Şengal mînaka jiyana demokratîk e
Duşem 27 Çile 2025 - 03:15
Civaka Êzidî rêveberiya xweser a demokratîk a Şengalê ava kir û ev 10 sal in di bin vê sîwanê de xwe rêve dibe. Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hesen li ser berxwedana gerîlayên azadiyê û rizgarkirina Şengalê got:“Bi bangawaziya Rêber Apo re gerîlayên azadiyê berê xwe dan Şengalê û civaka Êzidî ji qirkirinê xilas kirin. Piştre li ser fikir û felsefeya Rêber Apo li Şengalê desteya rêveberiya xweser hat avakirin." Rîham Hesen da zanîn ku parastin mafê her zindiyekî ye û got:“Ji bo jiyana azad a gelê me yê Êzidî pêşbikeve, me pergala rêveberiya xweser a Şengalê ava kir. Civaka Êzidî piştrast kir ku civak dikare bêyî dewletê xwe biparêze. Niha dewletên navnetewî vê projeyê nîqaş dikin. Lewre ev proje ji bo hemû gelan çareseriya demokratîk ava dike. Mafê her zindiyekî/ê heye ku parastina xwe ya cewherî bike. Ji ber vê divê herkes hêza me ya parastinê û asayişa Êzîdxanê rewa bibînin."
Divê fermanê binav bikin
Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hesen di dawiyê de da zanîn ku divê ferman ji aliyê Iraqê ve bê dîtin û got:"Dinya hemû zane ku ferman bi ser civaka Êzidî de hat ji aliyê çeteyê DAIŞ ve. Bi hezara jinên Êzidî û zarok hatin qetil kirin û firotin û mêr hatin kuştin. Niha jî çarenûsa gelek ji wan ne diyare. Gelek caran aliyên me yê dîplomasî û desteya rêveberiya xweser serdana navendên Iraq kirine da ku ferman bê binavkirin ji aliyê Iraqê ve. Pirsgirêka nedîtin û binav kirina wê jî ew e, eger bê dîtin wê dadgeh were vekirin û yê sûcdar wê ew bin. Her kes dizane ku DAIŞ bi desteka PDK’ê ferman anî serê civakê. Da ku PDK’ê carek din weke dema di fermanê de neke û civakê ne xapîne malbatên şehîdan û rêveberiya xweser rê li PDK girtiye da ku neyê Şengalê. Ji bo ku ev rastî were veşartin her dema nêzî 3’ê Tebaxa dibe behsa fermanê nayê kirin û behsa tiştên madî dikin. Dibêjin em ê koçbera vegerînin yan malên ku xerabûne em ê çêbikin bi vê nêzî civaka Êzidî dibin. Lê belê em weke civaka Êzidî dibêjin em ne pêwîstî van tiştê madî ne, tişta ku em pêwîst dibînin xwedîderketina li mafê xwe ne. Ew kesên ku xwestin civaka me tune bibe em naxwazin di bin destê wan de kar bikin."
ANF/EHMED KERKÛKÎ