Gumanbar hat parastin
În 25 Tîrmeh 2025 - 02:50
Ruya Kurtulmuş a ji Koma Kampanya Femînîstan a li dijî Cînayetên Jinan, da zanîn mêr ji pergalê hêzê digirin û got:"Yê Ayşe Tokyaz qetil kir polîs bû û berê jî di cînayetek jinan de navê wî derbas bûye. Xwişka Ayşeyê tevî serlêdanê dike encamekê nagire. Em ê li dijî tundiya mêr bêdeng nemînin, têbikoşin.”
Xwendekara zanîngehê Ayşe Tokyaz li Stenbolê ji aliyê polîsê berê Cemîl Koç ve hat qetiklirin. Xwişka Ayşe Tokyaz beriya ku Ayşe Tokyaz bê qetilkirin serî li emniyetê dide û tehdîd ji polîsan re ragihand. Lê eminiyetê li şûna pêvajoya parastinê bide destpêkirin, daxwaznameya gilîkirinê ji gumanbar Cemîl Koç re ragihand. Agahiyên der barê gumanbar de derketin holê, binpêkirina sîstematîk a dewletê jî nîşan da. Derket holê ku di mirina biguman a jineke du sal berê li Amedê bi guman jiyana xwe ji dest da de jî têkiliya Cemîl Koç heye. Lê di wê pêvajoyê de jî der barê gumanbar de tiştek nehat kirin.
Ruya Kurtulmuş a di Koma Kampanya Femînîstan a li dijî Cînayetên Jinan de cih digirin der barê qetilkirina jinan de axivîn.
Yê Ayşe qetil kir, polîs bû
Ruya Kurtulmuş da zanîn ku tundiya mêr ji hev serbixwe nîne û hemû berdewamiyên hev in. Ruya Kurtulmuş wiha anî ziman: “Mêr ji bêcezahiştin û pergalê hêzê digirin. Cînayeta Ayşe Tokyaz dişibe ya Munevver Karabulut. Di demên dawî de qetilkirina jinan gihiştiye astek bi xorf. Mêrên gumanbar; polîs, bakal, muezzîn, mêrên di jiyana me de ne. Yê Ayşe Tokyaz qetil kir polîs bû û berê jî di cînayetek jinan de navê wî derbas bûye. Xwişka Ayşeyê tevî serlêdanê dike encamekê nagire. Em ê li dijî tundiya mêr bêdeng nemînin, têbikoşin.”
JINNEWS/STENBOL/ROZERÎN GULTEKÎN