Komxebata ‘Edalet û Azadiyê’

Duşem 29 Tîrmeh 2024 - 02:40

Rêveberiya Xweser a Şengalê îsal ji hemû salan bihêztir pêşwazî li salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an dike. Heya niha gelek komxebat û konferans li ser fermanê û armancên wê hatiye çêkirin. Komxebata îsal jî bi dirûşmeya, ‘Ji bo civaka Êzidî edalet û azadî’ tê lidarxistin. Zêdeyî 200 kes bi awayeke rasterast û online ji Şengal, ji Kurdistanê û derveyî welat bi şêweyeke online tevlî komxebatê dibin. Ji pêkhateya Ereb ya Şengalê û giştî Iraqê û Başûrê Kurdistanê jî tevlîbûn ji komxebatê re çêbû. Bi taybet rewşenbîr, kesayet, siyasetmedar û akademîsyenên Iraqî jî tevlî komxebatê bûn.

Di komxebatê de mijarên wekî, ‘Ferman çawa pêkhat, kî bûn sedem, armanca fermanê çibû û kî rê li qirkirina Êzidî girtin’ tên bidestgirtin. Di beşeke din de jî mijarên weke, ‘Nenaskirina Iraqê ya jenosîda Êzidiyan, sedemên wê, ne dadgehkirina DAIŞ’iyan û yên berpirsyariyên xwe yên parastina Êzidiyan bicîh neanîn, ji bo civaka Êzidî edalet û azadî, hesap pirsîn’ tê bidestgirtin. Mijara herî girîng jî ya di 10’emîn salvegera fermanê de tê bidestgirtin jî, daxwaza betalkirina Peymana 9’ê Cotmehê, dadgehkirina berpirsên fermanê DAIŞ, PDK, berpirsên hêzên Iraqê yên li Şengalê, naskirina jenosîdê, qebûlkirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên wê yên parastinê YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ye. Axaftina vekirinê ji aliyê Cîgirê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Dexîl Îbrahîm ve hate kirin. Dexîl Îbrahîm xêrhatina hemû mêvanan kir û têkildarî armanca lidarxistina komxebatê axivî. Komxebat bi moderetoriya Endamê Mekteb Siyasî ya PADÊ Qehtan Xelîl hate birêvebirin û heya saet 16.00’an dewam kir. Endama Komîteya Amadekar Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo da zanîn komxebata wan li ser 10’emîn salvegera fermanê ye û dixwazin xebatên xwe bi dirûşmeya, ‘Ji koletî û fermanan, berbi xweserî û azadiyê ve’ lidardixin û got:“Emê bi semînerên cûda yên rasterast û online komxebata xwe birêve bibin û di beşeke diyar de jî çareserî, mafê Êzidiyan nîqaş bikin.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.