Şengalê xwe ji nû ve ava kir
Pêncşem 31 Tîrmeh 2025 - 03:10
Di ser fermana 74an a Êzidiyan re 11 sal borîn. Ji roja ku hêzên ewlehiyê yên hikûmeta navendî ya Iraqê û PDK'ê ji qadê vekişiyane heya îro Êzidî û gelên li herêmê, Şengal ji nû ve ava kirin.
DAIŞ di 3'yê sala 2014'an de êrişî Şengala girêdayî bajarê Musila Iraqê kir û di êrişa wek Fermana 74'an tê pênasekirin de, nêzî 3 hezar êzidî hatin kuştin. Di nav de bi giranî jin û zarok, hezaran êzidî hatin revandin. Gelek kesên hatine revandin di bazara koleyan de hatin firotin û rastî destdirêjiyê hatin. Gelek dîlgirtî bi awayeke komî hatin kuştin, di goristanên komî de hatin veşartin. Tevî 11 salên derbasbûyî jî aqûbeta hezaran welatiyên hatine dizîn hêj jî agahî nayê girtin.
Komkujiya li pêşberî çavê hemû cîhanê pêk hatiye 11 sal li pey xwe hiştin. Ji roja ku hêzên ewlehiyê yên hikûmeta navendî ya Iraqê û PDK'ê ji qadê vekişiyane heya îro Êzidî û gelên li herêmê, Şengal ji nû ve ava kirin.
Bi bangawaziya “Jiyana xwe ya azad bi xwe ava bikin” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di sala 2016an de Yekineyên Jinên Şengalê hate avakirin. Ev yekîne di dîroka Ezdiyan de yekem carê bi ser navê parastin û rêxistina jinan bû û ev hêz 11 mehan bi Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li hember DAIŞê li ber xwe dan. Di sala 2016an de Tevbera Jinên Azad ên Êzidî (TAJÊ) hate avakirin. TAJÊ ji perwerde jînan tev lî jiyana aboriyê kîrînê de jî jînan re pêşengtî kir.
Di sala 2017an de Meclisa Demokratîk a Xweser a Şengalê hate avakirin. Meclis ji komîteyên 1-Çand, Hûner û Ragihandin, 2- Ewlehî, 3- Xizmet, 4- Qanûnsazî, 5-Perwerde, 6- Mafê Mirovan û Komeleya Malbatên Şehîdan, 7- Bawerî, Ol û Aştî, 8-Aborî, 9-Ciwan û Werzîş,, 10-Tenduristî, 11- Rêxistina Civakî, Desteya Meclisê pêk tê.
Akademî, televizyon, radyo…
Herwiha li Şengalê Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê vebû, televîzyon û radyoya ku rojane weşanê dikin jî hene. Şengelî tevî ereban komunên pêwîst ava kirin jiyana demokratîk bi sazîbûnên pêwîst re ava dikin. Ji parastinê heya perwerdeyê her aliyê jiyanê, bi cewhera xwe pirsgirêkên xwe çareser dikin.
Peyama Abdullah Ocalan
Herî dawî di 17'ê Tîrmeha 2025'an de li Şengalê bi tevlibûna zêdetirî 150 delegeyan bi navê Konferansa Ronakbiriyê ya Şengalê hate lidarxistin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê ji konferansê re peyam şand û wiha got: “… Têkoşîna Êzidiyan daye meşandin rêya me ya hemûyan ronî dike. Li ser bingeha parastina cewherî, parastina Şengalê, parastina wijdana hevpar a mirovahiyê ye….”
AW/NAVENDA NÛÇEYAN/RACÎ ABÎ