Em gihîştin hedefa xwe
Sêşem 31 Kanûn 2024 - 02:40
Çend roj maye bikevin sala 2025’an. Şengal jî weke gelek herêmên din ên Iraq û Başûrê Kurdistanê saleke bi tevger li paş xwede hişt. Rêveberiya Xweser a Şengalê vegera gel ku weke xebata xwe ya herî stratejîk didît, di nava salê de derdora 10 hezar kesî de vegeriyan ser cîh û warê xwe. Rêveberiya Xweser a Şengalê jî weke destkeftiya herî berçav a salê vegera koçberan nirxand. Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Gel ya Şengalê Cîhan Celo xebatên 2024’an nirxand û behsa planên sala nû kir. Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan beriya axaftina xwe sala nû li tevahî civaka Êzidî pîroz kir û wiha axivî:“Em salekî li pişt xwe dihêlin, sala nû pêşwazî dikin. Ez vê sala nû li tevahî gelê me pîroz dikin, hêvîdarin ev sala nû bi kêfxweşî pêşwazî û derbas bikin. Em di heman demê de li hemû gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ku niha di nava şer û pevçûnan de ye, bi dijmin re dinava berxwedan û têkoşînê de ye, pîroz dikin, hêvî dikin bibe sala azadiya gelê Kurd. Hêvî dikin koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Şehbayê vegerin ser cih û warê xwe, gelê me yê Şengalê bigihijin mafê xwe. Hîn jî xeterî li ser civaka me ya Êzidî li Şengalê heye. Îsal gelek çêbûn û me gelek şehîd dan. Ez di şexsê heval Sadun de hemû şehîdên me yên 2024’an birêzdarî bibîrtinim.”
Ji bo vegerê saleke erênî bû
Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo li ser vegera gel a ji bo Şengalê jî wiha axivî:“Ji bo mîsogerkirina Rêveberiya Xweser a Şengalê vegera koçberan yek ji hedefa me ya herî girîng bû. Ji ber hejmareke zêde ya xelkê me li derveyî welat û li kampên Herêma Kurdistanê de dijîn. Ji ber esasê civaka Êzidî li Şengalê ye û Şengal jî bi civaka xwe heye. Xebatên me yên ji bo vegerê yên di nava salê de erênî bûn.”
Êriş nikarin rêveberiyê têk bibin
Cîhan Celo da zanîn tevî êrişên dijwar yên dewleta Tirk û PDK’ê jî, sîstema wan a beriya 10 salan li ser fikrê Rêber Apo hatiye avakirin têk neçûye û got:“Meclîsa me ya xweser berê niha 10 salan li ser fikre Rêber Apo ava bû. Li ser vî fikrî bûn xwedî hêz û îrade. Civaka me êdî ne civaka berêye û li beramber şerê taybet li ber xwe dide. Ji bo parastina axa xwe berdêlên giran da û qehremaniyên mezin kir. Li gel hemû êrişan jî PDK ne gihîşt armanca xwe, gelê me rêveberiya xwe avakiriye û wê nekarin têk jî bibin.”
Azadiya Rêber APO azadiya Şengalê ye
Hevseroka MXDŞ’ê diyar kir azadiya Şengalê girêdayî azadiya Rêber Apo ye û got:“Xebateke me ya din a girîng jî pêngava azadiya Rêber Apo û têkoşîna ji bo naskirina rêveberiya xweser bû. Ji ber herdu bihev ve girêdayîne. Lewma me bi dirûşmeya, ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî’ da destpêkirin. Ev jî bi armanca mîsogerkirin û parastina rêveberiya xweser û azadiya Rêber Apo bû. Me di vê çarçoveyê de xebat meşand. Weke em dizanin metirsiya cidî ya li ser civaka me dewam dike. Desthilatdar gelan qir dikin û di komkujiyan re derbas dikin. Me kampanyayek ji bo fermana 3’yê Tebaxê weke ‘Jenosîd’ were naskirin da destpêkirin û ev hîn dewam dike.”
Iraq ser qirkirinê dinixumîne
Li ser tifaqên hikûmeta Sûdanî bi dewleta Tirk re jî Cîhan Celo wiha axivî:“Dewleta Iraqê li ser gelê me bi dewleta Tirk re tifaqê kir. Naxwazin civaka me bigihije armanca xwe û xweseriya xwe pêk bîne. Herkes qirkirinê nas dike, lê Iraq hîn jî nasnekiriye! Eger Iraq nas bike, dê para wê jî derbikeve, lewma li ser digire.”
Em ê komunan ava bikin
Li ser vegera koçberan û tevlîkirina wan ya ji bo Rêveberiya Xweser jî Cîhan Celo diyar kir, ew hedef dikin herkesê tevlî xebatê bikin û got:“Ji bo koçberên vedigerin plansaziyeke berfireh lazime. Konferans jî li ser vê pêwîstiyê hate lidarxistin. Armanc ew e gel bikare xwe li beramber êrişan rêxistin bike, bixwe parastina xwe bike û parastina xwe ji ti kesî re nêhele. Di her aliyekî de xwe rêxistinkirin pêwîste, lê meclîs têrê nakin. Ji ber vêya emê derbasê komînan bibin. Em modela Rojavayê Kurdistanê ji xwere esas digirin. Emê komînan ava bikin û wê herkes di van komînan de cih bigirin, gel wê xwe birêxistin bikin.” Li ser pêngava azadiya Rêber Apo wê di sala nû de çawa were meşandin jî hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo got:“Armanca me mîsogerkirina azadiya Rêber Apo û Xweseriya Şengalê ye. Em hêvî dikin Şengal bibe navenda nimûne ji bo Rojhilata Navîn. Emê bi berxwedanê li beramber her cûre êrişan rawestin.”
ROJNEWS/ŞENGAL