Beşdariya siyaseta demokratîk divê

Sêşem 4 Mijdar 2025 - 03:40

ROZA METÎNA / AMED

Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç  da zanîn divê rê ber kesên ku dev ji têkoşîna çekdarî berdabin bê vekirin da ku beşdarî siyaseta demokratîk bibin û got:”Ev yek avakirina qanûnên taybetî yên pêvajoyê hewce dike. Ev bingeha qanûnî ye ku di daxuyaniyê de tê teqezkirin.”

Pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" dewam dike. Di vê çarçoveyê de, di 26'ê Cotmehê de Tevgera Azadiya Kurd ragihand ku hêzên xwe ji Bakur vekişandiye û bi vê re daxuyaniyek weşand. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Amedê Mehmet Kamaç têkildarî pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk", biryara vekişandinê, vekirina rêya siyaseta demokratîk, çêkirina bingeha hiqûqî û helwesta medyaya alîgir nirxandin kir. Mehmet Kamaç wiha got:". Tenê hikûmet û dewleta Tirkiyeyê dikare bersiva vê yekê bide. Berpirsiyarî li ser milê hikûmetê ye. Divê hikûmet di zûtirîn demê de bersivên pratîk bide van gavên pratîk da ku pêşveçûn û serkeftina pêvajoyê misoger bike."

Aştî avakirina civakek demokratîk e

Mehmet Kamaç da zanîn pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" derfeteke dîrokî ye û got:"Aştî şertê ewlehî, serfirazî û jiyaneke bi exlaq e. Aştî, bi vî awayî, avakirina civakeke demokratîk e. Di vê civakê de jî hemû gel, bawerî û nêrînên cîhanê yên îdeolojîk hene, rêzê li maf û qanûnên hevdu digirin û azadiya wan nayê binpêkirin. Aştî û civaka demokratîk ji bo her kesî pir watedar e. Îhtîmala bidestxistina aştiyê bandorek erênî li ser civakê kiriye. Ji ber van û gelek sedemên din, ez dikarim bi eşkere bibêjim ku pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' derfeteke dîrokî ye. Ev derfeta dîrokî di heman demê de berpirsiyariyeke dîrokî ye."

Berpirsiyarî li ser milê hikûmetê ye

Mehmet Kamaç vekişandina hêzên Tevgera Azadiya Kurd a 26'ê Cotmehê ya ji Bakur wiha şîrove kir:"Piştî banga 27'ê Sibatê, bersiva erênî ya PKK'ê ya ji bo vê bangê, biryara ku di Kongreya 12'emîn de hatiye girtin, merasîma şewitandina çekan a wekî bersiv û paşê vekişîna hêzan a ji Bakur, hemî girîngî û ciddiyeta pêvajoyê nîşan didin. Ev yek jî îradeya ku Birêz Ocalan nîşan daye û bawerî û biryardariya li pişt vê îradeyê nîşan dide. Ev gavên ku heta niha hatine avêtin, her çend yekalî bin jî, ji bo vekirina rê ya li ber pêvajoyê û misogerkirina dewamiya wê xwedî girîngiyeke dîrokî ne. Tenê hikûmet û dewleta Tirkiyeyê dikare bersiva vê yekê bide. Berpirsiyarî li ser milê hikûmetê ye. Divê hikûmet di zûtirîn demê de bersivên pratîk bide van gavên pratîk da ku pêşveçûn û serkeftina pêvajoyê misoger bike."

