Ne Peymana Lozanê ne jî Peymana 9’ê Cotmehê

Merwan ZERDEŞT nivîsand —

În 28 Tîrmeh 2023 - 00:05

Sedsala 20’emîn ji bo gele Kurd, gelên Kurdistanî, çand û baweriyên qedîm ên Rojhilata Navîn bi ferman, talan, sirqûn û qirkirinê derbas bû. Her cûre êrîş, ferman û komplo bi ser gelên herêmê ve hate barandin, koçberî bû lîs û hêlîn. Di 100 saliya Peymana Lozanê de li hemberî vê rastiyê ku dixwazin weke qeder li gelan ferz bikin, helwesteke xurt a siyasî û civakî hate pêşxistin. Gelên Kurdistanê ji hemû cîhanê re îlan kirin ku ew êdî di nav kirasê Peymana Lozanê de najîn û ew kiras qetandin.

Pergala ku bi Lozanê re li Kurdistanê hate danîn bû sedem ku di sedsala 21’emîn de jî ferman û talanên li ser Kurdistanê berdewam bike. Ya rast, Peymana Lozanê ‘Fermana Qirkirinê’ ye, ‘Çerxa Qirkirinê’ ye. Ev çerxa qirkirinê di 3.8.2014’an de vê carê jî li Şengalê civaka Êzidî da ber diranên xwe yên ji pola. Rast e, beriya sedsala 20’emîn jî civaka Êzidî ji ber bîr û baweriya xwe bi dehan caran rastî ferman û talanê hatine. Ev ferman bi destê siltanên Osmanî û bi deste çend beg û mîrên Kurd ên hevkar  ve hatin meşandin.

Lê di fermana 74’an de hemû hêzên herêmî li hemberî civaka Êzidî bûn yek. Dewlet û hêzên ku di Hezîrana 2014’an de tevlî civîna Ammanê bûne û fermana li ser civaka Êzidî mohr kirine têne zanîn. Yê ku wan dewlet û hêzan anî ba hev û di fermanê de ew kirin yek, Peymana Lozanê bû. Yanî, çerxa ku ji aliye Lozanê ve li herêmê hatibû danîn rê li ber vê fermanê vekir. Bi wesîleya 100 saliya Peymana Lozanê, lazim e em vê heqîqetê zêdetir binirxînin û fam bikin. 

Gelên Kurdistanî di nav hefteya borî de sekn û helwesta xwe ya li hemberî Peymana Lozanê nişan dan û bi yek dengî vê peymana qirkirinê ku Kurdistanê bê statu dihêle û rê li ber tinekirina Kurdan vedike red kirin. Niha civaka Êzidî jî amadekariya 9’emîn salvegera fermanê dike û Peymana 9’ê Cotmehê ku îradeya civaka Êzidî nas nake, rê li ber fermanên nû vedike red dike, daxwaza statuya Şengalê ji Iraqê û hêzên navneteweyî dike.

Civaka Êzidî û gelên Şengalê, 9’emîn salvegera fermanê ne tenê bi merasim û çalakiyên bîranînê pêşwazî dikin. Beguman civaka Êzidî êşa fermanê, şehîdên fermanê, keç û jinên di destê DAIŞ’ê de, bi sedan wendahiyên di gorên komî de ji bîr nekiriye û dibêje: ‘’Ji bîr kirin xiyanet e.’’ Lê civaka Êzidî xwe tenê di nav vê êşa giran de jî nahêle, xwe ji taqetê naxîne. Di serî de PDK, hevkarên vê fermana giran li bendê ne ku civaka Êzidî di nav derd û kulên bê derman de bihele, bişkê, bê nefes bimîne da ku karibin car din wan bixin bin hikmê xwe de.

Lê civaka Êzidî bi hêza ku ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan digirin, wate dide jan û êşê xwe. Civaka Êzidî gihiştiye wê hêz û qeneetê ku bersiva fermanê ne tenê girîn, hawar û gazîn e. Pêşketina herî mezin a civaka Êzidî ev e ku êdî xwe weke hêz dibîne û xwe amade dike ku hesabê ji bersûcên fermanê bixwaze, tola fermanê hilîne. Ev fikir û bawerî dibe sedem ku bi dehezaran Êzidî vegerin ser cih û warê xwe, tifaqa xwe ya siyasî pêş bixin, dîplomasiyê xwe fireh bikin, çerxa xwe ya jiyanê bigerînin û êdî daxwaza Şengala xweser û azad bikin.

Ji ber vê rastiyê, 9’emîn salvegera fermanê îsal bi amadekariyên berfirehtir tê pêşwazîkirin. Civaka Êzidî niha xwe daye ber çend karen giranbuha ku asta pêşketina xwe û hêza xwe nîşanî dost û dijmin dide. Di salên borî de heyetên navneteweyî di salvegera fermanê de dihatin Şengalê, çîrokên fermanê guhdar dikirin û heya ji destê wan dihat rastiya fermanê li cîhanê dikirin rojev. 

Civaka Êzidî êdî ne li bendê ye ku hin kes û alî werin Şengalê û guh bidin heqîqeta wan. Beguman ev jî girîng e û ji her deme zêdetir jî pêwîst e. Lê ya girîng ew e ku civaka Êzidî êdî ber bi cîhanê ve dimeşe, heqîqeta xwe dixe rojeva cîhanê. Ev merheleyeke nû ye ji bo civaka Êzidî. Di 3’ê Tebaxê de li Şengalê bi hêzên tifaqê re komxebatek li ser fermanê tê lidarxistin. Heman roj li Bexdayê, bi beşdariya gelek aliyên siyasî û civakî konferansek tê lidarxistin. Di 14’ê Tebaxê de bi pêşengiya jinên Êzidî li Silêmaniyê konferansa jinan tê lidarxistin. 

Ev hemû kar û xebat beguman kedeke mezin dixwaze lê ya girîngtir fikir, îrade, eşq û kelecana jiyanê dixwaze. Lazim e dost jî dijmin jî vê rewşa nû ya li Şengalê baş fam bikin. Civaka Êzidî vedigere Şengalê, civaka Êzidî tifaqa xwe pêş dixe, civaka Êzidî hesabê fermanê dixwaze, civaka Êzidî daxwaza jiyana azad dike…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.