Şenyaşaran dengê xwe da

Yekşem 14 Gulan 2023 - 18:27

Malbata Şenyaşar doh di roja 783´yan a Nobeta Edaletê de dengên xwe dan û ev peyam da: “Me ji bo siberojeke demokratîk wezîfeya xwe bi cih anî.”

Dayê Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar, dengên xwe li Lîseya Anadolû ya Fethî Şîmşek a li Taxa Demokrasî ya navçeya Pirsûsê dan.

Ferît Şenyaşar ê di heman demê de namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk e, piştî ku dengê xwe da got, “Me ji bo siberojeke adil û demokratîk wezîfeya xwe bi cih anî. Ti cih û meqam ji jiyana mirovan girîngtir nîne. Daxwaziya me ew e ku bêyî ku bûyerek biqewime em hilbijartinê temam bikin û guhertinê pêk bînin.”
RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.