Têkoşîna yekgirtî serketinê mîsoger dike

Sêşem 4 Mijdar 2025 - 03:32

Encamnameya komxebata “Em ji bo demokrasî û aştiyê dicivin, derfetên têkoşînê dinirxînin” a ji aliyê DEM Partî, EHP, EMEP, SMF, TÎP û TOP’ê ve bi rengekî hevpar hatî lidarxistin, hate weşandin. Komxebat 1-2’yê Mijdarê hate lidarxistin. Di komxebatê de rewşa îro ya sîstema zagona bingehîn a li Tirkiyeyê, siberoja azadî û mafan, pêkanînên qeyûm ên ji rêveberiyên herêmî heya kongreyên partiyan, astên krîza temsîl û otorîterbûnê, ezmûnên rêveberiyê yên li Tirkiyeyê û derfetên ji bo lêgerîna aştiyê hatin nîqaşkirin. Di metna encamnameya komxebatê de hate diyarkirin ku li Tirkiyeyê qala sîstemeke zagona bingehîn nayê kirin û Tirkiye ber bi rejîmeke bêhiqûqiyê ve tê dehfdan. Hate destnîşankirin ku xespkirina azadiya girtiyên siyasî, dewamkirina girtin-binçavkirinan, qedexekirina grevan, rakirina mafê peymana komî, binpêkirinên li hemberî girtiyên siyasî, qala mafê hêviyê nekirin û pêkanînên ku gefê li mafê jiyanê dixwin, bêedaletiya vê sîstemê her roj radixe ber çavan. Di encamnameyê de hate ragihandin ku pêkanînên qeyim mafê gel ê hilbijartinê binpê dike û hate destnîşankirin ku rêveberiyeke yek navendî, derhiqûqî, zayendparêz û girêdayî kêfiyetê tê avakirin.

Di encamnameyê de ev tişt jî hate diyarkirin:“Em jî dizanin ku; mîsogerkirina aştî, hiqûq û edaletê bi têkoşîna demokrasiyê re pêkan e. Ji bo rakirina biryarên qeyim, berdana girtiyên siyasî, pêkanîna biryarên AYM û AÎHM’ê ti astengiyeke qanûnî nîne; tenê îradeya siyasî kêm e. Em xeteke aştiyê ya ku çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna welêt esas digire, girîng dibînin. Weke hêzên ked, demokrasî û aştiyê îro berpirsyariya me ya dîrokî ye ku em vê xetê bi hev re ava bikin, mafên demokratîk û azadiya siyasî bi dest bixin.” Hate ragihandin ku serketina têkoşîna aştî û demokrasiyê ne bi bendewariya ji desthilatdariyê; lê bi hêza cewherî ya gel û têkoşîna yekgirtî wê were mîsogerkirin û wiha hate gotin:“Em bi biryar in ku têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê bi hêzên têkoşînê yên herêmî re mezin bikin. Çareseriya pirsgirêka Kurd, parçeyekî vê têkoşînê ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.