Nîvê Tirkiyê bûye faşîst

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 25 Gulan 2023 - 00:15

Em vê hefteyê careke din dikevin hilbijartinê. Ew jî tûra duyemîn a hilbijartinê ye. Di hilbijartina 14'ê Gulanê de serokomarek nehate hilbijartin. Ango ti namzetî piraniya dengan bi dest nexist. Destpêkê çar namzet hebûn. Beriya hilbijartinê bi sê rojan Mûharrem Înce xwe ji namzetiyê vekişand. Beriya bi sê rojan jî namzetê sêyemîn Sînan Ogan jî ragihand ku ewê piştgiriyê bide Erdogan. Dema ku pêvajoya hilbijartinê dest pê kir sê namzet dijberî Erdogan bûn. Lê niha sê namzet bûn yek û dijberê Kiliçdaroglû ne. Beriya hilbijartina 14'ê Gulanê jî gelekî hat gotin ku Mûharrem Înce û Sînan Ogan bi Erdogan re ne. Ev namzetên ku bi şev û roj ji Erdogan re gotin digotin, niha çûne kêleka wî.

Di nava 15 rojan de siyaseta li Tirkiyê ecêb guherî. Ji nişka ve çepgirek dikare bibe rastgir. An jî ew kesên gotin li Erdogan dikirin bi carekê re dikevin dawa wî. Erdogan jî karê xwe baş dizane. Çi kesekî ku dijberê xwe bibîne wî dikire. Sînan Ogan û Mûharrem Înce jî ji wan kesan bûn. Jixwe ti kes ne li bendê bû ku ew kes piştgiriya Kiliçdaroglû bikin. Li Tirkiyê çiqas nijadperest û faşîst hebin îro bûne yek. Mirov bi rehekî dikare bêje ku nîvê Tirkiyê bûye faşîst. Ango Tirkiye bûye du perçe. Îro du enî li pêşiya me hene. An tu yê faşîst be û li cem faşîstan cih bigre an jî tu yê alîgirê demokrasiyê be.

Çiqas nijadperest û faşîstên Tirkan hebin îro hemû li dora Erdogan civiyane. Ji bo wan Kiliçdaroglû bûye HDP û li dijî wî bûne yek. Wê demê divê nîvê Tirkiyê jî li dijî wan barbar û faşîstan bibin yek. Mesele ne qezenckirina serokomariyê ye. Mesele bûye helwesta li dijî faşîzmê. Em dengê xwe ne ji bo Kiliçdaroglû bi kar tînin. Derdê me bi Erdogan re ye. Erdogan dijminê sondxwarî yê Kurdan e. Divê ew faşîst bikeve û têk biçe. Hinek dibêjin ji bo Kiliçdaroglû em naçin ser sindoqan, ji xwe wê dîsa Erdogan derkeve. Eger Erdogan derkeve wê demê xerabtire ku te dengê xwe li dijî faşîzmê bi kar neaniye. Çawa be jî divê dengê we têkeve wê sindoqê. Eger Erdogan derkeve û we deng nedabe hunê poşman bibin.

Hilbijartina vê carê bûye hilbijartina pergalekê. An hunê bi faşîzmê re bimeşin an jî hunê demokrasiyê hilbijêrin. Faşîst û nijadperestên Tirkan jî di ferqa wê de ne û bi vî rengî berê xwe didin ser sindoqan. Hesasiyeta ku ew nîşan didin divê bi nîvê din ê civakê re jî hebe. Ev nêvî divê zora nîvê din bibe. Eger bi vî rengî nebe wê demê wê faşîzm serdest bibe. Vê carê dewra dawî ye. Bi Erdogan re wê rewşa li Tirkiyê xerabtir bibe. Erdoganê faşîst bi hîle û sextekariyan xwe hişt tûra dûyemîn. Erdogan jî dît ku piraniya civakê ne bi wî re ye. Eger 49 ji sedî deng wergirtibin, wê demê 51 ji sedî ne bi wî re ye. Ango piraniya civakê li dijî wî ye. Ew jî di ferqa wê de ye. Lewma liv û tevgera wî ji vê tê. Erdogan di hilbijartinên berê de bi carekê re bibû serokomar. Ango nemabû tûrên din. Lê vê carê ango cara pêşî dikeve tûra duyemîn. Hêza civakê heye ku di tûra duyemîn de wî têk bibe.

Ji ber ku milyonan kes neçûn ser sindoqan û ew kesên neçûnê ser sindoqan dikarin vê carê biçin û vî dîktatorê faşîst bixînin. Hêz û îradeya gel heye. Ev yek jî di destê civakê de ye. Civaka li Tirkiyê vê yekê heq nake. 21 sal in di nava zilmê de ne. Ji roja ku Erdogan hatiye û vir ve rûyê civakê nekeniyaye. Rojek xweş nedîtine û cejneke xweş derbas nekirine. Erdogan her roja civakê li wan herimandiye. Her wiha siyaseta li Tirkiyê jî herimandiye. Êdî nema kes dizane kî hevalê kê ye. Îro ji tecawuzkaran bigrin heta kujer û mafyayan alîgirên Erdogan in. Çiqas çete û dizek hebin li cem Erdogan cih digrin. Bi ketina Erdogan re wê dawî li pergala dizî û talanê jî were. Biryara wê jî di destê gel de ye. Civaka li Tirkiyê û Kurdistanê wê di 28'ê gulanê de qedera xwe destnîşan bikin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.