Tenê weşanxaneyek hebû!

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 10 Mijdar 2024 - 19:00

  • Fûara Pirtûkan a Stenbolê ku yek ji fûarên herî mezin a Tirkiyeyê ye sal bi sal şert û mercên weşangeran zehmettir dike. Ji ber mesref zêde ne gelek weşanxane tevlî festîvalê nebûn. Tenê weşanxaneyeke Kurd karîbû tevlî festîvalê bibe û pirtûkên Kurdî bigihîne xwîneran

ERDOGAN ALAYUMAT/STENBOL

Fûara Pirtûkan a Stenbolê ya Navneteweyî îsal di navbera 2 û 10’ê Mijdarê de hate lidarxistin. Ji ber ev çend sal in fûar li Beylîkdûzû ya Stenbolê tê lidarxistin û cihê wê gelek dûr e xwîner nikarin bi rehetî xwe bigihînin fûarê. Her wiha ji ber bihaya pirtûkan weşanxane jî nikarin tevlî fûarê bibin û sal bi sal hejmara weşanxaneyên ku tevlî fûarê dibin kêmtir dibe.

Fûara Pirtûkan a Stenbolê di van çend salên dawî de weke çalakiyeke ticarî tê nirxandin û her diçe ruhê xwe yê çandî winda dike. Weşanger jî ji vê yekê ne razî ne. Kooperatîfa Weşangeran (YAYKOP) ku di bin banê xwe de 43 weşanxaneyan civandiye da zanîn ku ji van weşanxaneyan tenê 2 heb karibûne beşdarî fûarê bibin. Rêvebirê YAYKOP’ê Îbrahîm Horoz got ku ev 2 weşanxane jî bi awayekî serbixwe tevlî fûarê bûne û 41 weşanxaneyên ku endamên kooperatîfê ne ji ber zêdebûna pereyê ku fûar ji wan dîstîne tevlî fûarê nebûne.

Du sedemên tevlîbûna kêm

Îbrahîm Horoz ji bo fûarê da zanîn ku du sedemên sereke yên tevlîbûna kêm hene û wiha pê de çû; “Tiştê yekem bihaya zêde ya fûarê ye. Ya duyem jî êdî pirtûk weke berê bala xwîneran nabin ser xwe. Gava berê ev fûar dihate lidarxistin digotin ku ew ê cih nemîne û her kes li benda fûarê bû. Heta digotin pira ku xelk di ser re dibihure û tê fûarê ewê hilweşe! Nûçeyên bi vî rengî dihatin çêkirin. Lê niha weke ku hûn jî dibînin ne pir hilweşiyaye û ne jî diheje! Ev jî nîşan dide ku hejmara xwîneran pirr kêm bûye.”