Li Mexmûrê liv û tevgera leşkerî
Çarşem 6 Tebax 2025 - 03:00
Di saetên siharê de şandeyeke leşkerî ya Iraqê serdana wargeha Mexmûrê kir û di heman demê de bi wesayîtên zirxî li derdora wargehê liv û tevgereke leşkerî da destpêkirin.
Li gorî agahiyan, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di saetên siharê de şandeyeke leşkerî ya artêşa Iraqê serdana wargehê kiriye û di heman demê de bi wesayîtên zirxî liv û tevgereke leşkerî daye destpêkirin. Heyeteke Iraqê bi rêvebirên wargehê re hevdîtîn pêk tîne. Li gel vê jî artêşa Iraqê bi dehan wesayîtên zirxî li derdora wargehê di nava liv û tevgerê de ye. Her wiha li ser wargehê jî liv û tevgera helîkopteran bênavber didomin. Hate zanîn ku artêşa Iraqê dîsa dixwaze derdora wargeha Mexmûrê bi têlan dorpêç bike.
NAVENDA NÛÇEYAN