Ocalan mohra xwe li mîtîngan xist

Sêşem 2 Îlon 2025 - 03:52

  • Li Stenbol û Rihayê bi deh hezaran kes beşdarî mitîngên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bûn. Di mitîngan de xwedîderketineke mezin li banga Rêber APO ya Aştî û Civaka Demokratîk pêkhat û peyama têkoşîna ji bo pêvajoyê hate dayîn.

Bi pêşengiya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Rihtimê ya Kadikoy a Stenbolê mîtîngek bi dirûşmeya "Demokrasî û Aştî wê li dijî şer û mêtingeriyê bi ser bikevin" hat lidarxistin. Gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan, parêzvanên mafên mirovan, rêxistinên kedê, rêxistinên ciwanan, sendîkayan û gelekên din beşdarî mîtîngê bûn. Qada mîtîngê bi coşeke mezin tijî bû, mirovan dirûşmeyên wekî "Ne şer, niha aştî" qîr kirin û li ser aştiyê israr kirin. Posterê mezin ê Rêber APO hat vekirin û wêneyên Sakîne Cansiz, Cîhan Bilgin û gelek jinên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne jî li meydanê hatin hilgirtin. Jin bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî mîtîngê bûn û dirûşmeya "Jin jiyan azadî" li seranserê Kadikoyê deng veda. Coşa ciwan û jinên ku govend gerandin qet nesekinî û li seranserê meydanê belav bû. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir û daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş a Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ji hêla Zeynep Yildirim ve bi Kurdî û ji hêla Nebil Sarıkaya ve bi Tirkî hate xwendin. Zeynep Yildirim diyar kir ku nakokî û şer dibin sedema xizanî, mêtingerî û koçberiyê û diyar kir ku ew li dijî van hemûyan şer dikin da ku mirov bi awayekî wekhev û demokratîk bijîn û got:"Tekane rêya rawestandina komkujiyan li herêma me têkoşîna gelan ji bo cîhanek wekhev, dadperwer û aştiyane ye." Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari jî got:"Yek ji mijarên herî girîng ku divê komîsyon çareser bike, hevdîtina tavilê bi Birêz Abdullah Ocalan re ye. Divê bi lezgînî hawîrdorek ku Birêz Ocalan bikaribe bi azadî bixebite û bijî, û ku ew bikaribe bi hemî beşên civakê re hevdîtin bike were avakirin. Ev pêvajo ji bo me ji bo aştiyê hem li Tirkiyeyê û hem jî li Rojhilata Navîn derfetek dîrokî ye. Heyeta me roja Pêncşemê ya borî bi Birêz Ocalan re civiya. Û ez dixwazim silav û hezkirina Birêz Ocalan ji vir ji we re ragihînim. Em dizanin ku aştî bê demokrasiyê nabe, û demokrasî bê aştiyê nabe.”

Divê komîsyon guh bide Ocalan 

Piştî vê axaftinê, Bedia Gokyuz, endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, diyar kir ku dayik şer naxwazin û got:"Em aştiyeke bi rûmet dixwazin. Wekî Dayikên Aştiyê, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li benda aştiyê bin. Ez dixwazim vê yekê tekez bikim: Zimanê me qedexe ye, û em zimanê xwe dixwazin. Wekî Dayikên Aştiyê, em dixwazin ku ev hemû qedexe û êş bi dawî bibin." Piştî axaftinan, mîtîng bi derketina ser dikê ya Babetna û Ozlem Baglayan ve bi dawî bû. Platforma Saziyên Demokratîk ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Parka Riha Novada bi dirûşmeya “Ji bo Civaka Demokratîk Deng Bidin Aştiyê” mîtîngek li dar xist. Aktivîsta TJA Ayla Akat Ata, Hevseroka KESK’ê Ayfer Koçak, Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan, parlamenterên Rihayê yên DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan û Omer Ocalan, birayê Rêber APO Mehmet Ocalan, Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên rêxistinên bajar û navçeyan ên DBP û DEM Partî, rêxistinên civaka sivîl û bi deh hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn. Bi hezaran kesan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, "Bê Serok Jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku di mîtîngê de axivî û got:"Divê komîsyon tavilê guh bide birêz Ocalan û pê re hevdîtinê bike. Divê komîsyon gavên ber bi aştiyê ve biavêje. Divê 'mafê hêviyê' yê birêz Ocalan êdî were naskirin. Em nikarin vê pêvajoyê bi sekinandinê bi dest bixin. Divê em têkoşîneke ji ya ku me 40 sal in meşandiye mezintir bikin, da ku aştî were vê xakê." Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu jî got:“Em ji vê pêvajoyê bi hêvî ne. Divê azadiya fîzîkî ji birêz Ocalan re were dayîn da ku di şert û mercên rehettir de bixebite.” Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata diyar kir ku îro her kes dê dengê xwe ji bo aştiyê bilind bike û got:“Ji Rihayê heta Îmraliyê, em silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan re dişînin. Werin em bi hev re bibêjin bijî aştî. Bila ji bo me hemûyan rojek pîroz be. Îşev, li vê meydanê, em ê hemû bibêjin aştî.Ev erdnîgarî bi hewldanên me wateyeke nû dide Roja Aştiyê ya Cîhanê.” Ayla Akat Atayê destnîşan kir ku heya li Îmraliyê tecrîd hebe aştî çênabe û got ku heya kesên siyaseta demokratîk dikin girtî bin aştî çênabe. Di mitîngê de daxwaza welatiyan jî aştiyeke mayinde û çareserî bû. Welatiyan, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gotin ku hewceye dewlet û îktîdar di çarçoveya pêvajoyê de gavan biavêje.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.