Xwediyê vê axê ev Egîd in!
Duşem 4 Tebax 2025 - 03:55
- Dayê Xoxê roniya çavê xwe Dijwar Feqîr ji bo parastina Şengalê feda kir bang li hemû Êzidiyan dike ku xwedî li şopa şehîdan derkevin û dibêje:“Eger ne ji van egîdan bûya, wê kes nekarîba vegere û li Şengalê bijî.”
Li gorî dîroka devkî ya Êzidiyan û gelek belgeyên nivîskî zêdeyî 73 ferman li Êzidiyan rabûne. Êzidî, weke fermana herî mezin û dijwar fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li Şengalê dibînin. Bi hezaran Êzidî bi komî û dibe ku bi saxî hatin binax kirin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin, hîn jî aqûbeta bi hezaran kesî jî ne diyar e. Hîn jî bi hezaran jinên Êzidî di destê DAIŞ’ê de ne û winda ne. Bi hezaran Êzidî jî koçê her devera cîhanê kirin. Dema koç kirin, xeyal nedikirin wê Şengal careke din bibe ya Êzidiyan, jiyaneke azad û birûmet li ser vê axê bijîn.
Her şehîdek destanek e
Lê yên vê xeyalê veguhertin rastiyê hebûn. 12 hawarî û ciwanên Êzidî yên li pey vê hêviya ku tirsê diçirand çûn, karîn vê carê her tiştî berovajî bikin. Berê jî Êzidî li dijî fermanan ne teslimiyet, timî berxwedan hilbijartiye. Ji ber vêya karîne baweriya xwe biparêzin. Lê li her dera ku ferman rabûye, terk kiriye û êdî lê venegeriyaye. Lê vê carê ev hate berovajîkirin. Ev jî ji saya qehremanên ji çar parçeyên Kurdistanê û Şengalê ve hate kirin. Niha bi sedan ciwanên ji çar parçeyên Kurdistanê û ji Şengalê li Şehîdgeha Ş.Dilgeş û Ş. Berxwedan in. Her yek xwedî çîrokek berxwedan û egîdiyê ye. Her yek destanek e.
Yek ji wan pêşengan jî Merwan Bedel bi nasnav Dijwar Feqîr e. Merwan Bedel ku têkoşîneke mezin li dijî DAIŞ’ê da, ji bo ji nûve avakirina Şengalê ji parastinê bigire heya, siyaset û dîplomasiyê bi erka xwe rabû, bi destê hevkarên DAIŞ’ê, bi destê Dijminê Kokê hate şehîd kirin. Merwan Bedel (Dijwar Feqîr) ku hevserokê Desteya Rêveber ya Şengalê bû, 7’ê Kanûna 2021’an rojekî beriya cejnê tevî zarokên xwe bû hedefa balafira dewleta Tirk. Merwan Bedel di encama êrişê de şehîd bûbû, zarokên wî jî bi sivîkî birîndar bûbûn.
Dayîkeke pîroz a Şengalê: Dayê Xoxê
Dayika Merwan Bedel, Dayê Xoxê çirkeyek jî ji rêya kurê xwe dûr neket, di her merasîmekî de, li şehîdgehê serdana kurê xwe û hemû lehengên di hembêza Çiyayê Şengalê de hatine veşartin dike. Xwediyên rasteqîn ên Şengalê ew û zarokên wan in. Ji bo welat û rûmet ji dest neçe, ev dayîk fedekariyên mezin kirin, zarokên xwe yên herî bedew û jîr feda kirin. Bi xwe jî niha di rêya ku zarokên wan vekiriye de bê dûdilî û bi serbilindî diçin. Dayê Xoxê behsa çîroka kurê xwe ya destpêkirina têkoşînê dike û dibêje:“DAIŞ ketibû gelek deverên Iraqê û hereketeke wan hebû. Dijwar û komek hevalên xwe ji bo pêşî li êrişên DAIŞ’ê li ser Êzidiyan bigirin, li hev diciviyan. Wê demê di nava xwe de diaxivîn. Lêgerîneke wan hebû, ka eger rewşek rû bide çawa parastina me bikin. Piştî demekî ji min re got, dixwazim tevlî têkoşînê bibim. Ya rast min nedixwest ji Şengalê dûr bikeve, ji ber zarokên wî biçûk bûn. Lê min got, hûn dikarin li gel hevalên xwe parastina Şengalê bikin.”
Xwediyên Şengalê şehîd in
Şehîd Dijwar Feqîr ji dayîka xwe re behsa gerîlayên PKK’ê dike û dibêje, dixwazin ji keç û xortên Şengalê hêzek ava bikin û dibêje:“Ji bo pêşî li fermanan were girtin, dixwazin hêzek ji keç û xortên Êzidî ava bikin. Ji xwe dema DAIŞ êriş dikir ser Şengalê, Dijwar û hevalên wî li her derê pêşî li wan digirtin. Ji kîjan eniyê ve hatiban Dijwar xwe dida wî alî. Gelek caran tî, birçî û di nava germahî û sermayê de, her bi DAIŞ’ê re di nava şer de bûn.” Dayê Xoxê dibêje, eger ne ji van ‘egîdan’ ba, wê kes nekarîba li Şengalê jiyan kiriba û wiha behsa fedekariyên hatine kirin dike:“Eger ne ji van egîdan ba, wê kes nekarîba li Şengalê bijî. Me li Şengalê gelek nirxên mezin da. Ciwan û egîdên me ku ji me mezintir bûn, me da. Yên Şengalê terk nedan, zor û zehmetiyê jiyan, zarokên xwe şehîd dan, divê li vir xwedî gotin û biryar bin. Hinek derdikevin dibêjin me wisa kir û wisa kir, lê yên li Şengalê kirin û di ber de canê xwe dan diyar in. Yên qet li Şengalê li ber xwe nedane, parçeyek ji xwe di ber de feda nekirine, yên herî zêde derdikevin û li ser navê Şengalê diaxivinin. Ya herî bi dayîkên şehîdan zor tê jî ev e. Me nevê kes bi navê Şengalê biryarê bide. Divê yên li Şengalê mane, li ber xwe dane, şehîd dane yanî malbatên wan biryarê bidin. Hinek ji dema fermanê ve ji Şengalê derketine û çavê wan li Şengalê neketiye, lê diçin dewletan û behsa Şengalê dikin! Yên dixwazin ji Şengalê re kar bikin, bila werin vir û ji vir bipeyîvin.”
ROJNEWS/ÎBRAHÎM ÊZIDÎ