêbike, divê ewil îstîxbarata Iraqê agahdar bike, piştre dema çimento yan jî pêwîstiyek din hat, divê îstîxbarat bikeve nava wargehê, wêne û dîmenên xaniyê bê çêkirin bikêşe û heya ew xanî temam dibe, dibin çavdêriya wan debe. Êdî bê nav nivîsandinê kes nikare biçe nexweşxaneyê jî!

Ev demeke ji bo ku karker biçin bajarên Iraqê kar bikin, divê ewil navê xwe li gel îstîxbarata Iraqê binivîsin, heya nav nav ji Bexdayê bê piştre biçin kar. Her karkerê biçe kar jî, divê reqema telefona xwe û navnîşana cihê kar jî bide îstîxbaratê.

Herwiha ji bo nexweşan jî heman tişt derbaz dibe, kesên nexweş nikarin bêyî îstîxbaratê biçin tedawiyê jî. Li gorî agahiyan nexweşên lezgîn jî bin, heya navê xwe nedin îstîxbaratê û navê wan ji Bexdayê neyê, nikarin ji wargehê derbikevin û tedawî bibînin.

Ji bo 3 km’yan nasname

Hate zanîn ku esnafên bi salan in di heman seytereya Iraqê re derbas dibin, dema dixwazin biçin bajarokê Mexmûrê tên rawestandin û lêgerîn kirin. Li gorî tê gotin esnafên wargehê dema ji Mexmûrê vedigerin nava wargehê, li seytereyê tên sekinandin û li kel û pelên dikanê tên temaşekirin. Tê gotin ger kartonek hêkan jî were wesayîtên esnafan tên rawestandin û lêgerîn tê kirin. Xelkê wargehê ê ku 26 salin li quntara çiyayê Mexmûrê jiyan dike, ti carî pêwîstî pêneditiye heya bajarokê Mexmûrê nasnameya xwe di seytereyan de derbixe. Lê ji wargehê heya bajarokê Mexmûrê ku tenê 3 kêlometreye, nasnameya welatiyan tê kontrolkirin û têne sekinandin.

Karker tên girtin

Bi taybet astengiya herî mezin ku Iraq ji wargehê re çêdike, rêgirtina li karkeran e. Iraq bi vê siyaseta xwe dixwaze wargehê bide valekirin. Li gorî tê gotin ji dema dorpêça Iraqê heya niha, bi dehan karker li bajarên Iraqê hatine girtin û piştî demek dirêj hatine berdan. Ya balkêş ewe ku ew karker hemû ji ber nasnameyên xwe têne girtin. Ji xwe nasnameyên xelkê wargehê bi ser re çûne û Iraq bi xwe nasnameyan çênake. Lê balkêşe ku di seytere û li ser kar de, Iraq sedema girtinên karkeran bi nasnameyê ve didin girêdan.

Sewalvanî tê tine kirin

Xelkê wargehê piraniya xwe debara jiyana xwe bi sewalvaniyê û karkeriyê dike, lê ev ambargo rê li debara jiyanê jî digire. Seytereya Iraqê rê nade xelkê wargehê alifê sewalên xwe jî bîne nava wargehê, tê gotin heya 3 torbe ce yan jî ka, tê nava wargehê, bi saetan li seytereya ku tenê 3 kêlometre ji wargehê dûre tên rawestandin û astengiyan ji wan re çêdikin.

Karên şaredariyê rawestiyane

Bi taybet xizmetguzariya ku şaredariya wargehê dike, demek dirêje ji ber rêgirî û ambargoyê rawestiyaye. Şaredarî ku bi taybet bi rê, ceyran, av û xizmeta welatiyan re mijûle, di demên dawî de gelek zehmetiyan dikêşe. Bi taybet gelek projeyên şaredariyê nîvço mane û nayên çêkirin. Di rojên dawî de şaredariyê xwest projeya rêya di nava wargehê de ku demek dirêje ji ber ambargoyê rawestiyaye, çêbike. Şaredariyê rêya ku ji bo qîrkirinê amadekiribû, qîr kir. Lê çawa? Wesayîta qîrê ku bi destûra Iraqê kete nava wargehê, bi dorpêça leşkerî kete nava wargehê. Li gorî agahiyan qîrkirin dibin çavdêriya leşkerên Iraqê de çêbûye û heya dawî leşkerên Iraqê di nava wargehê de çavdêriya karê şaredariyê yê qîrkirina rê kiriye. Li gorî rêveber û xelkê wargehê dewleta Iraqê bi hevkariya PDK-Tirkiyeyê dixwaze îradeya xelkê wargehê bişkîne û wargehê bide valekirin. Xelkê wargehê yê ku ji vê ambargo û zextên Iraqê nerazîne, dixwazin çareseriyek were dîtin û dibêjin ewê heya dawî bi îradeya xwe, rûmeta xwe biparêzin û serî li ber kesê netewînin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.