Nîfaqa PDK’ê, Tifaqa Şengalê!

Merwan ZERDEŞT nivîsand —

În 30 Hezîran 2023 - 00:02

Beriya çend rojan, di 24’ê Hezîranê de li Şengalê ji bo tifaqê gaveke girîng hate avêtin û bi navê Koordînasyona Hêz û Pekhateyên Şengalê ya Neteweyî yekîtiya çend partiyên siyasî û komên baweriyê yên herêmê hate ragihandin. Weke tê zanîn di demên dawî de êrîşên giran li ser Şengalê berdewam in û gelek hesabên bêbext têne kirin. Di pêvajoyeke wisa giran de ragihandina vê tifaqê bi qiymet û giranbuha ye, pêwîst e were xurtkirin û berfirehkirin. Ev yekîtî hem tifaqeke siyasî ye ku YNK, Teqeddûm û PADÊ beşdar bûne hem jî tifaqa çand û baweriyên Şengalê ye ku Êzidî, Sune, Şîa û Mesîhî tê de cih digirin.

Di dîroka Êzidiyan de yek ji sedemên esasî ku rê li ber fermanan vekiriye nebûna tifaqeke xurt bû, ji xwe weke coxrafya civaka Êzidî hatibû parçekirin di ser de nakokiyên eşîran û nebûna fikreke yekgirtî ya civakî bû sedem ku civaka Êzidî evçend rû bi rûyê fermanan bibe. Her wiha di her fermanekê de civaka Êzidî weke coxrafya, nifûs, îdarî û siyasî jî zêdetir hate parçekirin.

Ji ber vê rastiya dîrokî, piştî fermana 3.8.2014’an yek ji xebatên esasî ku li Şengalê hate meşandin xebatên pêşxistina yekîtiya civakî û siyasî ya civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê bû. Ji aliyekî ve li dijî êrîşên DAIŞ’ê parastina Şengalê û Ezdatiyê dihate kirin li aliyê din jî ji bo yekîtiya Êzidxanê kar û xebat dihate meşandin. Yê ku herî zêde ji bo yekîtiya civaka Êzidî û gelên herêmê kar kir jî Şehîd Mam Zekî û Mam Beşîr bûn. Beriya her tiştî lazim e em ked û xebata wan, hêvî û bendewariyên wan bînin bîra xwe da ku em karibin vê pêngava nû xurt bikin û bibin serî.

Bi taybet PDK ji bo civaka Êzidî ji hev bixîne û parçe bike çi ji dest tê dike. Ji baweriya Ezdatiyê bigire heya yekîtiya wê ya fikrî û siyasî ji bo nakokî û pevçûnan di nav civaka Êzidî de pêş bixe siyaseteke taybet dimeşîne. Çi demî civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê ber bi tifaqê gav bavêjin, PDK nîfaqê dixe nav civaka Êzidî. PDK hewl dide ji aliyekî ve di nav civaka Êzidî de parçebûnê kûr bike, li aliye din jî di navbera civaka Êzidî û gele Ereb de nakokî û pevçûnan pêş bixe. Beriya niha jî hewldanên yekîtî û tifaqê ji ber vê siyaseta PDK’ê tam neçûn serî.

Beguman wê PDK careke din hewl bide vê tifaqê ji hev bixîne û nakokiyan bixe nav vê tifaqê. Beriya her tiştî lazim e em li ber hewldanên PDK’ê hişyar bin. Ya duyemîn, pêdivî pê heye ku ev tifaq were berfirehkirin. Di rewşa heyî de ev tifaq bi giranî bi Şengalê re sînordar e, lê pêwîst e ev tifaq ber bi tifaqa Êzîdxanê û hemû deşta Nînowayê ve were berfirehkirin.

Ev tifaq ji bo vegera gel û avedaniya Şengalê, ji bo parastina ewlehî û aramiya Şengalê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên îdarî (xwerêvebirin) ya Şengalê bareke giran daye ser pişta xwe. Lazim e hemû civaka Êzidî, gelên herêmê û xêrxwazên Êzidiyan hêz û qewetê bidin vê tifaqê. 

Ya din, lazim e hikumeta Sûdanî ya Iraqê wê tifaqê weke derfeteke baş binirxîne, bi vê tifaqê re muxatabî pêş bixe û ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şengalê nexşerêyekê amade bike. Ji xwe, yek ji xalên esasî ya daxuyaniya vê tifaqê, têkoşîna li dijî Peymana 9’ê Cotmehê ye. Lazim e hikumeta Iraqê jî êdî li ser parçekirina civaka Êzidî û Şengalê siyasetê nemeşîne. Hem Rêveberiya Xweser a Şengalê, hem Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê ya Neteweyî weke muxatabên esasî hene. Ger hikumeta Sûdanî bi vê tifaqê re têkiliyeke rast a demokratîk pêş bixe, mimkûn e ku di demeke kurt de pirsgirêkên bingehîn ên Şengalê were çareserkirin. 

Di dawiya payîza salê de, li Iraqê hilbijartina herêmî (ya parêzgehan) heye, wê ev tifaq ji bo şaredarî, qeymeqam, midûr nahiye û rêveberiyên din ên herêmî bi hev re kar bimeşîne. Ger hikumeta Iraqê jî îradeya Şengalê nas bike, ev hilbijartina payîzê dibe derfeteke baş ji bo çareserkirina pirsgirêkên îdarî. Her wiha hikumeta Iraqê dikare ji bo vegera koçberan û avedaniya Şengalê jî bi vê tifaqê re kareke hevbeş bide meşandin. Em jî vê tifaqê bi dil û can pîroz dikin, weke ku Hevserokê desteya Rêvebir a Şengalê Xwedêda Ilyas jî gotibû: ‘’ Li Şengalê tifaq çêbû, kes nikare rê li ber bigire.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.