Îdareya nû wê bi îradeya Şengalê be!

Duşem 26 Sibat 2024 - 00:19

ARGEŞ ŞENGALÎ / ANF / ŞENGAL

Waliyê Mûsilê Ebdûlqadir Dexîl piştî ku bi awayeke fermî dest bi erka xwe kir, di 19’ê Sibatê de serdana xwe ya yekem ji bo Şengalê kir û li gel rayedarên leşkerî yên artêşa Iraqê, saziyên fermî û kesayetên naskirî yên Şengalê re civiya. Walî Ebdûlqadir Dexîl di daxuyaniya xwe ya ji bo ragihandinê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên îdarî, siyasî û civakî yên Şengalê îşaret bi pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê kir. Piştî vê serdanê di civîna Meclîsa Parêzgeha Mûsilê de, PDK’ê endamê encûmenê Faris Birîvkanî da îstîfakirin ji bo karibe li ser Şengalê xwedî mafê gotin û biryarê be, endamekî xwe yê Şengalî xist şûna wî. Hevserokê PADÊ Hisên Hecî serdana Waliyê Mûsilê ya Şengalê, rewşa siyasî ya li herêmê, hewldanên rojevkirina Peymana 9’ê Cotmehê û helwesta Rêveberiya Xweser a Şengalê ji ANF’ê re nirxand. Hisên Hecî bi bîr xist ku Waliyê Mûsilê Ebdûlqadir Dexîl li Şengalê serdana Firqa 20’an a artêşa Iraqê kiriye û derbarê vê serdanê de ev nirxandin kir:“Hatina walî ya Şengalê ji bo hevdîtina hin kesayaten bû, ji aliyê protokola dewletê ve ne serdaneke fermî bû. Ev serdan, ji bo hevdîtina hin sazî û kesayetan û guhdarkirina nêrînên gel bû.”

Dewleta Iraqê jî fam kir

Hisên Hecî destnîşan kir ku di axaftinên xwe de Waliyê Mûsilê behsa guhertina îdareya Şengalê kiriye û got:“Di daxuyaniyên xwe de îşaret bi pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê kir. Rojeva guherîna îdareya Şengalê tiştekî normal e. Encûmena Meclîsa Mûsilê dema dewra wî xilas bû, hin guherînan bi xwe re tîne. Lê ji bo guherîna îdareya Şengalê, gel xwedî biryarê ye. Dema Encûmena Meclîsê ji bo hin erk û rayeyan kes destnîşan kirin, wê demê raya dawî raya gelê Şengalê ye. Raya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ye. Dewleta Iraqê jî fam kir ku bêyî îradeya xelkê Şengalê îdareyek nayê avakirin. Îdareya Şengalê wê ji xelkê Şengalê be. Ew ê bi biryara xelkê Şengalê be.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.