Seferberiya meşa Kolnê ya mezin
Sêşem 4 Mijdar 2025 - 03:50

Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê têkildarî pêvajoya siyasî ya heyî civîna gel hate lidarxistin. Civîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir û tevlîbûna zêde ya gel balê kişand. Siyasetmedar Faysal Sariyildiz di civînê de axivî û got:“Rêber Apo dibêje ku kesek nikare ji Enqereyê bê û Kurdistanê bi rêve bibe. Li Rojhilata Kurdistanê aktorê siyasî ya herî xurt êdî Kurd in. Kurd îro ne tenê ji bo gelê xwe, ji bo hemû gelên herêmê hilgirên çareseriya demokratîk in. Li Rojhilata Navîn bêyî felsefe û paradîgmaya Rêber Apo, çareseriyeke rast ne pêkan e.” Piştre, Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok axivî û got:“Divê her kes vê pêvajoyê rast fêm bike û ji derdora xwe re bibêje.” Gok diyar kir ku pêwîstiya pêvajoyê bi fedakarî û demê heye û wiha got:“Bêyî fedakariyê azadî nabe. Ev, tecrûbeya herî mezin a têkoşîna sedsalî ya gelê me ye.” Gok di dawiya axaftina xwe de banga tevlîbûnê ji bo meşa Kolnê kir ku wê di 8’ê Mijdarê de bê lidarxistin û got:“Divê her kes piştgirî bide vê meşê. Ji ber ku azadiya Rêbertî azadiya gelan e.” Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
Meşa azadiya Rêber APO
Konseya Civakên Kurdistanî ya Hollandayê (DEM-NED), bi daxuyaniyekî banga tevlîbûnê ji bo Meşa Mezin a Kolnê kir û hate gotin:“Ji bo xurtkirina destê Tevgera Azadiyê, dema li hev kombûnê ye.” Li bajarê Emmerich ê Elmanyayê, bi tevlîbûna Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyan a Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut, ji bo azadiya Rêber Apo û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, civîneke gel pêk hat. Zumrut tekez kir ku divê li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo, armancên civaka demokratîk û aştiyane û êrîşên dewleta Tirk, bêdengî neyê girtin. Her wiha di civînê de bangewazî hat kirin ku beşdarî meşa ku 8’ê Mijdarê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê were lidarxistin bibin. Di civîna ku li bajarê Monchengladbach ê Elmanyayê hat lidarxistin de jî siyasetmedar Besime Konca û Şevin Amedî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin. Di civînê de rewşa heyî ya pêvajoyê û bandorên wê yên civakî hatin destgirtin û bangewazî ji bo tevlîbûna "Meşa Azadiya Rêber Apo" ya ku wê 8’ê Mijdarê li Kolnê pêk were, li beşdaran hat kirin.
Azadiya Rêber APO azadiya gelan e
Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, Meclîsa Gel a Demokratîk a Drancyê li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, bi tevlîbûna gel daxuyaniya çapemeniyê da. Meclîsê banga tevlîbûna xurt ji bo meş û mitînga mezin a di 8’ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, kir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê hemû Kurdistaniyên li Drancyê dijîn û dostên wan cihê xwe di meşa Kolnê de bigirin. Piştî daxuyaniyê serdana esnafên li Drancyê hat kirin, broşur hatin belavkirin û afîş li dîwaran hatin daleqandin. Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi tevlîbûna siyasetmedar Ferhat Encu, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Darmstadtê civîn hate lidarxistin. Gelek kes tevlî civînê bûn û eleqeya gel a ji bo pêvajoya heyî balê kişand. Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Pişte, siyasetmedar Ferhat Encu axivî û pêvajoya siyasî ya heyî nirxand û got:“Rêya çareseriya demokratîk û aştiyê ji têkoşîna birêxistinkirî ya gelê me derbas dibe. Ji ber vê yekê divê her Kurdistanî cihê xwe de meşa Kolnê ya 8’ê Mijdarê de bigre.” Di dawiya çalakiyê de nûnerên Meclîsa Jinan û Meclîsa Herêmê, banga tevlîbûna girseyî li meşa Kolnê ya di 8’ê Mijdarê de kir. Di daxuyaniya li ser navê Meclîsê de wiha hate gotin:“Azadiya Rêber Apo, azadiya gelan e. Em ê di 8’ê Mijdarê de bi hev re li Kolnê bin.”
NAVENDA NÛÇEYAN















