Dagirkeriya Iraqê ya li Mexmûrê

Pêncşem 7 Tebax 2025 - 03:40

Ji 10’ê Nîsana ve ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve rêgirî û ambargoyek li ser xelkê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) tê sepandin. Di nava van sê mehan de bi ti awayî ne kel û pelên avahîsaziyê dihat nava wargehê û ne jî karkerên wargehê dikarîn biçin ser karên xwe. Herî dawî ev demeke bi destûra Hikûmeta Iraqê û îstixbaretê karkerên wargehê dikarin biçin ser karên xwe. Bi wê ve girêdayî beriya çend rojan dîsa bi daxwaz û hewildanên ku ji Hikûmeta Iraqê hatine kirin ji bo çêkirina rê û rêyên nava wergehê, bi şertê ku di nava çend rojan de û di bin kontrola hikûmet û îstixbareta Iraqê de be, destûr hatiye dayîn. Têkildarî vê mijarê Encûmenê Şaredariya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Cehwer Nêrwehî ji Rojnews re axivî.

Xebata di bin siya leşkeran de

Cehwer Nêrwehî diyar kir ku ev sê heyve hikûmeta Iraqê rêgiriyek daniye ser xelkê wargehê, ne dihêlin kel û pelên avahîsaziyê bên di wargehê de û ne jî dihêlin karkerên wargehê biçin kar û got:“Ji bo karê me ev çend roje hinek çîmento û xîz ji me re hatine. Her wiha niha 5 km rêya me heye ku bê qîr kirin, ev jî wê di bin kontrola leşkerên Iraqê de were çêkirin. Her cara ku bar tê wargehê, leşker jî li gel tên û bi kamerayê dikişînin. Ji derveyî qîrkirinê, nêzî kêlometreyekê rijandina çîmentoya pişt resîfan heye, ev hemû jî di bin kontrola hikûmeta Iraqê de tê kirin. Niha jî her mîksera çîmento ya ku tê nava wargehê, leşker li gel mîkserê diçin û tên. Ev sê heyvin ne bilok, ne xîz û ne jî çîmento ji bo goristanê hatiye, miriyek yê me çêbibûya me yek bilok jî nebû. Me daxwaz kir, hinek xîz, çîmento û hezar bilok ji bo goristanê anîn, lê ew jî gotin ku divê hûn di navbera 3-4 demjimêran de derbasî nava wargehê bikin. Di nava wan 3-4 demjimêran de leşker û îstixbareta Iraqê li gel me hatine ser goristanê heta me ew kel û pel valakirine. Her tişt di bin kontrota leşer û îstixbaretê de tê kirin. Dewleta Iraqê çi bike jî emê karê xwe berdewam bikin, eger em bi keviran jî rêyên xwe çêbikin emê çêbikin.”

Dixwazin îradeya gel bişikînin

Hevseroka Diwana Meclisa Gel Mexmûrê Nûdem Yaman jî têkildarî rewşa dawî ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê ev agahî bi çapemeniyê re parve kir û wiha got:’’Gelek hevdîtin bi şandeyên Iraqê re hatin kirin, lê ev hevdîtin ti encam ne girtin. Di 2023’an de jî cardin bi êrişekê xwestin wargehê bi têlan dorpêç bikin. Li hemberî vê helwesta dewleta Iraqê xelkê wargehê têkoşînek bêhempa kirin. Di encama têkoşîna gel de ev daxwaza dewleta Iraqê bi li hevkirinekê bi dawî bibû. Cardin  bê ku agahiyek bidin, şandeyek derbasî wargehê bû, bi rêveberên wargehê re hevdîtin pêkanîn û di wê hevdîtinê de ragihandin ku biryara têlkirina derdora wargehê hatiye girtin. Di pêvajoya aştiyê de ev hewesta dewleta Iraqê bi gumane. Dixwazin bi zextên leşkerî îradeya xelkê wargehê binpê bikin. Wek xelkê wargehê emê mîna sala 2023’an li hemberî bê mafiya dewletê li berxwe bidin. Em bang li tevahî gelê azadîxwaz û gelê Kurd dikin ku li hemberî êrişên li ser xelkê wargehê bibin xwedî helwestek tund û xwedî li xelkê wargehê derbikevin.”

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.