Vedixwîne nîqaşa sosyalîzmeke nû
Çarşem 10 Kanûn 2025 - 03:50

Bandora peyama Rêber APO ya ji bo "Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" re şand ku ji hêla DEM Partî ve di 6-7'ê Kanûnê de li Stenbolê hat lidarxistin, hê jî didome. Hevseroka Giştî ya berê ya ÎHD'ê Eren Keskîn li ser peyama Rêber APO ku îşaret bi jinûve bi şîrovekirina sosyalîzmê dike, helwesta wî ya li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û pêvajoya berdewam dike, destnîşan kir ku pêvajoya ku hatiye destpêkirin ji yên berê cuda ye û got:"Pêşî, girîng e ku birêz Ocalan wekî aliyekî, ango wekî aktorek hatiye qebûlkirin. Ya duyemîn, girîng e ku partiyek siyasî ku neteweperweriyê wekî perspektîfeke bingehîn li vê herêmê qebûl kiriye, piştgiriyê dide vê yekê. Bi rastî, ev hemû rewş ji me re îspat dikin ku pirsgirêka Kurd çiqas navneteweyî ye." Eren Keskînê anî ziman ku konferansê careke din nîşan da ku tevgera Kurd çawa bandor li parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedarên li çaraliyê cîhanê kiriye û got: "Ev hêviyê dide. Tevgerek ku li ser ekolojî û tevgera jinan ava bûye ku tekezî li ser sosyalîzmê dike, dikare tevahiya cîhanê ronî bike; me îro ev yek dît. Ez ji vê pêvajoyê hêvîdar im, lê bê guman, divê dewlet ji bo pêkanîna vê hêviyê gav bavêje."
Konferanseke formel nebû!
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakiyê jî destnîşan kir ku deng, gotin û hestên ji çar aliyên cîhanê hatine konferansê. Ozgul Sakiyê girîngiya danîna peyamên ku ji konferansê re hatin şandin li ser bingeha têkiliyên wekhev destnîşan kir û got:"Mirovên ji Hindistan, Qefqasya, Spanya û Meksîkayê, li cihê ku ew lê bûn, ragihandin, 'Em bi erkê organîzekirina hevgirtina navneteweyî re rû bi rû ne.' Ji ber vê yekê ev konferans ne tenê konferanseke formel bû. Bi rastî jî konferansek tijî hest û heyecaneke dijwar bû. Heta salona konferansê bi endamên çapemeniyê tijî bû. Bi rastî, ji bo nimûne, vê dawiyê bangek ji bo enternasyonaliyê hat kirin. Ev enternasyonal ne tenê ew e ku partiyên sosyalîst an partiyên çepgir lê dicivin. Rastiya ku hemû gelên bindest, hemû beşên bindest ên civakê di enternasyonaleke hevpar de li hev dicivin û têkoşînê dikin yek, îhtîmala cîhaneke din li dijî kapîtalîzmê ji bo jiyana komunal jî destnîşan kir. Ez pir kêfxweş bûm. Ev konferans ronahiyeke hêviyê ya bi tevahî cuda bû." Ozgul Sakiyê behsa peyama ku Rêber APO şandibû jî kir û got: "Piştî hilweşîna sosyalîzma reel bi dînamîkên xwe yên navxweyî, çîrok bi rastî wiha hat vegotin: Êdî cîhaneke dualî tune. Yek alî heye. Hilweşîna sosyalîzma reel, bi têkoşîna çekdarî ya hem tevgera Zapatîst û hem jî Tevgera Azadiya Kurd re hevdem bû. Piştî ku ev pirsgirêk çareser bû, nirxandinek nû ya sosyalîzmê diviyabû were kirin. Bi vê wateyê, sosyalîzma di peyamê de wekî - sosyalîzma civakî, sosyalîzma ne-dewletparêz hat îfadekirin. Ez difikirim ku ev girîng e."
Daxwazên me yên hevpar hene
Ozgul Sakiyê destnîşan kir ku pênaseya "Çi cure sosyalîzm?" piştî peyama Rêber APO di salonê de gelek caran mijara axaftinê bû û got:"Ew hem nîqaşên teorîk û hem jî yên siyasî yên nû der barê têkiliya di navbera rêxistina jiyana komunal û sosyalîzmê de pêşkêşî me dike. Bi heman awayî, John Holloway got, 'Ez nabêjim ku tevgera Zapatîsta û Tevgera Azadiya Kurd di warê rêgezên xwe yên hevpar de tevgerên bêkêmasî an temam in. Bê guman tengezî û nakokî hene. Lê ew tevger in ku li gorî pêvajoyên nû, pêşketinên siyasî yên nû û pêşketinên civakî xwe bi berdewamî nû dikin.' Bi vî rengî, banga nû ya li vir me vedixwîne nîqaşeke nû ya sosyalîzmê, di nav de pirsa ku têkoşîna çînî li ku derê were danîn, çi seretayî be çi duyemîn be, her çend di mijara bidawîkirina hemû têkiliyên zilm û bindestan de cudahiyên curbicur hebin jî û ez bawer dikim ku ev ê deng vede. Wekî sosyalîst, şoreşger û Tevgera Azadiya Kurd, têkoşîn û daxwazên me yên hevpar hene, lê di têgihîştina me ya teorîk a sosyalîzma polîtîk de cudahî hene. Lê ev cudahî nayê wê wateyê ku em ê ji bo avakirina civakeke nû bi hev re tevnegerin."
MA/STENBOL













