OSMAN KAPAN
Çîroka temenê mirov derbasbûna di navbera zanîn û nezanînê de ye.Bi navekî din xav bûn û xwebûn.Meriv çiqasî zêde hîn dibe,tiştên nû kifş dike,dikeve ferqê de bê çiqasî tiştên nizanê û kişf nekirî hene.Lewra zanîn,berê meriv dide zanîneke din.Ango ku meriv gihişte wê tehma xweşiyê,êdî rêwî yê zanînê ye.Lewra her zanîn rê yeke din li ber meriv vedike û hîn rê xelas nebûyî,mereqa dawîbûna rê zixtik dide mêjî.
Einstein dibêje:” Ku me bikariya raza yek sêlakê veçirandana,em ê fêrî hemû raza gerdûnê bibûna…” Îca ku meriv tiştek hîn bû,li pişta tişta hîn bûyî digere.Lewra her hîn bûn ji hînbûneke din peyda bûye.Ji wê ye civak û kesên berê xwe dane zanistê,timgavekê li pêş in.meriv ji her tiştî hîn dibe,bes meriv ji hînbûnê re vekirî be,jibere bireve û tirsa nava xwe bikuje.
Di zanînê de zanist ronak e,lêbelê ew jî xwedî sînorekî ye.Rê nîşan dide,raza hin tiştan mirov fêr dibe.Tişta beraqil û dijaqil êdî dimîne li ser mirov.Lewra hin tişt di nava civakê de hatine rûniştandin,hacet nake ku yek bibêje ew çewte,mirov tenê bi wêrekî lê bunere,çewtiya wê dê bibêje ez va me!
Her gotin ne zanîne.Gelek mirov rojane pirr tiştan dibêjin,li deverna rast jî dibêjin,bes çewtê wê rastiyê dikin.Çima? Çima ya wê beliye,gotin li gel wan ne zanîne,jibere,ne di ferqa naveroka wê gotinê de ye û ew gotin li gel wî nebûye zanîn.ew merovên xeşîm in,lê ji xwe bêhay.
Dermanê zanînê; xwendin,guhdar kirin,lêgrîn û ji xwe hay bûn e…Merivê di haya hebûna xwe û civaka xwe de be,li ku bibe bila li wir be,dê tim xwe bijî,yên ku ne di ferqa xwe de be,dê hineke din bijîn û zû ji çanda xwe dûr bikevin.Lewra nejiyana xweyî mirov biyanî dike.ji wê ye her civaka xwe nas li çand,huner û hemû kevneşopiyên xwe,xwedî derdikeve,ji ber ku ew zanin hebûna wan ew e.
Di vê hêlê de wekî civak em pirr kêm dimînin.Raste em di tofanên mezin re derbas bûn,ziman hate qedexe kirin,li çand,hûnera me qedexe hatin danîn,tu gelî wekî me ev zim û zor nedît.ev hemû rast e,lê li gel vê jî di serî de dayîkên me,duv re çend merivên Kurdîhez,tim di têkoşîna ziman,çand û hunera xwe de bûn.Ligel hemû pêkutî û satengiyan jî ev tekoşîn nesekinî.
Bi destkeftiyên Tevgera Azadiya Kurdîstanê re,li xwe vegerîn,li çand û hunera xwe xwedî derketin,gihiştibe astekê jî,mixabin ne bese û hîn,ji ziman,çand,wêje û hunera xwe dûrketin û li yên ku lê xwedî derdikevin,nexwedîderketin heye.Dema em wekî gel li ziman,çand,huner,hemû kevneşopî û yên ku di vê hêlê de kedê didin xwedî debikevin,wê demê destkeftî wê mayende bibe û tekoşîna hatî dayîn di dil û mêlakan de cih bigire.
Ez hîn xortekî ciwan,nû ditilmizîm.Li Stenbolê li deverekê dixebitîm.Karmenda me yeke jin bû,rojekê hat turikê wê tije pirtûk bû,min jî mereq kir bê ew pirtûk yên kî/kê ne.Bi wê mereqê min lê nerî,ew turik hemû heman pirtûka Yaşar Kemal bû.Mereqa min zêde bû û min jê pirsî bê çima ewqas pirtûk kirî ne.Dema min jê pirsî,bişirî û got:” Rewşa min baş e,yên ku nikarin vê pirtûkê bistînin hene,ezê bidim wan.Lê mesele tenê ne ev e,ku em pirtûkên Yaşar kemal nekirin û ne xwînin,Yaşar Kemal wê çawa binivîse,ku ne nivîse,wêjeya tirkî wê çawa bi pêş bikeve.Ne ku ez ji Yaşar Kemal hez dikim van pirtûkan distînim,ji bo ku ez ji welatê xwe hez dikim û Yaşar Kemal bi nivîsandina xwe welatê min temsîl dike û ji bona hîn zêdetir binivîse van pirtuka distînim…”
Wê demê min tu wate nedabû wan gotina.Îca niha dema ew roj tê bîra min dibêjim:xwezî em Kurd gihiştibana vê zanînê û em jî li kedkarên ziman,çand,huner,wêje û hemû kevneşopîparêzên xwe xwedî derbiketana.Da giyana hemû cangorîyên Kurdîstanê şad bibûna.Lewra ev xeyala wan bû.