Rêveberî wê azadiyê bîne

Sêşem 6 Tebax 2024 - 02:30

Îsal ji her salê zêdetir civaka Êzidî daxwaza hesap pirsîna ji yên bûne sedema fermanê, erka xwe parastinê bicîh ne anîne û hevkariyê bi DAIŞ’ê re kirine, kirin. Peyameke din a herî zêde derkete pêş jî, Êzidî daxwaza naskirina mafê wan ê xwerêvebirin û parastinê dikin.

Xelkê Êzidî û endamên Rêveberiya Xweser yên tevlî meşa Şengalê ya bi dirûşmeya, ‘Ji qirkirin û koletiyê ber bi xweserî û azadiyê ve’ bûn, axivîn û bangên girîng kirin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Xweser a Şengalê Hisên Sado ku tevlî meşê bû da zanîn, Êzidî dikarin bi saya Rêveberiya Xweser mafên xwe bidest bixin û got:“Ez şehîdên Êzidxanê û azadiyê bi bîrtînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Birînên me hîna nekewiyane. 10 sal li ser fermanê re derbasbûye, hîn jî ti mafek ji bo me ne hatiye nasîn. Jenosîd li gelek welatan hatibe nasîn jî, hîn Iraqê nas nekiriye! Em bawer dikin, wê Êzidî bi saya Rêveberiya Xweser mafên xwe bidestbixin.”

Em serî li ber dijmin natewînin

Cîgira Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Caklîn Hisên jî îşaret bi mafên Êzidiyan li Iraqê kir û got:“10 sal li ser fermanê re derbas bû, hîn jî ti mafek me li Iraqê ne hatiye naskirin û dîlên me di destê DAIŞ’ê de ne. Eger îro em li ser piyan in û hatine vir jî, bi saya Rêber Apo ye. Gelê me ji saya Rêber Apo xwe rêve dibe. Eger hêzên me yên YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê heye ew jî bi saya Rêber Apo ye. Divê bizanibin em ê ti carî serî li ber dijmin netewînin.” Jina Ciwan a bi navê Cîhan Hazim Îbrahîm jî bi li berkirina cilên reş û rakirina wêneyê xizmên xwe yên qurbanî daye tevlî meşê bûye û dibêje:“Bila gel çadira xwe li ser axa xwe deyne û li hember hemû êrişan bibin yek. Êdî em ji xiyanetê bêzar bûne. Eger ne ji Rêber Apo û şagirtên wî ba, em ê niha li vir nebana. Me welatên ku jenosîdê naskirin jî dît, tiştek ji bo me nekirin. Em tiştek ji wan naxwazin, bila tenê dîlên me ji destê DAIŞ’ê derbixin û xwedî li sozên xwe derbikevin.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.