Bihara Şengalê, bihara Êzidiyan

Merwan ZERDEŞT nivîsand —

În 14 Nîsan 2023 - 02:38

‘’Ya rebî hebû tarî

Tê de tu nebûn mişk û marî

Te zênda kir teze halî

Çu nema gul jê barî

 

Xudawendê me înî kir esase

Şemî birî kerase

Çarşemê kir xilase

Hevsed sal paş hevsur hat duran û kasê’’*

 

Bi hezaran salan li Mezopotamyeyê, heyva nû ya destpêka biharê weke serê salê dihate pîrozkirin. Ango, geşbûn û nûbûna dinya û jiyanê ya biharê weke sala nû dihate qebûlkirin. Ev çanda civaka xwezayî, pey re bi çanda berxwedanê ya Newrozê re kemilî ku hê jî gelek kom û baweriyên Rojhilata Navîn, Newrozê weke destpêka sala nû pîroz dikin. Ev çanda civakî ku xwe dispêre çerxa xwezayê, di serdema Imparatoriya Romayê de bi biryareke desthilatdariyê hate guhertin. Imparatorê Romayê Jul Sezar, li gorî Salnameya Rojê destpêka sala nû guherand û Çile bû heyva nû ya destpêka salê. Ev biryar pişt re bi çanda Xiristiyaniyê re jî bû yek û ji wê rojê ve ye Çilê Zivistanê ji aliye şaristaniyê ve weke destpêka sala nû tê pîrozkirin.

Lê gel û baweriyên qedîm ên Rojhilata Navîn, dest ji çerx û zimanê xwezayê bernedan û hê jî rojên ji Newrozê heya destpêka heyva Nîsanê, weke destpêka sala nû pêşwazî dikin. Îca li gorî baweriya civaka Êzîdî ku temsil û tîmsala çanda qedîm a Mezopotamyayê ne, heyva Nîsanê her wiha ew heyv e ku Dinya Hatiye Afirandin. Cejna herî mezin a civaka Êzîdî jî cejna Çarşema Serê Salê (yan jî Çarşema Serê Nîsanê) ye ku civaka Êzidî jê bawer e ku dinya û qaînat di heft rojan de, di vê heyvê de hatiye afirandin. Ev çîroka afirînê, di Qewlê Afirîna Dinyayê de bi rih û zimanekî teze hatiye ser ziman.

Bi rastî jî civaka Êzîdî bi taybetî li Şengalê ji Newrozê ve ye, di nava coş û peroşeke xweş de ye. Ruxmê êrişên qirkirinê yên li ser hebûna wê, civaka Êzîdî xwe dispêre roj û çîrokên qedîm ên hebûnê û wisa li ber xwe disekine. Civaka Êzîdî di heyva Nîsanê de pêşwazî li du rojên girîng ên ‘rojbûn’ û ‘hebûnê’ dike. 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û Çarşema Serê Nîsanê, roja afirîna dinyayê. 

Civaka Êzîdî bi hezaran salan bi hêz û qudreta qewl û beytên xwe, hebûna xwe parast û gihand roja me ya îro. Qewlê Afirîna Dinyayê, yek ji wan qewlan e ku çavkaniya hebûn û jiyanê her dem aniye bîra civaka Êzîdî. Pirr girîng e ku civakek xwedî çîrokeke hebûnê be û li ser şopa vê heqîqetê bimeşe. Civaka Êzîdî jî ji serdemên qedîm heya serdemên ‘nûjen’, li ser zimanan ev qewlên pîroz, wateya jiyan û hebûnê parastin. Lê di fermana 2014’an de isbat bû ku tenê heqîqet û pîroziya qewl, beyt û çîrokan têrî parastina hebûnê nake. Di vê dinyaya bêrehm de pêdivî bi fikir, pergal, rê û rêbazên nû heye.

Li ser vê esasê civaka Êzîdî di fermana 2014’an de ji her demê zêdetir berê xwe da fikr û felsefeya azadiyê ya Rêber Ocalan. Ne tenê ji ber pêdiviya hêzeke parastinê, lê her wiha ji ber pêdiviya xwe nûkirinê civaka Êzîdî evçend berê xwe da fikra azadiyê ya Rêber Ocalan. Ev merheleyeke nû bû di hebûna qedîm a civaka Êzîdî de. Civaka Êzîdî ji Rêber Ocalan fêr bû ku, ji bo parastina heqîqetê pêdivî bi rêxistinbûnê, sazîbûnê û ji nû ve şirovekirina hebûna xwe heye.

Niha kesek berê xwe bide Şengalê û bibîne ka çawa civaka Êzîdî 4’ê Nîsanê pîroz kiriye, wê bi çavê seriyan bibîne ka bi coş û peroşeke çawa ev roj hatiye pîrozkirin. Civaka Êzîdî êdî 4’ê Nîsanê û Çarşema Serê Nîsanê weke du xelekên hebûnê dike yek û hebûna xwe dispêre van xelekan. Di heyva Nîsanê de, zemanên qedîm ên şad û zemanên azadiyê digihin hev. Û em bêjin, îsal Şengal ji xêr û bereketa biharê bêpar nema. Li Şengalê bihareke xweş û geş diherike. Çavek me li karik û berxikan, çavê din li ser zarok û ciwanên geş ên Şengalê ye. Ti kes wê nikaribe bihara Şengalê, bihara Êzîdiyan bike zivistana tarî. 

 

*Ji Qewlê Afirîna Dinyayê

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.