Jin neteweya demokratîk ava dikin

Çarşem 13 Adar 2024 - 00:54

Hevseroka Meclisa Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Cîhan Celo rol û rista jinan a di avakirina neteweya demokratîk a li Şengalê de axivî. Cîhan Celo, anî ziman ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji jinên êzidî re deriyekî nû yê jiyanê vekiriye û got:“Bi fikir û felsefeya Rêber Apo jinên Êzîdî gihişte asteke gelekî bilind. Ev jinên ku ji fermanê xwe ji nû ve afirandin xwedî li heqîqeta xwe û li doza xwe derket." Celo, anî ziman ku hemû pêkhateyên jinan ên li Şengalê di avakirina neteweya demokratîk de cihê xwe digirin û got:“Li vir fikir û felsefeya birêz Abdullah Ocalan hatiye rûniştandin. Bi vê fikir û felsefeyê neteweya demokratîk tê avakirin. Xwedîderketina li fikir û felsefeya birêz Ocalan ne tenê erka jinên Êzîdî ye, her jineke ku bixwaze ku xwe ji qirkirinê biparêze divê ku vî fikrî di nava xwe de bihewîne. Bi dirûşma 'Kesek nikare roja me tarî bike' di meha sibatê de komxebateke çêkir. Di vê komxebatê de hin biryar hatin standin. Li hemberî hişmendiya serdest û qirkirina jin tekoşîneke hevbeş bê dayin. Her wiha konferansa jinên Êzîdî hate lidarxistin. Di vê konferansê de jî peyama ku wê kesek nikaribe li hemberî jin bisekine hate dayin." Celo, anî ziman ku ji bo cîhaneke ku mirov tê de bijî pêwîstiya hemû jinên cîhanê bi paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan heye û got:“Yê ku jinên Êzîdî ji fermanê xelas kirin fikriyeta birêz Abdullah Ocalan e. Ji ber wê jî niha pêwistiya jinên Êzîdî bi azadiya birêz Abdullah Ocalan heye. Çiqasî zehmetî hebin jî ew pergala neteweya demokratîk a ku me xwe li ser wê perwerde kirî em ê berdewam bikin û xweseriya Şengalê mîsoger bikin.” 

Celo, axaftina xwe wiha qedand:“Bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' em ê civaka xwe biparêzin û nehêlin ku civaka me zirar bibînin. Li ku jinek hebe em li dora vê bîrdoziyê dibin xelek. Ji ber ku tişta ku bi me bide qezenckirin ev felsefeye û paradîgmaye ye. Ji ber wê divê ku em yek jinek nehêlin ku ji tevgera jin bêpar bimîne. Ji ber ku tişta me bi serbixe û me ber bi serkeftineke mayinde bibe ev bîroziye ye." 

MA/ZEYNEP DURGUT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.