Li Stenbolê meşa 15’ê Tebaxê

Duşem 18 Tebax 2025 - 03:47

41’emîn salvegera 15’ê Tebaxê li gelek bajarên Tirkiyê û Kurdistanê bi çalakiyên cur be cur tên pîrozkirin. Kurd û dostê wan kolanan xwedî li Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê derdikevin.

Li navçeya Bagcilarê ya Stenbolê di pêşengiya Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê bênavber dirûşmeya, “Bijî Serok Apo”, “Silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Bijî Berxwedana Zindanan” hate avêtin. Şeniyê ku li pêş avahiya rêxistina DEM Partî ya navçeya Bagcilarê hatin gel hev, pankarta; “ Bi Rihê Egîd bi rêya Zîlan Em Komuna Meclîsan Ava Dikin” vekirin. Şeniyê kur ê ji trafîkê re girt, li gel hemû astengiya polîsan jî bi dirûşmeyan heta Meydana Bagcilarê meşiya.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.