Divê komîsyon Ocalan bibîne

Sêşem 4 Mijdar 2025 - 03:48

Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Huseyîn Bîrlîk, diyar kir ku pêvajo ne tenê bi beşdariya gelê Kurd lê bi tevlibûna hemû gelan dikare pêş bikeve. Bîrlîk, diyar kir ku Rêber APO di daxuyaniyên xwe de zemîna dîrokî ya pirsgirêka Kurd bi berfirehî nirxandiye û got:’’Ji roja Tevgera Azadiyê ya Kurd hatiye avakirin heta niha di aqilê dewletê de tu guhertinek nîne. Gelê Kurd, li dijî vî aqilî li ber xwe dide, yekitî, sazî û platformên xwe birêxistin kir. Rêbertiyê, di sala 1993’yan de bi daxuyaniyekê gotibû ‘Ev pirsgirêk dikare bi rêyên demokratîk were çareserkirin.’ Ango armanc ne şer û mirin bû. Ew bi xwe jî dibêje ku heke wê demê muxatab hebûya, wê mesele bi rêyên demokratîk bihata çareserkirin. Rêbertî, wê demê çi gotibe niha jî heman tiştan dibêje. Ev pêvajo tenê bi dest û hêza Kurdan biencam nabe. Hewceye hemû kesên daxwaza demokrasî, azadî, wekhevî û aramiyê dikin destê xwe deynin bin kevir. Firsendekî mezin e ku birêz Ocalan ev bang kir.” Bîrlîk, diyar kir ku di qonaxa heyî de hin alî dixwazin meseleyê mîna berê bi rêbazên zordarî û zilmê çareser bikin û got:“Ji ber ku derdorên menfaeta wan di vê meseleyê de hene. Yên niha nîjadperestî û êrişan dikin, bi rastî jî xetereyeke mezin in. Li dijî kesên cisareta xerakirina pêvajoyê di xwe de dibînin, divê kesên aştî, demokrasî û wekheviyê dixwazin jî bi hev re tevbigerin da ku pêvajo bi ser keve.” 

Baskê din ê kevokê hîn vala ye! 

Bîrlîk, gavên heta niha Tevgera Azadiyê ya Kurd avêtin bi bîr xist û got:“Gava dawî jî, nîşaneya jidilbûnê bû. Kurdan, bi van gavan nîşan da ku xwedî li pêvajoyê derdikevin. Ji bo gel ji çareseriyê bawer bike, divê dewlet jî gavan biavêje. Komîsyonê hêj jî bi birêz Ocalan re hevdîtin nekiriye. Ev, kêmasiyeke mezin e. Heta ku ev komîsyon bi muxatabê esasî re hevdîtinê neke wê pirsgirêk çawa çareser bibe?” Bîrlîk, destnîşan kir ku gava ewil a divê dewlet biavêje, başkirina şertên Abdullah Ocalan e û got:“Divê birêz Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinê bike. Gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd avêtî hêj bi tenê ne. Wekî Devlet Bahçelî jî gotibû ‘Kevoka aştiyê bi yek baskî nikare bifire.’ Birêz Ocalan û tevgerê ji bo baskê yekemîn gavên dîrokî avêt. Lê cihê baskê din hêj vala ye. Divê cidî nêzî muxatabê wê bibin.” 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.