Xelata Edaletê ji bo Dayê Emîne

Şemî 7 Çile 2023 - 02:25

Baroya Qersê, Xelata Edaletê ya sala 2022’yan da Dayê Emîne Şenyaşar a ku 670 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digire. Wan xelat di roja 669´an a nobeta wê de da Emîne Şenyaşar.

Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsa ser bi Rihayê, êrişî Malbata Şenyaşar kiribû. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ku bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribû. Çalakiya malbatê di roja 670’yî de ye. Doh di roja 669´an de malbatê serê sibehê ji Pirsûsê çû ber deriyê Edliyeya Rihayê. Piştre jî Serokê Baroya Qersê Fettah Çapkurt û endamên Lijneya Rêveber a baroyê çûn serdana malbatê. Serokê Baroya Rihayê, Abdullah Oncel, Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê Halîl Oyke û gelek parêzerên din jî tev li serdana şandeyê bûn. 

Fettah Çapkurt da zanîn ku ji bo piştevaniya bi têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar re, weke Baroya Qersê di 2’yê Çileyê 2023’yan de wan biryar daye ku Xelata Edaletê ya sala 2022’yan bidin malbata Şenyaşar. 

Çapkurt got, “Em ê her tim bi malbatê re bin û heta dawiyê piştgiriyê bidin têkoşîna edaletê ya Dayê Emîne.” 

Piştre, Çapkurt plaketa Xelata Edaletê û peykerê Themîs ku sembola edaletê ye diyarî Emîne Şenyaşar kir. Dayika Emîne Şenyaşar jî ji bo piştevaniyê malavahiya beşdaran kir û xwest ku kujer bên dadgehkirin. 

 

Dayê Emêîne tenê nahêlin 

Piştre jî Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel axivî û got, “Ez malavahiya Dayê Emîne dikim ku bûye sembola lêgerîna edaletê. Her wiha spasiya rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û Serokê Baroya Qersê û endamên Lijneya Rêveber dikim ji ber ku tu Dayê Emîne bi tenê nehiştin. Em ê ti carî Dayê Emîne bi tenê nehêlin.” 

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.