Reya demokrasiya Iraqê di Şengalê re derbas dibe!

Nûçeyên Forum

În 9 Îlon 2022 - 20:18

  • Şerê Cîhanê ya 3’yemîn di 1991’ê de li Iraqê dest pê kir û di nav 30 salên bihurî de di gelek qonaxan re derbas bû. 

MERWAN ZERDEŞT

Şerê Cîhanê ya 3’yemîn di 1991’ê de li Iraqê dest pê kir û di nav 30 salên bihurî de di gelek qonaxan re derbas bû. Şerê li Iraqê destpêkirî, ji Sûriyê heya Lîbya û Yemenê belav bû û herî dawî bi şerê Rûsya-Ukraynayê re karektera şerê dawî yê cîhanê zêdetir ronî bû. Lê şer çû û hat car din vegeriya ser koka xwe, ango Iraqê. Ya rast li Iraqê 30 sal in şer ti carî nesekinîbû, lê piştî hilweşîna rejîma Sedam Hisên, di 2003’yan de pergaleke siyasî hatibû avakirin ku Iraqê ev 20 sal in hewl da xwe bi vê pergalê re bi rê ve bibe. Lê herî dawî şer û pevçûna li Bexdayê, têkçûna vê dîzayna siyasî ragihand cîhanê hemûyî. 

Dema di 2006’an de Sedam Hisên hate darvekirin, Rêber Abdullah Ocalan gotibû “Di şexsê Sedam Hisên de pergala netewe-dewlet têk diçe.” Li şûna pergala dîktatorî ya Sedam Hisên ku xwe bi projeya siyasî ya Beesê bi nav dikir, destûreke nû hate amadekirin û dewleta Iraqê wekî pergaleke federatîf xwe ji nû ve bi rêxistin kir. Her çiqas di destûrê de mafê demokrasiya herêmî hatibe destnîşankirin jî Iraq ti carî nebû sîstemeke demokratîk.

Jixwe, ev ne mimkûn bû, ji ber ku bi navê federalîzmê baskên desthilatdar ên Kurd, Şîa û Sunne Iraq di nav xwe de parve kiribûn. Di rastiyê de ev, atomîzekirina desthilatdariyê bû.

Vê heqîqetê di salên dawî de xwe bi her awayî da der û Iraq ber bi şerekî navxweyî ve çû. Şerê desthilatdariyê beguman rê li ber vê rewşê vekir, lê di heman demê de projeyên nû yên dîzaynkirina Iraqê jî ketin meriyetê.

Lazim e tevgera Sedr jî di vê çarçoveyê de were nirxandin. Em bînin bîra xwe, Sedr di 2003’an de bi navê artêşa Mehdî li ber Emerîkayê rabûbû û baweriya beşeke ji civakê bi xwe anîbû. Lê Sedr di nav 20 salên bihurî de xwest vê destketiya civakî veguherîne projeyeke nû ya siyasî.    

Ji ber vê rastiyê, Sedr êdî ne fîgurekî berxwedêr ê li dijî dagirkeriyê ye, lê berevajî vê figurekî projeyeke nû ya siyasî ye. Beguman Sedr, heta radeyekê dikare bibe zimanê civaka Iraqê ya bêzar û belengaz, ev jî di şekil de roleke civakî lê bar dike. Lê heger em argumanên bingehîn ên Sedr hinekî şirove bikin, em ê bi hêsanî daxwaza desthilatdariyeke navendî bibînin. Sedr ne projeyeke demokrasiyê, lê belê projeyeke nû ya otorîter dixwaze. 

Sedr li dijî destûra niha ya Iraqê, li dijî pergala siyasî û civakî ye. Ruxmê hemû kêmasiyên xwe, destûra heyî heta astekê rê li ber demokrasiya Iraqê vedike, lê Sedr dixwaze li şûna Iraqeke demokratîk, pergaleke navendî ya desthilatdariyê ava bike. Sedam Hisên bi neteweparêziya Ereb xwest sosyalîzma Ereb ava bike ku sîstema Beesê wisa bi pêş ket. Niha Sedr jî bi heman refleks û projeksiyonê dixwaze sîstema xwe ava bike. Tenê ferqeke esasî heye, Sedam Erebê Sunne bû û nasyonalîzma xwe li ser wê ava kir. Sedr li şûna mezheba Sunne, mezheba Şîa bi cih dike, lê dixwaze heman sîstema navendî ava bike. 

Ev proje bêguman ne li gorî rastiya Iraqê ye. Ne tene Sedr, hêzên din ên Şîa, Kurd û Ereb jî ne li pey demokrasiya Iraqê ne, li pey desthilatdariyê ne. Ji ber van rastiyan, Iraq di nav metirsiyeke mezin de ye. Hêzên siyasî hemû, ji bo berjewendiyên xwe dikarin Iraqê hemûyî bişewitînin. 

Di nav vê toz û dûxana heyî hemûyî de, Şengal wekî çiyayê hêviyê li ser piyan e. Pergala rêveberiya xweser û fikra neteweya demokratîk a li Şengalê, rê û modela bingehîn a çareseriyê ye. Ti kes nikare êdî ne li Iraqê, ne jî li Şengalê gel û baweriyan bi sîstemeke otoriter bi rê ve bibe. Ne civaka Êzîdî, ne jî Ereb, Kurd, Tirkmen, Mesîhî, Şebek û komên din ên Iraqê vedigerin rojên koletiyê. Berê li bakurê Kurdistanê nirxandineke siyasî hebû ku digot “Rêya demokrasiya Tirkiyeyê di Amedê re derbas dibe.’’ Em jî niha bi hêsanî dikarin bibêjin ku rêya demokrasiya Iraqê di Şengalê re derbas dibe. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.