Beşdariya siyaseta demokratîk divê

Mehmet Kamaç di heman demê de bal bir ser gavên hiqûqî û vekirina rêya siyaseta demokratîk û wiha pê de çû:"Bê guman, ev gav dê bi rêziknameyên qanûnî yên ku bi ruhê pêvajoyê re li hev dikin girîngiyê bi dest bixin. Divê rê ber kesên ku dev ji têkoşîna çekdarî berdabin bê vekirin da ku beşdarî siyaseta demokratîk bibin. Ev yek avakirina qanûnên taybetî yên pêvajoyê hewce dike. Ev bingeha qanûnî ye ku di daxuyaniyê de tê teqezkirin. Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk û Biratî û Demokrasiyê ya ku li meclisê hat damezrandin, xwedî girîngiyek dîrokî ye. Vê komîsyonê civînên girîng li dar xistin. Kesên dev ji têkoşîna çekdarî berdana, nayê wê manê ku dev ji têkoşîna xwe bi temamî berdane. Wan tenê rêbazên xwe guhertine. Ew ji têkoşîna çekdarî derbasî têkoşîna demokratîk dibin. Divê platformek ji bo beşdarbûna wan a di têkoşîna demokratîk de were amadekirin û divê rêya siyaseta demokratîk were vekirin. Tiştek ji vê xwezayîtir tune ye, xwezaya pêvajoyê vê yekê dixwaze. Ji ber vê yekê, divê qanûnên taybetî ji bo vê pêvajoyê bêyî derengmayînê werin amadekirin, ji hêla parlamentoyê ve werin pejirandin û werin bicîhanîn. Ev ne tenê ji bo wan, lê ji bo her kesê ku rêbazên siyaseta demokratîk dipejirîne girîng e. Bifikirin îro, bi hezaran siyasetmedar tenê ji ber xebatên xwe yên siyasî girtî ne. Ev daxwaz rewşa heyî ya Tirkiyeyê jî nîşan dide. Siyaseta demokratîk, ku çarçoveya wê bi giranî hatiye sînordarkirin, divê bi tevahî ji her kesî re peyda bibe.”

Divê meseleya Kurd bê çareserkirin

Mehmet Kamaç bal bir ser çareserkirina meseleya kurd û wiha dewam kir:"Pirsgirêka Kurd bi sedsalan e dewam dike, her tim kevneşopiyek û temsîliyeta têkoşînê li gorî ruhê demê ava dike. PKK encama vê pirsgirêkê ye. Bi gotineke din, di têkiliya sedem-encamê de, PKK encamê temsîl dike. Heta ku sedemên bingehîn ên van encaman neyên rakirin, rakirina encaman bi her awayî ne watedar e û ne jî rasteqîn e. Ji ber vê yekê, çareserkirina pirsgirêka Kurd aliyê herî girîng ê vê pirsgirêkê ye. Ruhê demê û pêvajoyê çareseriyek demokratîk a ji bo pirsgirêka Kurd ferz dike. Ev rastî, digel xal û ezmûnên ku di daxuyaniyê de hatine destnîşankirin, mijara sereke ya pêvajoyê pêk tîne."

Medyaya alîgir pêvajoyê jehrî dike

Mehmet Kamaç li ser helwesta çapemeniya tirk a têkildarî gava dîrokî jî wiha got:"Ev pêvajo gaveke girîng û dîrokî ye. Lêbelê, di heman demê de hesas e. Divê her kes ji van taybetmendiyên pêvajoyê haydar be. Anketên raya giştî jî nîşan didin ku hêviya ji bo pêvajoyê pir zêde ye, lê bawerî, berevajî vê, pir kêm e. Faktora sereke ku vê bêbaweriya zêde dike zimanê hin beşan, nemaze çapemeniyê ye. Bi taybetî medyaya alîgir pêvajoyê jehrî dike. Ev ziman ne tenê beşek mezin a ji civakê jehrî dike, di heman demê de bi rastiya civakek aştîxwaz û demokratîk re jî ne lihevhatî ye. Ev zimanê neyînî bingeha bêbaweriyê ya di pêvajoyê de pêk tîne. Ger ziman neguhere, ev tê vê wateyê ku zihniyet jî neguheriye. Ziman îfadeya nêzîkatiya derûnî ye. Ji ber vê yekê, divê medya dev ji vî zimanê neyînî berde û zimanekî avaker bi kar bîne ji bo xizmeta pêvajoyê bike û ber bi serkeftinê ve bibe. Ji bo serkeftina vê pêvajoyê a çavkaniya hêviya civakî temsîl dike, divê her kes bi hesasiyet tevbigere."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.