Dewlet pêk neyne em ê pêk bînin!

Sêşem 4 Mijdar 2025 - 03:45

Di encama polîtîkayên zayendperest a desthilatdariyê û pratîka bêcezahiştinê ya darazê de jin bi awayekî sîstematîk hedef tên girtin. Li Tirkiye û Kurdistanê tundiya mêr, mafê jiyanê ya jinan ji dest digire. Polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê dide gumanbaran û qada jiyana jinan her diçe teng dibe. Li gorî daneyên JINNEWS’ê di meha îlonê de 19 jin û zarok di encama tundiya mêr de jiyana xwe ji dest dan; 21 jin û zarokek jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) ya pola çaran a Fakulteya Dermanfiroşiyê Berfîn Tekîn li ser tundiya li ser jinan û têkoşîna li dijî vê yekê nirxandin kir. Berfîn Tekîn balkişand ser qetilkirinên jinan û tundiya ku her diçe zêde dibe û bi lêv kir ku polîtîkayên bêcezahiştinê tundiyê mezin dike û got:“Li welatê me di salên dawî de gelek jin tên qetilkirin û serê bûyeran tê girtin. Mînak hevala me winda bû, kesî tiştek negot. Piştre gotin ‘întîxar e’. Piştî mehan şûnde rapora DNA’yê derket, li ser bedena wê du DNA’yên aydê kesên cuda hat dîtin. Serê cînayetan tê girtin. Gumanbar tên parastin an jî qet ceza nayê dayîn. Cezayên bi bandor nayên dayîn. Ev jî her roj zêde dibe. Em jin li dijî vê ne.  Em bi hevalên xwe re her roj li kampusê çalakiyan dikin. Em ê bigihêjin heqîqetê.”

Qiravat dibe sedema daxistina ceza 

Berfîn Tekîn li ser cezayên ku li gumanbaran tên birîn sekinî û got:“Qiravatek, cil û bergên baş dibin sedema daxistina ceza. Niha gumanbar salek du salan dimînin û derdikevin, piştre sûcên nû dikin. Ger cezayên giran bihatana dayîn wê ev nehatibana jiyîn. Li welatê me qirkirina jinan di asta cidî de ye. Dewlet di vê mijarê de têr bikira wê doz bi salan berdewam nekiriba. Em jî hîna di lêgerîna edaletê de ne. Em jin piştgiriyê bidin hev, di piştevaniyê de bin em ê biserkevin. Doza me bi hêza jin û civakê didome. Piştevaniya jinan hebe wê pêşî li cînayetên jinan bê girtin.” Berfîn Tekîn di dawiya axaftina xwe de hebûna jinan a di qada cemawerî de jî nirxand û got:“Tevî sala malbatê hatiye îlankirin jî hîna jin hepsê malê tên kirin. Jin hîna di nava çar dîwaran de tên tengezarkirin. Dewlet gavên pêwist navêje em ê li kolanan edaleta xwe pêk bînin. Em jin heta hebin wê aştiyê jî ava bikin.”

JINNEWS/BUŞRA TÛRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.