Qîrîna Dayikekê

Aysel AVESTA nivîsand —

Duşem 29 Adar 2021 - 00:38

"Ev çi pergal e, çi hiqûq û edalet e. Edalet kengî mir, edalet kengî kerr û kor bû? Çi kirin ji edaletê? Çima deng jê nayê? Çima qêrîna me nabihîzin? Ez dev ji nobeta xwe bernadim heta ku ez edaletê neynim vî welatî, ez dest ji nobeta xwe bernadim." Ev qîrîn û hawara Emîne Şenyaşar a dayik e.

Li navçeya Pirsûsê ya ser bi Rihayê beriya hilbijartinên giştî yên 2018'an, di 14'ê Hezîranê de, dema wekîlê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz çû serdana dikandaran, parêzvan û xizmên wî êriş birin ser kargeha malbata Şenyaşar. Di encama vê êrişa hovane û paşê êrişa li nexweşxaneyê li dijî birîndaran de Haci Esvet Şenyaşar (67) û kurên wî Adil (36) û Celal Şenyaşar (41) hatin qetilkirin û kurekî wî jî ji wê rojê ve bê hiqûqî girtiye. Dayika dil bi êş ku du kur û hevjînê xwe ji dest dan, ji bo bûyar bê ronîkirin û kiryar bên dadgehkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo edaletê ji 9'ê Adarê ve dest bi çalakiya rûniştinê kiriye. 

Dayika Emîne her roj li ber Edliya Rihayê bang û daxwaza edaletê dike. Edaletê bi qîrîn dibêje. Dayik dibêje; kêliya herî tarî ya şevê, kêliya beriya berbangê ye. Em niha di kêliya herî tarî de ne. Pêwîstiya me bi hêviyê heye. Em bi hev re bi hêviyê bijîn, hêviyê mezin bikin û parve bikin.

Bi van hestab û vê hewlêstê, bi rojan e li ber deriyê edliyeya Rihayê nobeta edaletê digre. Dengê qîrîn û lorandina dayika dil bi êş, wijdanê mirovan dihejîne. Desthilatdariya faşîst a AKP'ê û MHP'ê tevî dozger û dadgerê xwe li şûna ku hesab bidin dayika Emîne, wê digirin û dikin nezaretê. Çawa li Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê kirin, li Emîne Şenyaşar a dayik jî dikin. Ji ber ku ev desthilat naxwaze dengên edaletê yên li dijî zilm, zor û fasîzma wan bilind bibe.
Li welatekî dema mirovan wijdanên xwe winda kirin, bêgûman mirov nikare behsa heq, hiqûq û edaletê bike. Li deverekê ku pergal di destê zilimkaran de be, li wir mirov nikare qala wan têgehan bike. Tişta mirov dike mirov, hest û wijdanê wî ye. Lê dadger û dozgerên ku ji van kirîterên mirovî dûr ketine, nikarîn qîrîna vê dayikê bibihîzin. Ji bo dengê vê dayikê bê bihîstin, lazim e derdoren demokrat û jin têkevin dorê. Piştgirîdayina têkoşîna vê dayikê, dikare asta ku faşîzîm gihayê, hilweşîne. Divê li dora têkoşîna vê dayikê xeleka berxwedanê berfereh bibe. Divê dengê qîrîna vê dayikê, guhên kerr, çavên kor û zimanê lal hemûyan veke.

Jixwe, ji bo ku edalet bê vî walatî HDP'ê kampanyaya 'Ji bo her kesî Edalet' daye destpêkirin. Çalakiya Emîneya dayik jî tam yek ji armancên vê kampanyayê ye. Divê her kes baş zanibe, heger li dijî  van êrişan nerazîbûn zêde nebin, jiyan wê li vî welatî bibe dojeh. Nexasim jî ji bo Kurdan.

Niha ji nan û avê bêhtir, pêwistî bi vê têkoşîna hevgirtî heye. Di çalakiyên  8'ê Adarê û Newrozê de rengê têkoşîna cesaret, heqîqet, wekhevî û edaletê derket holê. Êş, zilm û heqareta li jin-dayika tê kirin, hinceta berxwedanê ye. Divê rê neyê dayin desthilatdarên zilim ku lazim e ew hesab bidin hesab ji dayikan bipirsin. Jixwe ji ber vê yekê nîvê şevê ji nişkê ve rabûn xwe ji peymana Stenbolê vekişandin. Ji ber ku peymana Stenbolê mafê jiyana jin û parastina zarokan bû. Lê ev mafê jiyanê, bi biryara zilamekî ji holê hat rakirin. Bi vê biryarê re dixwazin kesên li dijî jin û zarokan sûc dikin bi hesanî biparêzin. Ev xespkirina maf û azadiya mirovan e. Ev kedxwarî û bêedaletî ye. Ev zilm û faşîzm e. Berxwedana li dijî vê jî mafê rewa ye û divê bê navber dewam bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.