Li dij fermanê xwe sipartin çiya

Duşem 28 Tîrmeh 2025 - 03:05

  • Li ser axa Mezopotamyayê gund, çiya, newal, dar û lat navên xwe ji êş û kêfxweşiyên civakên ku li ser wî dijîn, digire. Li ser van axan her gundek, her çiyayek, her newalek û her darek wek civaka xwe xwedî çîrokek biêş e.

Geliyê Qiyametê ya girêdayî Şengalê jî yek ji wan cihan e ku navê xwe ji hawar û qêrîna jinên Êzidî ku ji ber fermanan direvin û bi hawara xwe dar û kevirên geliyê dihejînin, digire. Li gorî vegotinan di dema Osmaniyan de Êzidî ji bo xwe ji fermanan biparêzin berê xwe dane geliyek û li wê geliyê jin kirine hawar û qiyametê rakirine. Ji wê rojê heta niha gelî bi navê Geliyê Qiyametê tê binavkirin.

Şêx Murad (74) ku şahidî ji fermanan re kiriye û xizmetkarê Quba Pîrê Ewra ye, beriya behsa fermana 74’an ku bi destê çeteyên DAÎŞ’ê pêk hat bike, bi van hevokan qala çîroka Geliyê Qiyametê dike: “Di dema osmaniyan de Êzidî ji bo xwe ji fermanan xilas bikin xwe li sînor didin û berê xwe didin geliyê ku niha jê re Geliyê Qiyametê tê gotin. Wê demê gelek Êzidî li wir tên qetilkirin, gelek jin ji bo nekevin dest dawî li jiyana xwe anîn. Bi hezaran Êzidî xwe li wî gelî de girtin. Di dema êrîşan de jinek li hember qetlîam û hovîtiyan li geliyê dest bi hawarê dike û qiyametê radike. Ji wê rojê şûnde ji wî gelê re Geliyê Qiyametê tê gotin.”

Piştî behskirina çîroka navê Geliyê Qiyametê, Şêx Murad derbasî behskirina fermana 3’yê Tebaxa 2014’an dike. Şêx Murad di serê axaftina xwe de destnîşan dike ku gelek ferman bi serê civaka Êzidî ve hatine, ne yek, ne dudu, ne sê...

Tenê ciyek hebû, ew jî çiya bû

Di her fermanê de civaka Êzidî ji bo parastina çand û baweriya xwe her xwe spartine çiyayan. Derbarê xwe spartina çiyayan de Şêx Murad diyar dike ku heta niha çiya wan ji her fermanê parastiye, ji ber vê yekê çiya ji bo wan her tişt e.

Şêx Murad bi van hevokan hatina DAÎŞ’ê, xiyaneta pêşmerge û artêşa Iraqê dike ku heta fermanê çawa baweriya xwe bi wan hêzan anîne: “Dema me bihîst ku Musul û Tilefer ketine destê DAÎŞ’ê me got dê pêşmerge û artêşa Iraqê me biparêzin lê me nedizanî wê xiyanetê li me bikin. Dema me dît artêşa Iraqê û pêşmerge direvin, me got tiştek di destê me de nîn e ku em xwe biparêzin. Tenê cihek me hebû ew jî çiya bûn.”

Çiya me diparêze

Di domandina axaftina xwe de Şêx Murad wiha qala çiyayê Şengalê dike ku bi salan e wan diparêze: “Çiyayê me ne bêxwedî ye û em terka wî nakin. Çiyayê me bi salan e me ji her êrîşan diparêze. Dema min dît zilam tên û çekên wan hene me got em bê çekin em ê çawa xwe biparêzin. Me got em jin û zarokan xelas bikin, ji ber dijmineke wisa bû ku kî biketa ber destê wî dikuşt. Ji ber vê me yekser berê xwe da çiya. Dema me berê xwe da çiya me dît her kes berê xwe daye çiya. Careke me dît çete berê çekên giran dane me û bi ser me de şixulandin. Me nedizanî em xwe çawa xilas bikin û me got kesek nafilite. Û em reviyan çûn ber Şerfedîn û ji wir jî me berê xwe da Başûrê Kurdistanê.”

Şêx Murad fermanên beriya fermana 74 dike bi bîr dixe û diyar dike ku ew di her fermanê de reviyan e û di her fermanê de bes jin ji bo nekevin destê dijmin xwe ji çiyayan avêtine.

Banga vegera welatê xwe

Di dawiya axaftina xwe de Şêx Murad wiha bang li Êzidiyên derveyî Şengalê dike: “Ez daxwaz ji civaka me ya Êzidî dikim da ku vegerin ser axa xwe û çanda xwe ya resen li ser axa xwe bijîn. Ji ber çanda derveyî welat tiştekî nad mirovan, wisa dike ku mirov ji çanda xwe dûr dikevin.”

ANF / RONAHÎ ZERDEŞT   

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.