Tirkiye amadekariya şer dike
Çarşem 22 Cotmeh 2025 - 03:50
CPT’yê da zanîn ku Tirkiye li herêmê rê û baregehên nû çêdike û amadekariya şer dike. Nûnerê Iraqê yê CPT’ê Kamaran Osman, têkildarî liv û tevgera li herêmê axivî. Osman, diyar kir ku qirkirina daran a li Herêma Federe ya Kurdistanê ji Îlona 2021’ê ve didome û got:“Piştre qirkirina daran sekinandin. Di demeke hevdîtinên aştiyê tên kirin de dîsa dan destpêkirin.”
Rojane 95 traktor dar tên birrîn
Kamaran Osman, wiha domand:“Tirkiye ji meha Îlonê heta niha li herêmên Zap û Avaşînê daran dibire. Rojane barê 95 traktoran daran dibirin. Em nizanin ka heta niha çend dar birîne lê her roj bi dehan traktoran daran dibin. Li 120 gundên li pişta çiyayê Metînayê dar tên birîn. Darên tên birîn jî bi traktoran dibin Tirkiyeyê. Kesên daran dibirin ji Tirkiyeyê tên. Leşker ewlehiya van diparêzin. Beşeke darên dibirin Tirkiyeyê, dikin kursî, mase û hwd. û difiroşin Herêma Kurdistanê. Em jî kursî û maseyên ji darên me hatine çêkirin bi pereyên xwe dikirin. Hinek darên tên birîn jî dibin Wan û Şirnexê. Ev dar li baregehên leşkerî ji bo sotinê tên bikaranîn.”
Derdê PDK û YNK’ê hilbijartin in
Osman, bêdengiya partiyên siyasî ya li dijî birîna daran rexne kir û got:“Tekane rojeva wan hilbijartin in. PDK û YNK tenê bi hilbijartinê re mijûl in û heta niha yek gotin têkildarî birîna daran nekirine. Ji bo wan rengê hilbijartinê girîng e. Ji bo wan tu wateya şînkatiya Kurdistanê nîne. Divê hemû sazî û dezgehên navneteweyî bertekê nîşanî vê bidin. Darên Kurdistanê ne tenê yên Kurdistanê ne. Daristanên Kurdistanê yên hemû mirovahiyê ne. Lewma divê raya giştî ya navneteweyî pêşî li vê talana Tirkiyeyê bigire. Divê hikûmeta Iraqê xaka xwe biparêze û bertek nîşan bide.”
Ji bo şer rêyên nû çêdikin
Kamaran Osman, got ku di demekî li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê tê domandin de dewleta Tirk li Metînayê baregehên leşkerî yên nû ava dike û got:“Di navbera Tirkiye û PKK’ê de pêvajoyeke aştiyê heye. Beriya niha hebûna PKK’ê dikirin hincet û her cureyên êriş û sûcan dikirin. Lêbelê niha PKK’ê xebatên xwe bi dawî kir. PKK’ê dawî li şerê çekdarî anî. Divê her kes vê pirsê bike ‘Tirkiye çima baregehên nû ava dike û daran dibire?’ Tirkiye amadekariya şerekî nû dike. Ji bo vê jî rê û baregehên nû ava dike. Armanca wan ew e ku çiyayê Garê bigirin bin kontrola xwe. Bi Garê re jî dixwazin li Misûl û Başîkayê serwer bin. Xeyalên Neo-Osmanî didomin. Bi îdiaya Mîsak-i Mîllî dixwazin herêmê dagir bikin. Ji bo aştiyê hewldaneke wan tune ye. Dema dibêjin ‘aştî’ jî haziriya şer dikin. Her roj balafirên şer ser Kurdistanê digerin. Dibêjin aştî lê ji bo şer rêyên nû çêdikin. Heke niyeta wan aştî be wê demê divê ev hewldan bi dawî bibin. Ji bo aştiyê dev birîna daran berdin û qereqolên nû ava nekin.”
MA/EMRULLAH ACAR