Divê em ji bo hertiştî amade bin
Pêncşem 29 Çile 2026 - 03:55

- Hevberdevkê Şaredariyên Gel ên Şengalê Xwedêda Eliyas anî ziman ku pîlaneke qirkirina gelê Kurd û kêmnetewên herêmê di meriyetê de ye û got:“Herêma me di bin metirsiya êrişan de ye, ji bo wê jî lazime gelê me şiyar û amade be. Divê amadekariyên me di her alî de hebin.”
Hevberdevkê Şaredariyên Gel ên Şengalê Xwedêda Eliyas, têkildarî êrişên berdewam yên li ser Rojavayê Kurdistanê û her wiha metirsiya anîna çeteyên DAIŞ’ê bo Iraqê axivî.
Eliyas diyar kir ku pîlaneke navdewletî ji bo tinekirina kêmneteweyan û tevahiya gelê Kurd hatiye dayîn û peyama amadekariya berxwedanê da civaka Êzidî. Xwedêda Eliyas da zanîn ku dîmenên dema fermana 2014’an careke din li Rojava dubare dibin û got:“Mixabin heman çete ne, lê bi piştgiriya welatên navdewletî êriş û kiryarên dijî mirovahiyê pêk tînin. Em silavên xwe ji gel û şervanên Rojava re dişînin. Ev êriş ne êrişên asayî ne, diyare ku pîlaneke navdewletî ye. Hêzên ku di avakirina DAIŞ’ê de cihê xwe girtibûn îro dîsa bi heman rengî êrişî Rojava dikin. Li hemberî van êrişan berxwedaniyeke mezin tê kirin, lê divê her kes ji bo van êrişan amade be. Ev xeterî li ser hemû beşên Kurdistanê heye.
Pîlaneke li dijî destkeftiyan e
Eliyas destnîşan kir ku ev pîlana qirkirinê di serî de li dijî pêkhateyên herêmê hatiye amadekirin û got:“Em dibînin ku niha pîlaneke nû, mîna ya Sykes Picot, tê meşandin û nexşeya nû ya cîhanê ji nû ve tê çêkirin. Ger Kurd ne bi hêz û ne yekgirtî bin, wê ji nexşeya nû bên rakirin. Emerîka pêşengiya vê pîlanê dike û di nava vê planê de dixwazin destkeftiyên gelê Kurd têk bibin.” Xwedêda Eliyas kiryarên DAIŞ’ê yên li dijî civaka Êzîdî ku di sala 2014’an de pêk hatibûn bibîr xist û got:’’’Dîmenên DAIŞ’ê yên sala 2014’an îro li Rojava dubare dibin. Çeteyên Şamê sûcên şer dikin. Ger ne çete bin, wê ev kiryar nehatibûna kirin. Hemû kiryarên ku ew dikin li dijî mirovahiyê ne, lê mixabin Emerîka piştgiriya wan dike. QSD’ê li şûna hemû cîhanê şerê DAIŞ’ê kir û axa di bin destê çeteyan de paqij kir. Lê mixabin, dewletên navdewletî îxanet li QSD’ê kirin, ji ber ku QSD naxwaze li gor berjewendiyên hêzên derve tevbigere. Ji ber ku QSD xeta sêyemîn hilbijartiye û ji bo berjewendiya ti alî tevnagere, rûbirûyê van êrişan dibe.’’
Bila gelê me hişyar û amade be
Hevberdevkê Şaredariyên Gel ên Şengalê Xwedêda Eliyas banga amadekariya berxwedanê li gelê Şengalê kir:“Iraqê gelek hêz anîne ser sînorê navbera Şengal û Rojava, lê dema DAIŞ’ê jî hêz hebûn, bi talîmatekê hemû hêz vekişiyan û gelê me bi fermanê re rû bi rû ma. Bila gelê me şiyar be û nebêje tiştek nabe. Herêma me di bin metirsiya êrişan de ye, ji bo wê jî lazime gelê me amade be. Divê amadekariyên me di her alî de hebin. Ne tenê çek, lê ji xwarin û vexwarinê heta cil û bergan. Pêwîste em hemû pirsgirêkên şexsî, malbatî û civakî deynin aliyekî û rê li ber fermanên nû bigirin. Pêşî girtina li êrişan erka li ser me hemûyane. Ji ber dema êrişek pêk were ewê bê cudahî me hemûyan bikin hedef.”
ROJNEWS/ÎBRAHÎM ÊZIDÎ













