Ocalan em ji fermanê xilas kirin

Sêşem 30 Tîrmeh 2024 - 00:36

Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji bo  salvegera  10’an a fermanê bi dirûşmeya “Ji bo civaka Êzidî edalet û azadî” komxebat li dar xist. Komxebat bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû.

Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji bo salvegera 10’an a fermanê bi dirûşmeya “Ji bo civaka Êzidî edalet û azadî” komxebat li dar xist. Komxebat bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû.

Encamname ji aliyê Endamê Komîteya Amadekar a Konferansê Argeş Şengalî ve hat xwendin.

Xalên di encamnameyê de:

  • * Ji bo edalet pêk were divê mafê Xweparastin û Xwerêvebirinê ya Civaka Êzidî were naskirin.
  • *  Divê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê û dîwana edaletê ya Laheyê, DAÎŞ’ê û hevkarên wê, dîsa xiyanetkarên Mala Barzanî dadgehî bike, da ku heq, hiqûq û edalet pêk were.
  • * Divê di serî de hikûmeta Iraqê, dewletên navnetewî jî peymana 9’ê Cotmehê betal bikin û pêşî li êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê bigrin.
  • * Yê ku Êzidiyan ji fermanê parast, afrînerê fikirê netewa Demokratîk, Rêber Apo ye. Li ser fikir û felsefeya Rêber Apo, civaka Êzidî xwe parast û pergala Rêveberiya Xweser danî.
  • * Netewa demokratîk ji bo hemû gelên Iraqê, hêza çareseriyê diafrîne.
  • * Azadiya Rêber Apo, Azadiya me ye, heta niha çawa me ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn kiriye, em ê ji niha û pê ve jî têkoşîna xwe ya siyasî, hiqûqî li hundir û derve xurtir bikin.
  • * Divê hem gelê Iraqê û hem jî hikûmeta Iraqê baş bizanibe ku eger dixwazin xwe ji aloziya civakî, siyasî, olî, mezhebî, etnîkî, û aborî xilas bikin, tekane çareserî di netewa Demokratîk re derbas dibe.
  • * Tevahî civaka Êzidî, divê di ferqê de be ku pêşiya fermana girtin, hebûn û maf û azadiya Êzidiyan di avakirina netewa demokratîk re derbas dibe. Ev yek jî li Şengalê hatiye avakirin. Ji bo wê divê hemû Êzidî vegerin ser axa xwe û ji bo azadiya xwe têbikoşin. Divê Şengalî vegerin Şengalê û divê Êzidiyên li tevahî dinyayê xwedî li têkoşîna Êzidiyên li Şengalê derbikevin. Di heman demê de em bang li hemû dostên Êzidiyan, demokrasîxwazan dikin ku hîn zêdetir li têkoşîna civaka Êzidî derbikevin.
  • * Li ser vî bingehî komxebata me bi awayek serkeftî bi encam bû, em Şehîdên 74 Fermanan carek din bi rêzdarî bi bîr tînin û em ê ji bo xwe parastina ji fermanan ji bo xwebirêvebirinê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. Em ê fermanê ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin. Heta ku sûcdarên fermanê neyên darizandin, wê edaleta ji bo civaka Êzidî pêk neyê. Heta edaleta ji bo civaka Êzidî pêk neyê em ê têkoşîna xwe her biçe mezintir bikin.”

       ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.