OSMAN KAPAN
Pala xwe dabû darê, çarçavên kuskusandî li derdorê temaşe dikir. Bi wan çavên ku kuskusandî, di xwest wê derdor hemûyî di çavên xwe de bi cih bike. Guhên wê li ber pêlên dengan wekî şikefteke bêbinî bû! Mîna çavan dixwest ku hemû dengan, di şikefta guhê xwe de kom bike. Çav û guh bi hevûdin re di pêşbirkê de bûn. Her du yan bi hev re hesteyên wê ditixtixandin…
Her dîtinek û dengekî ew bi paşeroja wê ve dibir. Heste zindî dibûn. Carina ew di nava derya ya kul û derdan de dixeniqand, carina hesteyên wê di nava şahî û keyfxweşiyê de di furand!
Demekê dilînî bû, gewriya wê tije bû, nikarîbû qorziya xwe ne bibe, ne jî bîne. Ji qorziyê xwe hilda jor, çav ji rondikan tije bû, bayekî xerbî li porê wê da, çend peşkên baranê jî barîn. Pêşkekê li çavê çepê da, bi peşkê re bêyî vîna wê rondikan xwe bera jêr da. Wê kêliyê bi xwe û paşeroja xwe ve mijul bû. Ne deng di bihîstin, ne jî tiştek di dît. Wê kêliyê ew, rondikên çavan û fêzîna bayê xwerbî, di hembêza hevudin de bûn!
Piştî qederekê bi ser xwe ve hat, qorziya wê vebûbû û henase ya di çû û dihat. Dîsa bi heman awayî, bê lebat derdor raçav dikir. Dema ku bayê xerbî porê wê mizda yî û rondik dîtibû, min ew raçav dikir. Erê ez ji xwe amin bûm ku wê nasdikim, lê li ku û ew kî bû? Wê kêlîkê min dikir û nedikir nedihate bîra min. Ez ketim bîra xwe. Bîra min ez li çiya gerandim, birim ciwaniya min na, ew di nava wê demê de nebû…
Min xwe berda kolanên zarokatiyê, carina di bîbikên çavên min de hevalên zarokatiya min zindî dibûn. Ew carina dihat û di çû. Na, na û sed carî din na. Nedihat, di kurahiya bîra min de wenda bû! Çiqasî min xwe berda bîrê de, sancoyê zor da mêjî, demekê min got ji êşa serî ha çavên min birijin, ha birijin. Ew çiqas bû ez li bîra xwe digeriyam, wê ew derdor welê raçav dikir nizanim.
Bi dengê Murat Karayilan re, serê xwe rakir, bişrînekê xwe rû pêça û di heman demê de çavên min li çavên wê aliqîn. Her tiştê bîra min belav bû, ew tenê ma. Erê ew bû, heval û cîrana zarokatiya min. Em di heman rojê de ji dayîk bûbûn, mala me cîranê hevûdin bûn. Me di heman rojê de dest bi dibistana seretayi kiribû û bi hev re ji destê mamosta yê ku me bi zimanê wî nizanibû û ji bona ku me zimanê wî nizanî bû sîle xwaribû. Erê ew bû, ji xwe bawer çûme nik rûniştim û bi dengekî bilind silav dayê.Hîç berê xwe bi min ve nekir, tiliya xwe danî ser lêvên xwe û got hiiiişşş.
Tenê li hêla dikê dinerî û bi baldarî li Murat Karayilan guhdar dikir. Min jî heman tişt kir. Çawa axaftin qediya li min nerî û bi navê min î nû got; ’hevalê Xoşeng.’ Me hevûdin hembêz kir. Bi bêrîkirina salan me nedixwest ku ev hembêz kirin bi dawî bibe. Hesteyên min serî ji hiş, vîn û her tiştî stand, rondik mîna baranê bariyan û bû îske îska min. Bi ken got:’Min nizanîbû tu ewqasî dilînî, lewra bi awayekî din min kirinên te dibihîstin.
Çawa haya wê ji min hebû, li ku bihîstibû? Dema ku neyar gundê me şewitandî, em deh salî bûn. Ew çûbûne metropolan, em mabûne li bajarokê xwe. Îca min pirsî bê çawa kirinên min bihîstine. Bi ken got: ”Min wêneyê te û hevalan dît. Min tu di cih de naskirî. Tê bîra te dema ku em li mala we ji xwe re dileyîstin, te hîle li min kir, ji hêrsa bi wê kêra kalana min lamika te birîbû, bi wê dirhê min tu naskirî.”
Çawa nedihate bîra min hîn jî cihê wê belî bû. Destê xwe danî ser lamika min û dom kir: ”Min ji hevala pirsa te kir, gotin wê li Heftenînê ye, di demeke kin de dê bi vir ve werê. Îca ji hevalên ku hûn bi hev re mayî pirsa te dikir, kirinên te ji wan hîn bûm…”
Sohpeta me dirêj bû. Çend carî di şer de birîndar bûbû, ji hevalan qetiyabû, bi tenê mabû.Lê ligel hemû zor û zahmetiyê xwe gihandibû hevalên xwe. Min pirsî wê bersivand, wê pirsî min bersivand. Em li heman herêman, di demên cuda de mabûn, di şevreşên welat de pêl şopa hev kiribû. Haya min hîç jê tunebû, lê bi wêneyê min, ew ji min haydar bû. Piştî çil salî me li Dortmund a Elmanya di Festîvala Aştî û Civaka Demokratîk a 33 ÇAND Û HUNER A NAVNETEWÎ YA KURD e hevûdin dît. Ew du meh bû ku ji çiyê hatî. Em bi coş û moralbûn. Lewra xeyala me hasil bûbû. Gel Kurd û dostên xwe bi coş bûn. Hemûyan dilsoziya xwe ya bi serok û welat re raber dikir.
Dema em ji hev veqetiyan got: ”Heval bi hêviya ku em li nava baxçeyên xeyala hevûdin bibînin, bimîne di nava hêviyê de…” Me careke din hevaltiya pêncî salî nû kir û min navê wê yê Çiyê pirsî. Bi ken got:”Sarya.” Belê min navê wê pir bihîstibû, lê min nizanîbû ku ew Sarya ye…