Fermandarê ciwan hezkiriyê xaka xwe
Sêşem 5 Tebax 2025 - 03:25
Şehîd Pîr Çeko û Agir Cefrî ku du hevalên hev yên têkoşînê û fermandarên YBŞ’ê bûn, 27’ê Sibata 2023’an di encama êrişa balafira dewleta Tirk de şehîd bû. Şehîd Pîr Çeko li Şengalê weke efsaneyekê, nimûneyeke wêrekî û cengaweriyê ye. Tevî temenê xwe yê ciwan jî, karî bibe fermandar û şoreşgerekî bi bandor. Piştî şehadeta wî gelek ciwan tevlî nava refên YBŞ’ê dibin. Dayîka Şehîd Pîr Çeko Dayê Kinê di dema fermanê de tevî malbata xwe ji fermanê direvin û diçin kampeke Dihokê. Kurekî wî pêşmergeyekî PDK’yê. Paşê dest ji pêşmergetiyê berdide û diçe Elmanyayê. Hîn wê demê, di temenê xwe yê biçûk de Pîr Çeko gerîlayan jî baş nas nake. Lê hestên wî yên welatparêzî û wijdana wî dest nade Şengalê di nava agir de bihêle. Li gorî Dayê Kinê dibêje, ew dijber derdikevin û dibêjin, temenê te biçûk e, xwendina xwe dewam bike. Lê Pîr Çeko tevî ku di her mijarekî de guh dide malbatê jî, di mijara parastina Şengalê de guhdarê wijdana xwe dike û li ber malbatê radibe.
Dayê Kinê wisa behsa wê demê dike:‘‘Di dema fermanê de kurê min hîn zarok bû û zêde mezin nebû. Dema DAIŞ hate Şengalê em ji Şengalê derbasê kampên Başûr bûn. Birayê Pîr Çeko pêşmergeyê PDK’ê bû. Wê demê rêya Elmanyayê vebû, birayê wî got ezê biçim Ewropayê. Pîr Çeko tevî ku biçûk ji bû got, ezê biçim dewsa birayê xwe. Wê demê diçû, refa 3. Me dixwest dewam bike, lê dewam nekir. Ji bo biçe Şengalê û tevlî şer bibe, gelek israr kir. Me jê re got, tu biçûkî û nikarî çek rakî, neçe. Lê bi gotina me nekir û got, hew dikarim û çû. Piştî derbasê Şengalê bû, ew û çend hevalên xwe di nav pêşmergeyan de dewam dikir.’’
Ji pêşmergeyên PDK’ê qut dibe
Dayê Kinê behsa sedema qutbûna kurê xwe ji pêşmergeyan jî kir û got:‘‘Piştî çend mehan telefon ji bavê xwe re kir, got ezê biçim aliyê hevalan, hew ‘bênamûsiyê’ qebûl dikim û got: ‘Ev pêşmergeyên vê derê ji derveyî bênamûsiyê ti tiştekî din li ba wan nîne. Lê heval ji welatên din jî hatine, xwe li ser me didin kuştin. Lê ev ne şer dikin ne jî haya xwe ji ti kesî hene.’ Ya rast min û bavê wî me jê re got, şerê wan girane tu biçûkî, bi kêr nayê. Lê bi gotina me nekir. Piştî hefteyekî bavê wî telefona wî kir, dît telefona wî girtî ye. Got, Seed (Pîr Çeko) gihîştiye hevalan. Me li hevalên wî geriya, gotin çûye nav hevalan (gerîla).’’
Bandora wî ya li ser malbatê
Dayîk û bavê şehîd Pîr Çeko li beramber biryardariya wî, ji kurê xwe re dibêjin, oxira te ya xêrê be. Dayê Kinê axaftina xwe wiha didomîne:’’Bavê wî jî jê re got, oxira te ya xêrê be. Madem te ev xwestiye, biçe em jî li ba te ne. Piştî ew ji wir derket em jî pey wî vegeriyan Şengalê. Dema em hatin Duholayê çend mal tenê hebûn, em taybet ji bo kurê xwe vegeriyabûn. Dema dît em pey wî hatine, gelek kêfxweş bû û bandor jî bû.’’
Tevlî pêngava Reqayê dibe
Dayê Kinê dibêje, kurê wî ji bo tevlîbûna hemleya Reqayê jî gelek israr kiriye û di dawiyê de ya xwe serxistiye û got:‘‘Dema li ba hevalan bû, gelek bi coş û moral bû. Careke din hat got, dema operasyon destpêkir (Reqa) ezê jî tevlî bibim. Li gel ku me ne xwest jî, cara yek bû ji gotina me derdiket. Ji bo xelk neaxive û nebêje moralê min ketiye, min xwe kêfxweş nîşan dida. Bavê wî got, ew vêya xwestiye em mûdexele nakin. Hevalên wî hatin, gotin silavê wî heye û wê demek nêz de vegere. Hemû ciwanên me yên tevlî hemleyê bûn sax û selamet li me vegeriyan.’’
Jinên Êzidî rizgar dike
Şehîd Pîr Çeko behsa hemleyê ji malbata xwe re dike û dibêje, wî û hevalên xwe, çend jinên ciwan ên Êzidî li Reqayê ji dest DAIŞ’ê rizgarkirine û got:‘‘Gelek zehmetî dîtibûn. Çend rojan bi çîkletekî jiyan kiriye. Di nava DAIŞ’ê de dimînin, şehîd Zerdeşt taqviye ji wan re dişîne. Dema tevlî operasyona Reqayê bû keçên Êzidî rizgar dike. Ji vê jî gelekî kêfxweş bûbû. Dema carna dihate serdana me jî, dîsa vala nedima û her kar dikir. Timî telefona wî kar dikir. Qet sekin nebû. Xwedê mala dijmin, casus û xayînan xirab bike. Ew tenê ji bo dîlên Êzidî û hejaran kar dikir.’’
ROJNEWS/ÎBRAHÎM ÊZIDÎ