Dugela Tirk Çi Dixwaze?

Nûçeyên Forum

Duşem 8 Îlon 2025 - 09:00

OSMAN KAPAN

Yên ku dibêjin pirsgirêka kurd şaş in.Lewra pirsigirêka Kurdan û tevgera azadiya Kurdîstanê nîn e.Kurd dixwazin wekî her netewê mafê xwe bikar bînin û di nava geelên cîhanê de wekî her kesî azad bijîn.Ango bibine xwe.Ev ne pirsgirêke mafê wan ê xwezayî ye.Tu li gorî zagonên navnetewî jî,li gorî şerîetê biçe ev mafê te ye.Di vir de tu çewtî,tu tiştê derasayî tune ye.

Kurd bi hezarên sala ne li ser vê axê dijîn,navê wê jî Kurdîstanê.Kurd ne mêvan,xwediyê malê ne.Îca yên ku mêvan hatine û xwe li Kurdan girtin e,niha dibêjin mafê te yî xwezayî tune ye.Pirsgirêka mezin ev e.

Ku desthilatdariya Tirk feraseta xwe ji kokê ve neguherê,ne aştî çêdibe,ne jî aramî.Berîya her tiştî divê dugela Tirk,dest ji hînbûnên xwe yî kevin berde û dîsa li dîroka xwe binere.Ev dîroka ku niha di mufredatê wan de ji sedî şêst û pênçê wê derewin.Dîroka wan hatiye nepixandin,çewt hatiye nivîsandin û wekî dagirjeriya wan dîroka wan jî,ne xwemaliya wan e.Îca ji bona ku bi xwe re rû bi rû bimîne,divê xwe bi xwe darazîn e û rastiya xwe bipejjirîn e.dest ji megalomanî yê berdê,dset ji dîroka derewîn berde.Heya dest ji vana bernede pirsgirêka Tirk wê bi dome.Ma kî/kê dîtiye yên xwedî pirsgirêk,pirsgirêkên hineke din hal kirine?Ji ber wê divê em vê bêjin:”Heya pirsgirêka tirkan ne yê hal kirin,dê tiştekî asya çênebe.”

Em dîsa dibêjin;pirsgirêka gelê Kurd nîn e.Mafên wan yê bi zorê hatî desteserkirin heye.Bi çi bedelê bibe bila bibe Gelê Kurd û tevgera azadiya Kurdîstanê dê vî mafî bi dest bixin.Ev hêz jî,ev feraset jî heye.Lê Gelê Kurd û tevgera wê dixwaze,gelên Rojhilata navîn tev xwedî maf bin.Ev stratêjiya xwîşk û biratiya gelan e,ev wekî erkeke sincî û mirovî daye pêşiya xwe û armanç tevahî ev e.Lê welê dixwiye Hikumeta Akp û Mhp vê wekî zehîfiyekê dibînin û ji xwe re dibêjin;em çi bixwazin divê welê be.Bav û kalê me ji berê de gotiye;”War ew ware,li bihar ne ew bihare.”Tevgera azadiya kurdîstanê xwedî azmunekî mezin e,Rêber Apo,ji gelê Kurd gelekîî berxwedê û zana afirandiye,ne tê xapandin,ne jî dest ji mafê xwe berdide.

Ji bona wê em dibêjin gelê Kurd pirsgirêka xwe hal kiriye,dor ya gelê Tirkê.Me li jor jî got,bi gotinên qirase,bi dîroka derewîn heya niha win hatin.Lê ji vir û pêve ku win helwesta xwe neguherînin û Kurdan wekî dijminekî sereke ji xwe re bibînin,di demeke kin de winê xweziya xwe bi dawî ya Osmanî bînin.

Pirsgirêka wan ya herî mezin,tirsa ji Kurda ne,ya din xwe neguhertina rayedara ne.Ji dema cumhurîyete heya wekî niha,ji bona ku mafên Kurdan nedin,stuyê xwe li hember her kesî xwahr kirine,ser erd û bin erdên welat ji her kesî re pêşkşê kirine,tu kes nema ye ku tavîz nedanê.Ku meselê tê ser Kurdin dibêjin:”Kurd birayên me ne.”Çima bira?Bira tim yê biçûk e,kek ji bi xwaze,dive bira razî be!de ka rojekê bibêjin:”Kurd kek ê me ne.”Biratiya we jî mîna dîroka we derew e.

Dibêjin:em bira ne,lê mafê we yî winbibine xwe nîn e,lewra win Tirkin.Em bira ne,lê mafê we yî winbi zimanê xwe perwerdê bibînin tune ye.bes win dikarin di mala xwe de biaxifin.Bawer bikin ku we karîbana di malan de vî zimanî qedexe bikin we yê ew jî bikirana.

Rayedarên dugela Tirk bi her gotin û kirinên xwe,nijadperestî û neyartiya di navbera gelan de zêde dikin.Tenê dijmanitiyê bi bi Kurdîstaniyên Bakur re na bi hemû Kurdan re dike.Dema ku Li Başûrê Kur dîstanê refaranduma sexwebûnê çêbû,ji dugela Iraqê pirrtir,dugela Tirk xwe da pêş û tank û topên xwe kişandine ser tixûb.Niha jî heman gefan li Rojava dike û dibêje emê bi daîşê re li hemberî we,operasyonê bikin.Ka dijmanitiya ji vê mezintir,çima li ku be, ku derfetên bidest xitina mafekî Kurdan çê dibe,tu xwe diavêje pêş û asteng dike.Kurdan çi ji te kiriye?Pişt re jî dibêj:”Em bira ne!”Kurdan biratiya welê navê…

Çima mafê pêncî hezar Tirkên Qibrisê heye bi be Dugel,lê tu mafên Pêncî-şêst milyon Kurd Nîn e tu mafê wî hebe?û tu dibêje;Bila Rojava dest ji her tiştên xwe berdê,bi çeteyan re biebe yek.Ew ê ku tu dibêje bi wan re bibin yek,kujêrên gelê Êzîdî û hemû mirovahiyê ne.Kurd dê çawa ewlehîya xwe bixin destê kujerên xwe?

Dive demildest,rayedarên tirk dest ji vê helwesta xwe berdin û destê ku Rêber Apo dirêj kirî bigirin û li gorî perspektîfa Rêber Apo,pirsgirêka xwe hal bikin,lewra pirsgirêk ya wa ne, ne ya Kurdan…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.