Çîroka malbateke Êzidî

Duşem 4 Tebax 2025 - 03:40

Di êrîşên li ser gundê Qapûsî yê girêdayî bajarokê Tilezêr de, DAIŞ'ê 7 endamên malbata Xelef girtin: Dayik Kinê Xelef, bav Îdo Xelef û xwişk û birayên Rênas, Rena, Fîraz, Berzan û Faris. 

Berzan û Faris Îdo Xelef ên revandî piştî zêdetirî 4 salan di esareta çeteyên DAIŞ'ê de hatin rizgarkirin. Her du bira piştî ku ji esareta DAÎŞ'ê rizgar bûn hatin Şengalê û tiştên ku hatiye serê wan ji bîr nekirine. Berzan Îdo Xelef wiha axivî:"Dema DAIŞ'ê êrîş kir me li Serêsiba xwe veşart. Em mehekê di nav dara de man. Em li gundê Koço hatin girtin. Li wir serî, mil, dest û lingê gelek kesan hatibûn birîn. Hemû kes birin medreseyekê. Jinên ciwan cûda kirin û birin, hawara dayikên wan bû. Em birin Musulê û ji wir jî birin Tileferê. Bavê min û gelek mêr li kamyonan siwar kirin û birin, ew careke din nezivirîn. Ez, birayê min Faris, Fîraz û xwîşka min Rênas ji dayika min hatin dûrxistin. Xwîşka me ya herî biçuk Rena li cem dayika min ma. Em birin medreseyekê. Haci Bakir birayê min ê 4 salî Fîraz bir û got ez ê vî mezin bikim. Wan ez û Farîs birin Musulê. Bi darê zorê qûran hînî me kirin, erebî dan axaftin. Êşkence li kesên ku nimêj nedikirin, dikirin."

Zaroktî nedîtin

Berzan Îdo Xelef da zanîn ku salekê li Musulê mane, piştre ew birine Reqayê û got:"Li Reqayê em xistin malekê. Kesên ku qûran jiber nedikin rastî êşkenceyê dihatin. Em bi piyên xwe dihatin darvekirin. Piştre em birin konekê li wir perwerdehiya çek dan me. Wan ez birim gundê Cefra. Li wir di pevçûnekê de ez birîndar bûm. Di êrîşa helîkopterê de piyê min parçe bû. Tedawî bûm. Piştre xwestin em bibin misilman, min qebûl nekir. Ji ber ku min qebûl nekir îşkenc li min kirin û bi derziyê hatim razandin. Dema ez hişyar bûm, min dît ku destê min ê rastê hatiye birîn. Destê min hatibû birîn, pir diêşiyam." Berzan Îdo Xelef wiha dewam kir:"Birîna li lingê min ê çepê hînê nehatiye pêçandin. Destê min tune ye. Ez hewl didim bêyî destê xwe bijîm. Dema ku gerîla êrîşî gund kir û DAÎŞ'ê ddest ji gund berda, ez rizgar bûm. Ez vê kêliyê qet ji bîr nakim. Mîna ku ji nû ve ji dayik bûme; ez gelek kêfxweş bûm. Ew rizgarkerên me bûn. Ez li Hesekê ku 2 mehan mam. Piştre hevalên min ên gerîla ez radestî mamê min kirin. 4 salan di destê DAÎŞ'ê de mam. Ji wê rojê ve min ji dê, bav û xwişk û birayên xwe agahî negirt. Ew roj hê tên bîra min. Hesreta min a ji bo dayik, bav û xwişk û birayên min nayê vegotin. Ez careka din qet nikarim bibim zarok."

Ji tirsa negot ez Êzidî me 

Faris Îdo Xelef got:"Li Mûsilê ez û 50 kesên din li malekê girtin. Ez 2 salan li wir mam. Ji me re Quran, dua û perwerdeya şer hat dayîn. Piştre ez birim Sûriyeyê. Li Bahozê bi QSD'ê re şer dikirin. Min her tim xwest xwe bigihînim QSD'ê, lê min nekarî birevim. Her hewldana revê bi êşkenceyê bi dawî bû." Farîs Îdo Xelef anî ziman ku piştî çend hewldanên din reviyaye Tilaferê cem malbatekê û malbatê jî ew şandine Kampa Holê. Faris Îdo Xelef serpêhatiyên xwe yên li wir wiha vegot:"Kurê wê malbatê miemeleya xirab li min kir. Min nasnameya êzidiya xwe veşart ji ber ku gotin , 'eger tu bibêjî wê te bikujin'. Dema ku QSD'ê em rizgar kirin jî, ji tirsa min nasnameya xwe eşkere nekir. Em birin mala Êzidiya ya li Hesekê. Ez 2 mehan li wir mam. Di dawiyê de min karî ez vegerim Şengalê. Em zarok bûn. Li her derê cenazeyên hatine daliqandin, mil û lingên hatine birîn. Bizmar li lingê hevalekî min xistin. Ez wê qet ji bîr nakim. 5 salan min nekarî zimanê xwe biaxivim, tenê bi Erebî axivîm. Piştî ku vegeriyam jinûve Kurdî hîn bûm."

MA/ZEYNEP DURGUT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.