Em ê xwe li Şengalê biparêzin!

Merwan ZERDEŞT nivîsand —

În 2 Hezîran 2023 - 00:15

Hilbijartinên li Tirkiyê bi encam bûn û her kes û alî ji aliyê xwe ve dinirxînin encaman û xuya ye ev pêvajo wê demek berdewam jî bike. Beguman nirxandineke bingehîn û berfireh ji bo siyaseta demokratîk a gelê Kurd pêwîst e, lê divê em pêşketinên li Kurdistanê û herêmê bişopînin, ji rastiya şer û têkoşîna azadiyê jî dûr nekevin. Ji ber ku siyaset û konsepta tinekirina gelê Kurd berdewam dike û piştî encamên hilbijartina li Tirkiyê, ev gef û metirsî zêdetir jî bûye. 

Di esasê xwe de ev hilbijartin ne tenê hilbijartineke siyasî ya Tirkiyê bû, çavê hemû herêmê jî li vê hilbijartinê bû. Ji ber ku dewleta tirk, bi siyaseta xwe ya Osmaniya Nû hemû welatên Rojhilata Navîn esîr girtiye, bi taybet jî Iraq û Sûriyê. Gelo wê ev siyaseta dagirker di çi astî de, bi çi rê û rêbazan berdewam bike, lazim e em li ser van pirsan hûr bibin û tedbîrên pêwîst pêş bixin. Hilbijartina li Tirkiyê di 14’ê Gulanê de dest pê kir û di 28’ê Gulanê de bi encam bû, di nav van du hefteyan de hin êrîş û guherînên cidî çêbûn ku divê em li wan binêrin û pê derxin bê ka çi li pêşiya me ye.

Di navbera 14 û 28’ê Gulanê de li Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê êrîş û hewldanên dorpêçkirinê bi carekê re bilind û berfireh bûn. Li Şengalê rojev û bendewarî hebû ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di çarçoveya serdanên parêzgahên Iraqê de di 13’ê Gulanê de serdana Şengalê bike. Ev serdan bi hewldanên PDK’ê û dewleta tirk a dagirker di kêliya dawî de hate betalkirin. Piştî betalkirina vê hevdîtinê dewleta tirk a dagirker bi hevkarên xwe yên PDK’yî re di 16’ê Gulanê de li navenda Xanesorê êrîşî malek kir, pey re di 23’ê Gulanê de li gundê Xelef êrîşî mêvanxaneyekê kir. Di encama van êrîşan de şehîd û birîndar çêbûn.

Roja ku dewleta tirk êrîşî Şengalê kir, ango di 16’ê Gulanê de hêzên PDK’ê bi hincetên nerast û bêbingeh deriyê sînor a Sêmalkayê bi blokên mezin ên hesinî girt û sînorê Rojavayê Kurdistanê qut kir. Nûnera taybet a NY’yê ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert jî herî dawî di 18’ê Gulanê de nameyek pêşkeşî Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî kir, ji bo veger û ji nû ve avakirina Şengalê îşaret bi pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê kir. 

Li pey van êrîş û hewldanan, artêşa Iraqê jî di 20’ê Gulanê de bi hêzeke mezin a leşkerî, bi çekên giran û wesayîtên zirxî wargeha Mexmûrê dorpêç kir. Rayedarên Iraqî diyar kirin ku ew hatine derdora wargehê bi têlan bipêçin, quleyên leşkerî bi ser wargehê de bilind bikin û xendekan bikolin. Ev daxwazên artêşa Iraqê, kampên Naziyan anîn bîra her kesî. Jixwe piştî ku gelê wargehê bi berxwedaneke bi heybet rabû ser xwe, vê carê xwestin avê li ser wargehê qût bikin. Ev jî êşa Kerbelayê anî bîra her kesî.

Bi cewherî, dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê û piştgiriya hêzên navneteweyî konsepta qirkirinê di asta bilind de dimeşîne, dewleta Iraqê jî ji ber lawazî û hesabên xwe yên teng dibe parçeyek ji vê konseptê. Lazim e em serê xwe ji nîqaşên teng ên siyasî rakin û rastiya Kurdistanê û şerê azadiyê ji nû ve bînin bîra xwe. Tiştê ku li gelê Kurd, li civaka Êzidî tê ferzkirin jenosîdên sedsala 21’emîn e. Hesab û pîlanê wan ev e; wê pêşeng, şervan û têkoşerên doza azadiyê tine bikin, piştî ku îrade û tevgera azadiyê bişkînin vê carê gelê me jî li kampên dorgirtî yên mîna kampên Naziyan kom bikin. Ji bo Şengalê jî, Mexmûrê jî, Rojava jî hesab û kîtabê wan ev e. 

Gelê Şengalê jî Wargeha Mexmûrê jî li hemberî vê siyaseta qirker di nav berxwedaneke pîroz de ne. Ne tenê li ber xwe didin, her wiha reya çareseriyê jî pêşkeşî dewleta Iraqê dikin. Divê dewleta Iraqê nebe hevkarê vê siyaseta qirker a dewleta tirk û PDK’ê, gefan li ser xwe qebûl neke, bi Şengal û Mexmûrê re çareseriyeke adilane pêş bixe. Ger wisa bike wê dewleta Iraqê jî xurt bibe, na eger êrîşên li ser Şengal û Mexmûrê berdewam bike wê derba herî mezin li yekîtî û serweriya Iraqê bikeve!

Tevî hemû êrîşan, gelê Mexmûrê dest ji îradeya xwe bernade û nahêle Wargeha Ş.Rûstem Cûdî were belavkirin. Gelên Şengalê û bi taybet civaka Êzidî jî  bi nameyeke vekirî peyamên xwe yên zelal gîhandin her kesekî ku çav û guhê wan li Şengalê ye: ‘’Bila baş bizanin ku em bi ti awayî rê nadin Peymana 9’ê Cotmehê bikeve meriyetê. Ger em neçar bibin emê careke din malbatên xwe bibin lûtkeya çiyayê Şengalê da ku em paşeroja gelê xwe li Şengalê biparêzin.” Lazim e dost jî, dijmin jî wateya vê peyama civaka Êzidî baş fam bike û li gor wê tevbigere. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.