DAÎŞ-Hizbullah-PDK û gefa fermana nû!

Merwan ZERDEŞT nivîsand —

În 12 Gulan 2023 - 00:15

Şengalê vê biharê bi coş û kelecaneke xweş pêşwazî kir. Piştî salan xêr û bereketa xwezayê dilê herkesî geş kir, Şengal bi kulîlkên Nîsanê xemilî, cotkar jî dest bi dûrina dexlê xwe kirin. Ev xêr û bereketa xwezayê, di xebat û û têkoşîna Şengalê de jî xuya kir. Di heyva Nîsanê de destpêkê konferansa Asayîşa Êzîdxanê, pey re jî Kongreya 5’emîna Rêveberiya Xweser a Şengalê, pey re jî komxebateke berfireh bi pêşengiya TAJÊ hatin lidarxistin. Bi cewherî, bihara îsal li Şengalê bi her awayî bihareke xweş û geş bû. 

Lê dihat zanîn ku wê xwêrnexwazên Şengalê, dijminên civaka Êzidî çavnebariyê bikin û dek û dolabên nû li ser Şengalê bigerînin. Bi taybet PDK, ji coş û peroşa civaka Êzidî gelek acis dibe. PDK her hêvî dike ku civaka Ezidî baskşikestî, dilşikestî, hêvîşikestî be. Çawa ku dewleta tirk a dagirker hebûna azad a gelê Kurd weke nebûna xwe dibîne, PDK jî hebûna azad a civaka Êzidî weke kul û derdekî bê derman ji xwe re dibîne. Dîsa hikumeta Iraqê jî, li şûna vê îradeya azad a Şengalê qebûl bike, bi rê û rêbazên cûda li pey şikestin û helandina vê rastiyê ye. 

Di 27’ê Nîsanê de, di bin parastina artêşa Iraqê de hin malbatên sunne xwestin vegerînin Şengalê ku di nav wan de hevkarên DAÎŞ’ê jî hebûn. Weke raya giştî jî dizane, civaka Êzidî li hemberî vê rabû ser piyan û artêşa Iraqê neçar ma 2 kesan bigire û ji bo lêpirsînê bibe Mûsilê. Piştî vê hewldana provokatîf, rojeveke germ li Şengalê û li ser Şengalê pêş ket. Xuya ye ev destpêka pîlaneke nû ya li ser Şengalê ye ku divê baş were famkirin û teşhîrkirin. 

Balkêş e, rojek beriya vê hewldana xeter, di 26’ê Nîsanê de serokê PDK’ê Mesûd Barzanî pêşwazî li serokê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu kir. Huda-Par ango “Partiya Xwedê”, weke ku raya giştî jî baş dizane perdeya siyasî ya Hizbullahê ye ku gelê Bakurê Kurdistanê ew weke “Hizbul-kontra” binav kiribûn. Çawa ku DAÎŞ’ê di 2014’an de li Şengalê bi hezaran kes bi şûran serjêkirin, Hizbullah jî di salên 1990’î de li Bakurê Kurdistanê bi hezaran rewşenbîr, siyasetmedar û oldarên welatparêz qetil kirin. Di cewherê xwe de ti ferqa DAÎŞ û Hizbullahê ji hev nîne. 

Di 26’ê Nîsanê de hevdîtina Hizbullah û PDK’ê, di 27’ê Nîsanê de hewldana vegerandina çeteyên DAİŞ’ê li Şengalê... Kes nikare vê weke tesadufek binirxîne. Jixwe, piştî ku civaka Êzidî û gelên Şengalê li dijî vê hewldanê rabûn ser piyan, vê carê dereweke pir xeter bi destê PDK’ê hate belavkirin. PDK’ê, weke ku ji berê ve amdekarî kiribe bi destê ragihandina xwe dest bi propagandayeke reş a li dijî Şengalê kir û îdia kir ku Mizgefta Rehman a li Şengalê bi destê Êzidiyan hatiye şewitandin. Pey re Wezareta Ewqafê ya girêdayî PDK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî vê derewê berdewam kir, civaka Êzidî bi şewitandina mizgeftê tohmetbar kir û di ser de civaka Êzidî şermezar kir! Piştî daxuyaniya Wezareta Ewqafê bi dehan melayên girêdayî PDK’ê li ser medya digital li dijî Şengalê û civaka Êzidî bangên xeter kirin, civaka Êzidî weke “kafir” binav kirin. 

Weke em ji dîroka dûr jî, ji dîroka nêz jî dizanin dema te civakek weke “kafir” îlan kir, wate tu qetla wê wacib dikî. Di esasê xwe de ev daxuyaniyên ku bi destê PDK’e hatin rêxistinkirin, banga fermaneke nû ya li ser civaka Êzidî ye. PDK civaka Êzidî weke “kafir” binav dike, ev tê wateya fermaneke nû. Lazim e di serî de civaka Êzidî, hemû gelên Şengalê û raya giştî vê rastiyê baş bizane. Tiştê ku PDK dike ew e ku careke din reya talan, kuştin, destdirêjî û wêraniyê li civaka Êzidî vedike. Herkes baş dizane ku hejmarek serçeteyên DAÎŞ’ê li Hewlêr û Duhokê di bin parastina PDK’ê de di qesran de dijîn. Dîsa li Mûsilê bi dehan komên çete yên girêdayî dewleta tirk a dagirker û PDK’ê hene ku li benda roja fermaneke nû ne. Di ser de PDK pêşwazî li Hizbullahê jî kir û piştgiriya xwe ya ji bo wan diyar kir. 

Serokê Fraksiyona Êzidiyan a li Parlamena Iraqê jî balê kişandibû ser vê rastiyê û gotibû “Hinek aliyên siyasî li dijî Êzidiyan di nav komployê de ne. Êzidî ditirsin careke din aliyên tundrew koçî herêmê bikin.” Aliyên tundrew kî ne? Ji DAÎŞ’ê heya Hizbullahê çeteyên di bin parastina dewleta tirk a dagirker û PDK’ê de ne. 

Dewleta tirk a dagirker û PDK’ê ji fermana 2014’an heya roja me ya îro ji bo şikestina îradeya civaka Êzidî her tiştî kirin lê biserneketin. Niha gefa fermaneke nû li civaka Êzidî dixwin û dixwazin bi vî awayî teslim bigirin. Eger hikumeta Iraqê jî hesab dike ku wê di fermaneke nû de careke din karibe Şengalê bixe bin hikmê xwe, ew jî hesabên şaş dike. Lazim e hikumeta Sûdanî nebe hevkarê pîlanên fermanên nû ya li ser civaka Êzidî.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.