Êşkenceya bi kameraya berestû
În 8 Tebax 2025 - 03:45
Li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê binpêkirinên mafan yên li ser girtiyên jin her diçe zêde dibe. Bi şewitandina înfazan sînor namînin û tundiya fîzîkî û psîkolojîk tê kirin. Di serî de jî mafê herî sereke yê girtiyan tê astengkirin. Girtiyên bi navê Delal Tekdemîr, Turkan Karadaşli û Mekiye Sonuk yên li girtîgeha Bakirkoyê dimînin rojên borî de înfazên wan bi hincetên kêfî hatin dirêjkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal taloqkirina tahliyeya girtiyan bi rojeva meclîsê û pêşnûme da wezareta dadê. Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Gazel Kulug der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgeha Bakirkoyê de axivî û daxuyakirin ku li girtîgehên Tiriyeyê binpêkirinên mafan kronîk bûne û divê ev binpêkirin bi rayagiştî re bên parvekirin û got:“Li girtîgehan yek ji binpêkirinên esas astengkirina tahliyekirinan e. Delal Tekdemîr, Turkan Karadaşli û Mekiye Sonuk tahliyeya wan hat taloqkirin. Bi awayekî kêfî tahliyeya wan hat astengirin. Delal Tekdemîr 68 saliye. Girtiya nexweşe. Ji her du çongan emeliyat bûye û protez e. Gelek pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene. Bi hinceta tevli qursên nivîsandin û sporê nebûye înfaza wê hatiye dirêjkirin. Delal Tekdemîr mezuna lîsansê ye. Kesek wisa çawa tevli qursên xwendin û nivîsandinê dibe. Her wiha Delal Tekdemîr ji ber nexweşiyên çongan nikare tevli sporê bibe. Emeliyatên cidî derbas kiriye."
Pêkanînên sosret ên îdareyê
Gazel Kulug di berdewamiyê de balkişand ser biryarên lijneya îdarî û şopandinê û got:“Turkan Karadaşli jî beriya derxin lijneyê biryara dirêjkirina înfazê dane. Bi hincetên vala biryara der barê wê de hatiye dayîn. Biryara dane û hincet jî piştre ava kirine. Girtiya din Mekiye Sonuk jî bi heman awayî înfaza wê hatiye taloqkirin. Tevî biryar û sererastkirinan li girtîheha Bakirkoyê bi cezayên dîsîplînê înfaz tê taloqkirin. Van cezayan jî dereng pêşkêşî erêkirina dadger dikin. Binpêkirinên li Bakirkoyê tenê bi astengkirina tahliyeyan ne sînordar in. Di hevdîtinên me bi muvekîlên xwe re kirine de, em fêrbûn ku bi kelepçeyan sewqê nexweşxaneyan tênkirin û dema dermankirinê de jî ev didome. Her wiha dema dermankirinê de cenderme ji odeyê dernakevin û dema dermankirina jînekolojîk de bi kameraya berestû dipên. Her çiqas girtî nerazîbûnê nîşanê vê bidin jî cenderme ji odeyê dernakevin. Vê hewaya germ de ya avê tê birîn yan jî qirêj tê. Ev li dijî mafê mirovane. Li dijî qedexeya îşkenceyêye.Li dijî veşartina jiyana taybete.”
JINNEWS/ELFAZÎ TORAL